Di nava civakê de, bi kurtasî exlaq, qanûn û yasayên nenivîsî ne. Bi gotinek e din, pîvanên/qanûnên kesên ku li gorî berjewendiyên civakê tevgerandin e. Ji ber ku tevgera li gorî van qanûnan, ewqas ji aliyê civakê ve hatiye qebûlkirin/pejirandin, êdî pêdivî bi nivîsandina van nayê dîtin, ji ber ku bûye malê civakê. Û ev li ser civakê ji qanûn û yasayên nivîsandî bi bandortir in.
Lewma di civakê de, dema ku tê gotin ‘ev kesa bi exlaq e’ êdî gotinek neyînî jêre namîne, êdî tê zanîn ku ev kes zirar û ziyanê nade tu kesan, êdî ev kes ji bo civakê înseneka/î baş e, rind e, qenc e û hwd. Jixwe dema keseka/î wisa tevgeriya êdî gûmana derewan, durûtiyan, xapandinan, bêbextiyan û hwd. kiryarên xerab û nebaş jê nayê kirin.
Dibe ku bi giranî ev gotina exlaq/sinc, di nava civakê de, teng û weke peyvek tenê zayendî tê dîtin û tê bikaranîn. Lê şaş e, ya rast weke bi kurtasî li jor hat şîrovekirin, ev têgehek/gotinek gelek berfireh û hêja ye, ji bo bi giştî jiyana aram û azad a civakê gelek bi hewce ye.
Lê sed heyf û mixabin, desthilatên dewletên dagirker û bi taybetî jî dewleta tirk, weke piraniya têgehên ji bo civakê qenc û rind bûn, berovajî kirine, xerab kirine, ev têgeh jî wisa ji rastiya wateya wê ya cewherî û hêja dûrxistine û teng kirine. Her wiha çi aniye serê çand û hunera gelê Kurdistanê, çawa ji naveroka wê dûrxistine li ber çavan e. Heta jêhatiye, kirine malê çanda tirkan û yê mayî jî qedexekirine û hwd.
Ji ber vê zihniyet û siyaseta malxerab û zirar û ziyanê dide hemû civakê, mirov bi hêsayî dikare bêje ‘dewleta herî bêexlaq ev devwlet e’. Êdî wisa lêhatiye, ji ber ku xerabkirina civaka Kurdistanê, ji bo xwe kiriye kar û barê sereke û bingehîn, hemû jiyana wan bûye jahr, êdî wê bêexlaqiya xwe li derveyî Kurdistanê jî, li Tirkiyeyê û her welatê ku diçinê, dibin li wî welatî jî wê jahra xwe belav dikin û wir jî dilewitîne û diherimîne.
Bi kurtasî, çi erda ku lingê xwe diavêjê û pêlê dike, wê zirar û ziyanê dide wê xakê û wê civakê jî.
Li Kurdistanê çawa ku kesên xerab û zirarê didin civakê, weke kesên hêja û qenc nîşan dane û didin, kesên baş jî xerab/terorîst nîşan dane û didin, heman bêexlaqiya xwe, bi xwe re kişandine hemû welatên ku çûnê jî.
Di lîteratora/edebiyata siyasî de, ji vê bêexlaqî û karê xerab re ‘şerê taybetî’ jî tê gotin. Ew mînakên li jor hat dayîn, hinek caran bi şêwazên din jî tên bikaranîn. Mînak; heta demekê hinek kesên baş xerab nîşan didan, piştî demek din heman kesên xerab nîşan didan dikarin bi hêsanî baş jî nîşan bidin.
Ji vî alî ve, Rêveberiya AKP-MHP’ê gelek dewlemend û şareza ye.
Hema ka em çend mînakên vê dema dawî bidin:
Ji bo Mîregtiyên Ereban heta berî du-sê mehan digot: “Ew bêşeref in, ew fînansorên FETO yên derbeye 15’ê Tîrmehê ne” Lê hema me niha dît, berî çend rojan Miregê wir vexwend Enqereyê, xaliçeyên sor raxist ber lingê wî, weke serokê dewletê pêşewaziyek fermî jê re çêkir. Her wiha R.Erdogan jî di 14.2.2022’an de çû Abu Dabi û bi heman payebilindî ji aliyê Mîr/Şêx Mihemed ve hat pêşewazîkirin. Bê eyb û şerm R.Erdogan got ‘birayê min Şêx M.B.Z.El Nahyan’, ew ‘bêşerefê’ berê niha çawa bû birayê ‘bişeref’? Ev mînakek balkêş a bê exlaqiyê!
Ji bo Israilê jî, li Davosê li dijî Şimon Perez gotibû ‘em zanin hûn çawa kêrahitine ji bo kuştina zarokan’ û ew gotina dengveda ‘One Minute, bikaranî bû. Ew dewleta ku duijmin nîşan dida, niha serokê Israilê Herzog vedixwîne Enqereyê û weke ku berê ew gotinên xerab negoti bû, ji bo dostayê ketiye nava çi hewldanên lewitî!
Ji bo Rêveberiya Başûr jî çi gotinên heqaretwarî digot, hîn ji bîra tu kesan neçûye. Lê iha çawa bûn dost û hogir û hevkar bi hev re?! Ev mînaka rezîl û bêexlaq, helbet ji bo gelê Kurdistanê, pirtir bi xem û dilêştir e!
Di encamê de, ev siyaset û helwesta desthilatên AKP-MHP’ê, divê bi mirovan gelek xerîb neyê. Ji ber ku divê êdî herkes baştir nas bikin; bi van kesan re bîrdozî û pîvanên mirovahî nîne. Dîn û îmana wan mal, milk, pere, dolar, zêr û serwerî ye. Ji bo bi destxistina van amûran, pêl hemû pîvan û rûmetên mirovahiyê dikin.
Hêviya exlaq ji bêexlaqan nayê kirin!