PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Kobanê Çepera Rûmetê ye

Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê li ser taybetmendiya pirtûkê wiha got: “Ev pirtûk ne mîna her pirtûkekê ye. Şerê ku lê hat meşandin hema ne şerekî ji rêzê bû. Yanî ew dîmenên ku min bi çavên xwe tomarkirine hebûn ew hatin nivîsandin."

Nêrgiz Ismayîl |

Careke din jinên kurd ji bo dîrokê, dîroka rasteqînî dinivîsînin. Rastiya berxwedanî û lehengiyên ku jinên kurd ji mirovahiyê re raber dane bêhempa ye. Vê rastiyê jinan bi hêz kir û kir nivîskarên rasteqînî. Yek ji wan jî ku xwest bi wan awirên çavên xwe yên ku gelek bûyer û rastî dîtin û jiyane bike pirtûkek ber destê nivîskar û ji dîrokê re bike mal ew jî fermandara YPJ’ê Meryem Kobanê ye.

Meryem Kobanê berga yekemîn çap kir û niha jî li ser berga duyemîn dixebite. Meryem Kobanê behsa pêvajoya nivîsandina pirtûka xwe dike.

Kobanê diyar kir ku dema nivîsandina pirtûkê li Kobanê bûye, di sala 2013’yan de dest bi projeya nivîsandinê kiriye û wiha got: “Beriya wê jî min di şerê Serê Kaniyê de cih girt, her demê hevalan ji min re digotin ku ez bîranînên xwe û taybet hevalên şehîdbûne û bi wan re mame, binivîsînim. Rastî jî min rojnivîsên xwe nedigirtin. Gelek bîranînên Serê Kaniyê hîna jî min nenivîsandine. Min her ji xwe re digot ku tu caran di Kurdistanê de eskerên me çol nebin. Di wateya eskerên windakirî de nebin. Ji bo ji ber ku gelekî şer pir dijwar bû, min her ji xwe re digot ku divê ez binivîsînim. Ger têbîniyakî hevaleke şehîd be jî, ger bîranînek be gereke ez li gel xwe binivîsînim. Ji bo hem di dîroka me kurdan de pir tişt hatine jiyîn, yanî mirine çûne û piştî şerê Kobanê jî min biryar da, di heman demê de pêşniyara hevalan jî bû ku ez pirtûka Kobanê binivîsînim.

Îcar di 2016 – 2017’an de min destpê kir. Nêzîkî du salan min nivîsand. Esas nivîs di salekê de bû.

Wateya navê pirtûkê

Meryem Kobanê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser navê pirtûka xwe û ev tişt anî ziman: “Min xwest piştî ku nivîs xelas bû ez navê pirtûkê bikim ‘Kobanê Çepera Rûmetê’. Ji bo min gelekî bi wate bû. Dibe ku navê Kobanê be lê belê Çeper ew bibe çeperek ji bo dilê mirovatiyê, ya din jî bû Rûmet ew jî rûmeta mirovahiyê ya Rojhilata Navîn û gelê cîhanê. Wekî din jî hemû jin û xortan dilê xwe xistin çepereke serkeftî. Ji bo vê min pêwîstî dît ku weke sengerekê bihêlim ku tu caran nekeve.”

Naveroka pirtûkê

Di axaftina xwe de Kobanê destnîşan kir ku ev pirtûk hîn xilas nebûye, berga yekemîn e û wiha pêde çû: “Ji ber ku min nedikarî ku hemû bûyeran derbasî yek bergê bikim. Ev berg bû 500 rûpel. Bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin. Di sala 2021’ê de çapa yekemîn li Ewropayê hat çapkirin, çapa duyemîn jî li rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişloyê hat çapkirin. Di salvegera rizgarkirina Kobanê de hat çapkirin. Ew jî wekî diyarî li Kobanê hat kirin.

Girîngî û naveroka vê pirtûkê ev bû; ez yek ji wan fermandarên Kobanê bûm, a din jî wekî jineke, ya sêyemîn jî û ya herî girîng jî me her şerkiriye, me her têkoşiya ne lê lê hineke din dîrok û çîrokên me nivîsandine. Min xwest bi çavên min ku wan hevalan dîtine û şerê ku min di çavên xwe tomarkirine bi nivîsandinê her kes bibîne. Her kesek nas bike, her kesek bizanibe ev kî ne, keçên kurdan ên ku di wî şerî de berxwedanî kirin, dayikên ku destê zarokên xwe digirin tînin û diyarî dikin, bavên ku zarokên xwe tînin diyarî dikin ji bo ku parastina welatê xwe bike. Her hevokek tama devê her şervanek azadiyê ye. Xeyalê her kesekî/ê ku li wê derê şerkiriye. Ji bo ku şervanên ku li wir şehîd bûn ji navên wan neyê gotin mechul. Yanî di dîroka me de ji bo hevalên şehîd û gelek ji wan sax in jî min xwest ez vê peyamê bidim hemû cîhanê; ne tenê dema însan şehîd dibe dibe leheng, ên sax jî dikarin lehengiyê bikin, hinek kêlî hene di jiyana însanan de tê ku di wan kêliyan de dikare bibe leheng û tu caran ji bîrnebe. Piştre îxanet jî têde heye, kesên ku nikarin, îxanetê jî dikin. Em weke zarokên kurdan awirên me di nav têlên rêsayî de mane, ez bi nivîsandinê bikaribim wan tirîkên wan têlan biqetînim.”

Taybetmendiya pirtûkê

Kobanê bal kişand ser taybetmendiya pirtûkê û wiha got: “Ev pirtûk ne mîna her pirtûkekê ye. Şerê ku lê hat meşandin hema ne şerekî ji rêzê bû. Yanî ew dîmenên ku min bi çavên xwe tomarkirine hebûn ew hatin nivîsandin. Û hevokên ku li ser devê her şervanekî, hemû rasteqînî ne hemû yên ku min di dilê xwe de neqiş kirine.”

Jinên kurd nivîkarê jiyanê ne

Her Meryem Kobanê di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Ez ne jin a yekemîn û ne ya dawî me ku pêwîst e em rastiyên xwe bikin nivîs. Hemû jinên kurdan nivîskarê jiyanê ne. Li her deverê jin êşan dijîn lê belê bi nivîsê divê em wan êşên xwe vegurherînin lehengî û zanebûnê. Jinên kurd hetanî dawî bi hêz û xwedî vînekî xurt in. Dema derfeta azadiyê dibîne texsîr nake. Lewma ez dê hîn jî berdewam bikim ku em bikaribin ji dîrokê re mîrasekî hêja û birûmet bihêlin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar