Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dê sala 24’emîn a esaretê bibe sala azadiya Rêbertî’

Girtiyên PKK û PAJK’ê diyar kirin ku dema pêngavan hatiye û wiha gotin: “Me bi vî ruhî li ber xwe da, em ê berxwedana xwe geştir bikin, tevî gelê xwe tecrîdê bişikînin, azadiya Rêbertî pêk bînin.”

Navenda Nûçeyan |

Girtiyên PKK û PAJK’ê di daxuyaniya nivîskî de diyar kirin ku “Wê sala 24’emîn a esaretê bibe sala azadiya Rêber Apo. Ji bo vî tiştî jî em girtî em ê di her şertan de li ber xwe bidin. Em bawer dikin wê partiya me PKK û gelê me, vê salê bikin berxwedaneke pêngavî û têkoşînê.”

Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê derbarê salvegera 23’emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Îro salvegera 23’emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Esareta li ser Rêbertî sala 23’emîn qedand û dikeve sala 24’emîn.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de hêzên komployî li hemberî Sûriyeyê bi zextên leşkerî û psîkolojîk, li ser Rêbertî ferz kirin ku bila ew bi darê zorê ji Sûriyeyê derkeve.

Hedefa pêşîn a komployê îmhakirina fîzîkî ya Rêbertî bû. Lê helwesta polîtîk û berxwedana Rêbertî ya ku komplo pûç kir, pêşiya îmhayê girt. Komplo hat pûçkirin.

Di navbera 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an de Rêbertî navbera Atîna, Moskova, Roma û dîsa Moskova û Tacikistanê û herî dawî jî ji Girava Korfû ya Yewnanistanê revandin Naîrobiyê ya ku paytexta Kenyayê bû. Di warê berxwedan û helwestê de jî ji bo aşkerakirina lîstikên qirêj ên ku hêzên komployî jî hiqûqa xwe datînin cihekî, daneyên gelekî girîng pêşkêşî me dike. Hinek aliyên wê aşkera bibin jî hê jî hinek aliyên wê hene ku baş ronî nebûye. Heta ku hemû arşîvên dewletê yan jî ya îstîxbarata komplogeran neyê vekirin, wê zehmet be ku rastî derkeve holê. Bi saya ku xebatên ku Rêbertî di şertên esaretê de kir, armanc û hedefa komplogeran û aliyê wê yê polîtîk û dîrokî ronî bûye.

Diyar e ku wê di demên pêş de êrîş zêde bibin û ji bo pûçkirina van êrîşan jî divê xeta rêxistinkirin, berxwedan û têkoşînê were bilindkirin. Dema helwestên pêngavî hatiye. Tecrîd mutleq a ku 7 sal in li ser Rêbertî didome têkiliya xwe bi plana çokdanînê ya dijmin heye. Ji bo ku diyarkeriya Rêbertî ya di warên fikr û berxwedana gelê kurd de ji holê rakin, tecrîdeke mutleq tê pêkanîn. Dijmin bi van gavan hem dixwaze Rêbetî di warê manewî de têk bibe û hem jî PKK di serî de dixwaze gelê kurd bêalî bihêle û hêviya wê bi hêsanî bişikîne. Lê dijmin hê jî PKK, rastiya Rêbertî nas nekiriye.

Rêbertî 23 sal in di bin esareta dijmin de ye û 24 saetên wî dişopînin. Dibe ku heta niha derbarê Rêbertî de bi hezaran rûpel analîz kirine. Qaşo dixwazin qelsiyên wî bibînin û ji wir êrîş bikin. Lê ew dûrî fêmkirina Rêbertî ne. Ji ber ku Rêbertî awayê hebûna civakî ya kurdan a bi deh hezaran salan e.

Me bi vî ruhî li ber xwe da, em ê berxwedana xwe geştir bikin, tevî gelê xwe tecrîdê bişkînin, azadiya Rêbertî pêk bînin. Em bawer in wê sala 24’emîn a esaretê bibe sala azadiya Rêbertî, ya gelê me û ya hemûyan. Danheva têkoşîna me ya nêzî 50 salan di sala 24’emîn a esaretê de dibe ku ji nişka ve bibe serfirazî. Di sala 24’emîn a esaretê de jî mirov dikare bibêje wê dijmin pêngavên xwe yên dawîn jî bike. Lê em girtî ji vî tiştî bawer dikin wê sala 24’emîn a esaretê bibe sala azadiya Rêbertî. Ji bo vî tiştî jî em girtî di her şertan de li ber xwe bidin. Em bawer dikin wê partiya me PKK û gelê me, vê salê bikin berxwedaneke pêngavî û têkoşînê. Di qonaxa dawîn a pêngava ‘Dema dema azadiyê ye’ de em bawer in bi fîzîkî jî bi Rêbertî, heval û gelê xwe re kom bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar