Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Derdê 6 partî parastina statû ye!

Hefteya çûyî 6 partiyên muxalefetê civiyan. Biryar ew e ku di 28’ê sibatê de bernameya xwe bi berfirehî bi raya giştî re parve bikin. 3 xalên wan ên esasî hene. Yek, rê û rêbazên hevşîrîkatiya hilbijartinê ye. Dudo, plansaziya heyama derbasbûyînê ye. Sisê, vegera sîstema parlamenteriyê ye.

Diyar e, di 28’ê mehê de ew ê tiştek cuda ya ji civîna ewil dernekeve. AKP û MHP têk çûne. Ji ber ku zor dide dewletê êdî dema guherîna wan jî hatiye. Sîstem di nav xwe de rê û rêbaza guherînê digere. Ev 6 partî jî tenê di dijberiya AKP û MHP’ê de wekî hev difikirin. Pirsa kurd û Kurdistanê di serî de, di warê demokrasî û rêvebirina sîstema aboriyê de carina sedî sed wekî AKP û MHP’ê difikirin. Ango çi bernameyên wan ên çareseriyê tune ne. Belê, 6 partî ne rengek in. Her yek ji yên din cuda ne. Lê hemû jî statuparêz in. Pêşketina demokrasiyê û wekheviya hemwelatiyan, ji bo bekaya welatê xwe xeter dibînin. Hinek ji wan ji AKP û MHP’ê zêdetir tirkperest in.

Gelo madem ev 6 partî ji hev ne cuda ne û di statûparêziyê de ketine lecê, îro çima dibin hêviya gel? Bi ya min ev jî bi sîstema heyî re girêdayî ye.

Piştî damezrandina komarê, dewleta tirk xwe li ser esasên ‘yek yekiyê’ qaîm kir. Herkes tirk hat qebûlkirin. Yên ne tirk re jî tenê mafê kolebûnê dan. Hiquq û siyaseta dewletê li ser van esasan hat danîn.

Kurd vê yekê qebûl nekirin, serî hildan. Qetlîamên mezin pêkhatin. Statû her çû li ser van esasan xwe qaîm kir. Dengên cûda hatin birîn. Her carê ku têkoşîn xurt dibû, ev car bi darbeyên leşkerî xwestin pêşî li têkoşînê bigirin. Bi rêya darbeyan, bi gotineke din bi dara zorê sîstema xwe parastin.

Faşîzma 12’yê Îlonê, bû darbeya herî demdîrêj. Bandora vê darbeyê hê jî didome. Sedema vê yekê jî diyar e; ji ber ku piştî vê darbeya faşîst serîhildana herî demdirêj û bi bandor jî destpê kir û ev serîhildan hê jî didome. Statûparêz her ku seat û roj ji serîhildana dawî re tayîn dikirin, tevgera kurd jî berêve mezin dibû, bandora xwe zêdetir dikir.

Di van salan de ji ber ku darbeya domdar a 12’yê Îlonê di meriyête de bû, hewceyî darbeyek nû nedîtin. Tenê carina bi guherîna hikûmetan hêvî dan gel. Lê çi hikûmet ji bo çareseriyek mayînde  gav neavêtin. Sîstem û dewletê parastin.

Sîstema ku niha AKP û MHP’ê pêkaniyê jî, beşek ji mantalîteya heyama damezrandina komarê ye. Ango ne li derveyî sîstema ‘yek yekê’ ye. AKP tenê ‘takekesî’ li sîstemê careke din zindî kir ku ev jî ji xwe di destpêka damezrandina komarê de hebû. Ji ber vê yekê çi ferqek mezin di navbera 6 partî û rejîma Erdogan de tune ye. Ji ber vê yekê, nikarin bernameyek esasî ya guherînê aşkera bikin. Wekî demên piştî darbeyan, dixwazin bi guherîna hikûmetê carekî din hêvî bidin gel û her wiha statûyê biparêzin.

Ev tiştên heyî her wiha bersiva pirsa ‘HDP çima ne di wê maseyê de ye?’ jî dide. Karê HDP û ew partiyên din ên kurdistanî û her wiha partiyên çepgir, sosyalîst û demokrat ên dijî sîstema ‘yekê yek’ û ‘takekesî’, ne ew e ku bi hêviyan tevbigerin. Heke ew siyaset û têkoşîna guherînek esasî didomînin, divê demildest tifaqa demokratîk pêk bînin û siyaseta Rêya Sêyemîn xurttir bikin.

Nûçeyên Têkildar