Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rapora PE’yê: Tirkiye çavkaniya bêaramiyê ye

Di rapora ku pêşkêşî civata giştî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) hat kirin de Tirkiye weke çavkaniya bêaramiyê hat pênasekirin

Li civînên civata giştî ya Parlamentoya Ewropayê, 2 raporên li ser polîtîkayên hevpar ên têkildarî karên derve, ewlekarî û parastinê hatin nirxandin.

Yek ji raporan li ser Polîtîkaya Ewlehiya Hevpar û Parastinê ya Yekitiya Ewropayê (YE) ye. Di raporê de ku endama Koma Lîberal (Renew), parlamentera fransî Nathalîe Loîseau pêşkêş kir, hat gotin ku Tirkiye ‘çavkaniya bêaramiyê’ ye.

Li gorî ajansa nûçeyan a alman Deutsche Welle (DW), Tirkiye ji gelek aliyan ve aramiya Yekitiya Ewropayê û cîranên xwe têk dibe û gefê li aştî, ewlehî û aramiya herêmî dixwe.

Loîseau 2019’an beriya ku bibe endama Parlamentoya Ewropayê, di nava hikûmeta Serokkomar Emmanuel Macron de Wezîra Karûbarên Ewropayê bû.

Di rapora endamê Koma Xiristiyanên Demokrat, parlamenterê alman Davîd McAllîster de ku li ser heman mijarê hat amadekirin, hat gotin ku perspektîfa endametiya Yekitiya Ewropayê ya Tirkiyeyê, li gorî şert û mercên heyî ‘dûrî rastiyê’ ye.

Di raporê de bi berdewamî hat gotin ku Tirkiye ‘heke demildest ji vê çûna xirab û bi rengekî hevgir venegere’ ji bo ku muzakereyên tevlêbûnê ya 2005’an were sekinandin divê Komîsyona Ewropayê pêşniyarê bike.

McAllîster ev tişt anî ziman: “Tirkiye û Yekitiya Ewropa, divê çarçoweya têkiliyên berdest, kapasîteya kargeriyê û ji bo têkiliyên paşerojê alternatîf û modêlên pêkan ên danûstandinê, bi rengekî rasteqîn û bi diyaloga pêşketî ji nû ve bidin ber çavan.”

Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku Tirkiye ji xeta yekitiya ya polîtîkaya derve dûr ketiye û bi taybetî îşaret bi nakokiyên li bakurê Deryaya Spî hat kirin. STRASBOÛRG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar