Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li seranserê Başûr çalakiyên li dijî komployê

23’yemîn komploya 15’ê Sibatê li seranserê başûrê Kurdistanê bi çalakiyan hat şermezarkirin. Di çalakiyan de azadiya Ocalan hat xwestin

Navenda Nûçeyan |

Li Komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê li seranserê başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin.

Di çarçoveya van çalakiyan de li Silêmaniyê bi tevlibûna sedan kesî di 23’yemîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de meşek girseyî pêk hat. Di meşê de bi yekdengî ‘Em ê Îmraliyê hilweşînin, aştiyê biçînin’ hat berzkirin.

Li Binarê Qendîlê çalakiya şermezarkirinê

Welatiyan li Binarê Qendîlê bi meşekê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî, şermezar kirin. Di meşekê de bang li xelkê Kurdistanê hat kirin ku bi ruhê yekitiya neteweya demokratîk komplo, dagirkerî, faşîzm û tecrîdê bişikînin, Rêber Ocalan azad bikin û Kurdistanê biparêzin.

Şengalî meşiyan

Li dijî komploya 15’ê Sibatê bi sedan welatiyên Şengalê, bi dirûşmeya ‘Em ê Komploya 15’ê Sibatê têk binin û xweseriya Şengalê misoger bikin’ meşiyan.

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û ev tişt hat gotin: “Em gelê Şengalê bi pêkheteyên wê ve Serokatî wek qehremanê herî mezin digirin dest. Kesê di zehmetiyan de bi hawara te ve hat û kesê pişta xwe jî da te pêwîst e tu herduyan jî ji bîr nekî. Di serî de hikûmeta Iraqê û PDK’ê bi erka xwe ranebûn di rojên herî zehmet de pişta xwe dana me. Yê li me xwedî derket Serokatî bû. Em jî wek gelê Şengalê ji bo azadiya Serokatî çi ji destê me bê em amade ne ji bo Serokê xwe bikin.”

Li Germiyanê çalakî

Li Germiyanê jî bi meşekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Her wiha Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer bi heman boneyê pirtûkxaneya gerok a Rêber Ocalan vekirin û ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ îmze hatin komkirin.

Li Kelarê jî bi pêşengiya Komîteya Ji Ocalan re Azadî bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiya Rêber Ocalan’ ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê grev girtin.

Hejmarek aktîvîst û kesayetên Germiyanê tev li bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar