Wekî tê zanîn di roja 28’ê çileya 2022’an de Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê ya Tirkiyeyê malpera rojnameya Xwebûnê “www.xwebun.org” ji weşanê re asteng kir.
Piştî astengkirinê parêzerê rojnameya Xwebûnê Resûl Temûr serî li dadgehê da û biryara astengkirinê itîraz kir.
Di encama serlêdana parêzer de dadgeha 3’yemîn a Silha Cezayê ya Enqereyê biryar da ku astengiya li ser malpera rojnameya Xwebûnê were rakirin û malper careke din weşana xwe bike. AMED