Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

OHD’ê li gelek bajaran daxuyanî da: Bila tecrîda li ser Ocalan bê rakirin

Parêzerên endamên OHD’ê li gelek bajaran bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan û xwestin hevdîtin li gel Ocalan werin destpêkirin û berpirsiyariya destûra bingehîn bi cih werin

Navenda Nûçeyan |

Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş û astengiya hevdîtina parêzeran û malbatan daxuyanî dan. Endam û rêveberên OHD’ê li Amed, Wan, Colemêrg, Riha, Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê daxuyaniyên hevpar dan.

Endam û rêveberên OHD’a Amedê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn.

Endamê OHD’ê Muhîttîn Muguç daxuyanî xwend û da zanîn ku Ocalan di 15’ê Sibatê de bi hevkariya navdewletî ji paytexta Kenyayê Naîrobî bi tunehesibandina hiqûqa gerdûnî anîn Tirkiyeyê û vê yekê di warê polîtîk, aborî û civakî de bandorek neyînî li ser herêmê kir û destnîşan kir ku di nava van 23 salên dîlgirtina Ocalan de her ku çû krîz kûrtir bûn û pirsgirêka kurd jî nehat çareserkirin.

Bandora tecrîdê li ser civakê

Muguç bi bîr xist ku ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Ocalan nayê girtin û tecrîdkirina Ocalan li ser tevahiya civakê bandorek neyînî dike. Muguç bal kişand ser cihêkariya li hember Ocalan û got ku li hemberî Ocalan û girtiyan qanûnên cihêkar tên bikaranîn.

Divê hevdîtin pêk were

Muguç anî ziman ku sepanên dijmirovî yên li girtîgehên Tirkiyeyê çavkaniya xwe ji pergala tecrîda ji Îmraliyê digire û bandorek neyînî li ser tevahiya girtîgehan dike. Muguç diyar kir ku Ocalan 23 sal in ji bo aştiya civakî û demokrasiyê di nava hewldanan de ye û ew ji bo xêr û menfata civakê dixwaze aştî pêk were û divê şertên wî di çarçoveya hiqûqî de werin rastkirin.

Muguç destnîşan kir ku divê di serî de Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re tavilê dikaribe hevdîtinan bike û heke hevdîtinên li gorî qanûnê werin kirin dê ji bo çareseriya krîzên civakî gav werin avêtin û anî ziman ku ew gazî rayedaran dikin ku li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî tevbigerin û berpirsiyariya xwe ya destûra bingehîn bicih bînin.

Her wiha şaxên OHD’ê yên Wan, Colemêrgê, Riha, Stenbol, Mêrsîn û Îzmîrê jî têkildarî heman mijarê daxuyanî dan û xwestin ku tavilê tecrîd were rakirin û hevdîtin bi Ocalan re pêk were.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar