Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Li Kerkûkê kampanyaya ‘Ji kurdan re edalet’ hat ragihandin

Bi pêşengiya kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvan û parêzerên bajarê Kerkûkê kampanyaya ‘Ji Kurdan re Edalet’ hat ragihandin, daxwaza derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê û azadiya Ocalan hat kirin

Di êvara 12’ê sibatê de li Navenda Diyalogê ya li Kolana Komarî ya bajarê Kerkûkê bi tevlêbûna gelek kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvan û parêzeran kampanyaya ‘Ji kurdan re edalet’ hat ragihandin.

Di civîna çapemeniyê de kesayetiyên Kerkûkê ji welatiyan daxwaz kirin ku herkes tevlê kampanyaya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê bibin û her wiha daxwaz ji hemûyan kir ku piştgiriyê bidin kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’.

‘Terorîstê rasteqîn dewleta tirk e’

Di civîna çapemeniyê de nivîskar, rewşenbîr û çavdêrê siyasî Letîf Fatih Ferec axivî û wiha got: “Ev demeke ku kampanyayek navneteweyî bi pêşengiya çend fîlozof, nivîskar û kesayetên rewşenbîr ên cîhanê bi navê kampanyaya ‘Ji Kurdan re Edalet’ hatiye destpêkirin ku armanca vê kampanyayê derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê ye. PKK ne terorîst e lê mixabin di vê rewşa bê edalat a navneteweyî de navê tevgera azadîxwaz salên 80’î xistine vê lîsteya terorê û dewletên zalim jî dike rizgarker. Terorîstê rasteqîn dewleta Tirkiyeyê ye ne PKK.”

‘Em daxwaza azadiya birêz Ocalan dikin’

Têkildarê hewldanên cîhanî yên ji bo piştgiriya kampanyaya ‘Ji Kurdan re Edalet’ Ferec ev tişt anî ziman: “Niha hejmarek zêde ji parlamenter û senatorên cîhanê ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê dixebitin û her wiha daxwaza azadiya birêz Ocalan jî dikin ku bi ne heqî li Girava Îmraliyê tê ragirtin.”

Ferec ji kurdan xwest ku di vê kampanyayê de zêdetir rol bigirin û wiha domand: “Niha fîlozof û rewşenbîrên navdar ên cîhanê û xwediyên xelata nobelê ji bo azadiya Ocalan û derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê dengê xwe bilind kirine û nabe ku kurd bê deng bin, bi taybetî kurdên Kerkûkê ku bi dirêjahiya dîrokê zilm lê hatiye kirin. Lewma pêwîst e di vê kampanyayê de zêdetir rol bilîzin.”

‘Apocî bûn bi xwîna xwe Rojhilata Navîn ji DAIŞ’ê parastin’

Pisporê Yasayên Navneteweyî Hejar Kakeyî jî di civîna çapemeniyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Em îro ji bo ragihandina piştevaniyê li kampanyaya ‘Ji Kurdan re Edalet’ a ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê û her wiha azadiya birêz Ocalan li vir in.

Ev pêngav ji bo kurdan girîng e ku di asta cîhanê de ji bo vê kampanyayê xebat tê kirin. Em wek lîderê partiyekê li Birêz Ocalan temaşe nakin, belku ji lîderê partiyekê wêdetir em li Birêz Ocalan temaşe dikin. Ji ber ku Birêz Ocalan rêberekî diyar ê kurd e. Piştî sala 2014’an ên şerê DAIŞ’ê kir û bi xwîna şehîdan Rojhilata Navîn parast Apocî bûn. Aşkera bû ku ew dewletên ku behsa demokrasiyê dikin hevkarê DAIŞ’ê bûn ku ew belgeyane li hemû cîhanê aşkera bûn.”

Kakeyî îşaret bi ragihandina kampanyaya ‘Ji Kurdan re Edalet’ a li bajarê Kerkûkê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro em li bajarê Kerkûkê kampanyaya ‘Ji Kurdan re Edalet’ radigihînin û hêvîdar in ku di rojên pêş de welatî zêdetir tevlê vê kampanyayê bibin û bibin berê bingehîn ê kampanyayê. Ji welatiyan dixwazin ku ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê îmze bikin û piştevaniya azadiya Birêz Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê bikin.”

 ‘Dê çarenûsa Tirkiyeyê ji ya rejima Baas a Iraqê baştir nebe’

Çavdêrê siyasî û siyasetmedarê Kerkûkî Mela Ferman Mihemed jî wiha axivî: “Derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê ku bi rengekî pir ne rewa xistine navê, her çiqasê wê derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê bi qezenca PKK’ê be, wê ewqasê di qezenca Tirkiyeyê de be jî. Ji ber wê pêwîst e Tirkiye dersekê ji ezmûna hikumeta Iraqê wergirtiba ku çawa hikûmeta Iraqê nekarî bi tunekirina şoreşên kurdan encamekê bi dest bixe, Tirkiye jî bi heman şêwazê ye. Wê çarenûsa Tirkiyeyê ji ya rejîma Baas a Iraqê baştir nebe.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar