Ji beriya çend kêliyan li Cadeya Salim a Silêmaniyê bi tevlibûna sedan kes meşek girseyî li dijî komploya 15’ê Sibatê hat destpêkirin.
Meş dê heta Parka Azadî berdewam bike.
Di meşê de posterên Rêber Ocalan û alên PKK’ê hatine hildan. Her wiha bênavber dirûşmên ‘Azadî azadî bo Ocalan azadî’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ tên gotin.
Tê payîn piştî girse gihişt Parka Azadî dê peyam û daxuyanî werin dayîn. SILÊMANÎ