Li bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê Kanîwar Hacî yê 27 salî ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, bedena xwe da ber agir.
Hat ragihandin ku ji sedî 40 bedena Hacî şewitiye û rakirine nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan metirsî li ser jiyana Hacî nîne.
Kanîwar Hacî (27) ji malbateke welatparêz e ku di destpêka salên notî de Tevgera Rizgarkiriya Kurdistanê nas kiriye. QAMIŞLO