Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

DBP û TJA’yê banga azadiya Ocalan kirin

DBP û TJA'yê bi daxuyaniyên nivîskî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan banga ‘mezinkirina têkoşînê’ kirin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) der barê salvegera 15’ê Sibatê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê dewletên navneteweyî ve bi komployekê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin de daxuyaniyeke nivîskî da û kopmloye şermezar kir.

DBP’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hêzên navneteweyî ji bo armanca xwe ya Rojhilata Navîn Tevgera Azadiyê û Abdullah Ocalan ji xwe re asteng dibînin û wiha got: “Di ser komploya navneteweyî re 23 sal derbas bûn. Birêz Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de ji aliyê hêzên navneteweyî ve ji paytexta Kenyayê Naîrobî anîn Tirkiyeyê û vê yeke bi binpê kirina hiqûqa navneteweyî û gerdûnî pêk anîn. Hêzên navneteweyî yên ku dixwestin  Rojhilata Navîn bi rêya şer û kaosê li gor bercewendiyên xwe dizayn bikin, tevgara azadiya kurd  li pêşiya vê armancê weke astenga herî mezin  dîtin û xwestin bi rêya vê komployê tasviye bikin.”

Piştgiriya gelan komployê pûç kir

DBP’ê diyar kir ku komplo bi piştgiriya gelan ve hatiye pûçkirin û wiha domand: “Bi hewldan û têkoşîna birêz Ocalan û piştgiriya gelan komplo hat pûçkirin. Nîşaneya vê yeke jî têkbirina DAIŞ’ê û avakirina şoreşa Rojava ye. Her wiha desthiladariya AKP’ê ya ku îro bi tecrîdê dixwaze vê komployê bidomîne di pêvajoya çareseriyê de bû şahidê  bandor û girîngiya fikrên birêz Ocalan. Di vê pêvajoyê de bandora hêviya aştiyê; bi awayekê erênî  di warê aborî, civakî û siyasî de li hemû welat rû da.”

Tecrîdê kûr dikin

DBP’ê di daxuyaiya xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: “Desthilata AKP’ê ji tirsa ku fikrên Birêz Ocalan bigihêje raya giştî, tecrîd kûrtir kir û ev tecrîda sîstematîk li hemû qadên jiyana civakî belav bû. Êrîşên li dijî partî û hêzên demokrasiyê zêde bûn. Bi rêya qeyûman  şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin.  Zext, zordarî û bi hezaran binçavkirin û girtin pêk hatin û pêk tên. Girtiyên siyasî yên ku cezayê wan bi dawî bûye, bi hincetên cuda yên ku tu bingehên wan ên hiqûqî nînin, bi awayekî keyfî di girtîgehê de tên girtin, tevî raporên ku girtiyên nexweş nikarin li girtîgehê bimînin jî bi zanebûn nayên berdan û qanûna dijminatiya li girtiyan tê sepandin. Hem şert û mercên siyasî û aborî yên hundirîn û hem jî krîza mezin a navneteweyî  hikûmeta AKP’ê , li hemberî kurdan hîn bêhtir êrîşkar dike.”

Navnîşana çareseriyê Ocalan e

DBP’ê destnîşan kir ku navnîşana çareserkirina pirsa kurd Ocalan e û ev tişt got: “Guherandina rojeva siyasî ya hundirîn êrîşên xwe yên li ser Rojava  didomîne û bi êrîşa li ser kurdan hewl dide hemû têkçûnên xwe yên hundir û derve veşêre. Ev yek jî bi awayekî aşkera nîşan dide ku heta pirsga kurd neyê çareserkirin Tirkiye nikare ji pirsgirêkên xwe yên siyasî, aborî û navneteweyî xelas bibe. Navnîşana çareserkirinê jî diyar e, hewldanên birêz Ocalan ên di warê demokrasi û aştiyê de berbiçav in.  Ji bo ku ev hewldan û xwestek pêk werin divê deriye Îmraliyê bê vekirin  lê tecrîda li dijî Birêz Ocalan ku hê  mînakeke mezin a bêhiqûqiyê ye, didome. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd divê rêz li hiqûqê bê girtin û tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest bê rakirin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de DBP’ê komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Komplo bi tecrîdê didome

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi daxuyaniyeke nivîskî komploya 15’ê Sibatê şermezar kir. TJA’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kurd Ocalan ji xwe re weke ‘Rêber’ qebûl dikin û bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û ev tişt got: “Ji roja destpêkê ve birêz Ocalan komployê dîtiye û rexmî hemû bêderfetiyên xwe jî ji bo vala derxistina komployê têkoşiyaye. Tê xwestin komplo bi tecrîdê bê domandin. Tecrîd ferzkirineke navneteweyî ya dijî çareseriyê ye. Em jin careke din komploya 15’ê Sibatê, hêzên tarî û kûr ên li pişt wê nelet dikin. Komplo li Rojhilata Navîn û hemû dinyayê dibe sedema şer. Di serî de hevalên me yên li zindanê em jin û gel li dijî tecrîdê têdikoşin. Dengê li zindanê li dijî tecrîdê bilind dibe dengê banga azadî, demokrasî, edalet û maf e.”

Banga têkoşînê

Her wiha TJA’yê, destnîşan kir ku rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe û ev nirxandin kir: “Wê gelên Rojhilata Navîn, jin û kurd bi azadiya fizîkî ya birêz Ocalan re bigihîjin azadî û demokrasiyê. Em banga xwe ya ji bo rakirina tecrîdê careke din dubare dikin. Em bang li jin û gelê kurd dikin ku têkoşîna xwe mezin bikin û tecrîdê rakin. Diyar dikin ku em ê ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar