PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn

Îktîdara AKP’ê bi propagandaya rakirina hemû qedexeyan bûbû desthilatdar. Lê belê qedexe û tundiya li ser zimanê kurdî, di dema AKP’ê de hêj zêdetir bûn. Ji sala 2016’an û şûnde hema hema her tiştekî bi kurdî hat qedexekirin û ji ber zimanê dijayetiyê, di nava 6 salên dawî de 5 kes bi sedema ku bi kurdî axaftine hatin qetilkiri

Li gorî daneyên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), li seranserî cîhanê di her du hefteyan de zimanek tune dibe. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, pêşxistina hestiyariya di vê mijarê de û teşwîqa pirzimaniyê, UNESCO’yê di sala 1999’an de biryarek da û 21’ê Sibat weke Roja Zimanê Dayikê ragihand. Piştî biryara UNESCO’yê, ji sala 2000’an heta niha li gelek deverên cîhanê di çarçoveya 21’ê Sibatê de çalakiyên cur bi cur tên kirin. Li Tirkiyeyê tenê bi zimanê tirkî perwerde tê dayîn û di serî de kurd, gelek neteweyên din jî tevî tundî û qedexeyan jî vê rojê bi çalakiyên cuda pîroz dikin. Rayedarên Tirkiyeyê dibêjin ku “qedexe nîne” lê belê bi milyonan zarokên ji neteweyên din nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Tenê li çendek dibistanan dersa bijarte heye ku ew jî tenê 1 an jî 2 saetan tê dayîn.

Rewşa berbiçav a li dibistanan ev e lê li aliyê din, di her qadên jiyanê de li dijî kurdî êrişên dijwar hene. Kesên bi kurdî diaxivin rastî êrişên nîjadperestan tên, rojname û kovarên bi kurdî tên qedexekirin, gelek konser bi hinceta kurdî tên astengkirin, nahêlin li tu saziyekî şanoyên bi kurdî bên pêşandan û li meclisê jî zimanê kurdî weke “zimanê nayê zanîn” tê pênasekirin.

Qedexe piştî sala 2016’an derketin lûtkeyê

AKP, di sala 2002’an de bi sozên weke rakirina qedexeyan, azadî, edalet û demokrasiyê bû desthilatdarî. Lê belê qedexe, tundî û êrişên li ser zimanê kurdî, di dema AKP’ê de jî berdewam kirin. Berevajî vê, qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn. Bi taybet jî piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha sala 2016’an, qedexe û êrişên li ser kurdî jî derketin lûtkeyê. Piştî hewldana darbeyê, Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin. Di çarçoveya OHAL’ê de, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) re hema hema her tiştekî li ser navê kurdî hate qedexekirin û qeyûm li şaredariyên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hatin tayînkirin. Tayînkirina qeyûman ku ji 11’ê îlona sala 2016’an ve dest pê kirin, dawî li şaredartiya pirzimanî jî anîn. Li ser malperên înternetê yên şaredariyan, kurdî hat rakirin, malên piştgiriya perwerdeyê yên ku di bin sîwana şaredariyê de dersên kurdî didan hatin girtin, navên bi kurdî yên li cade û kolanan bi navên tirkî hatin guherandin. Ev sepanên AKP’ê yên li ser kurdî, di sala 2019’an û şûnde jî bi tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam kirin.

Her tiştekî bi navê kurdî hatin girtin

Rojnameya Azadiya Welat ku tekane rojnameya li Tirkiyeyê bi zimanê kurdî weşana xwe dikir jî bi KHK’ê hate girtin. Qenala Zarok TV ku bi kurdî weşana xwe dikir hate girtin û li ser bertekan jî hikûmet neçar ma ku ji biryara xwe paşde gav biavêje. Di heman demê de dibistanên ku bi kurdî perwerde didan, Enîstîtûya Kurdî ya Stenbolê, di serî de şaxên KURDÎ-DER’ê gelek komele û rêxistinên din ên li ser lêkolîn û pêşvebirina zimanê kurdî dixebitîn jî hatin girtin. Li gel van kiryaran, hikûmeta AKP’ê her wiha Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) û Jinha ku weşanên xwe bi kurdî dikirin jî girtin.

5 kes hatin qetilkirin

Di vê pêvajoyê de AKP ne tenê bi qedexeyan bisînor ma. Di heman demê de polîtîkayeke nîjadperest û zimanekî dijayetî bi kar anî û di encama vê nêzikatiyê de, di sala 2016’an de gelek kes ji ber axaftina bi kurdî rastî êrişên nîjadperest hatin. Di vê çarçoveyê de, stranbêjê kurd Selîm Serhed di 24’ê cotemaha sala 2015’an de ji ber ku li bara lê dixebitî stranekî kurdî striya, ji hêla nîjadperest Îdrîs Unver ve hate qetilkirin. Welatiyê kurd Sedat Akbaş (21), di 2’yê îlona 2015’an de li Kagithane ya Stenbolê bi hinceta ku li ser telefonê bi kurdî axiviye, rastî êrişeke nîjadperest a 8 kesan hat û hate qetilkirin. Xebatkarên înşaetê Eren Somer (26) û Ufuk Çelîk (28), di 26’ê nîsana 2016’an de li Uşakê bi hinceta ku di navbera xwe de bi kurdî axivîne, rastî êrişeke bi kêran a komeke faşîstan hatin û birîndar bûn. Xwendekara kurd Pinar Çetînkaya li Aydinê bi hinceta axaftina bi kurdî ji pansiyonê hate derxistin. Ciwanê kurd Fîkret Aydemî ku li Agiriyê leşkerî dikir, di 10’ê gulana 2018’an de ji ber axaftina bi kurdî rastî êrişa leşkerên nîjadperest hat. Welatiyên kurd Kadîr Sakçi û kurê wî Burhan Sakçi, di 16’ê kanûna 2018’an de bi hinceta ku bi kurdî axivîne hatin gulebarankirin. Di êrişê de Kadîr Sakçi jiyana xwe ji dest da û kurê wî jî bi giranî birîndar bû.

Êrişên nîjadperest piştî sala 2019’an jî bênavber domiyan. Jina ciwan a 19 salî Şîrîn Tosun û hevalê wê Mahsûn Zeren, dema wek karkerên demsalê li navçeya Karasu ya Sakaryayê dixebitiyan, bi hinceta “silava” bi kurdî, rastî êrişa çekdarî ya 8 kesan hatin. Di encama êrişê de Tosun bi giranî birîndar bû û 54 rojan di beşa venihêrîna awarte ya nexweşxaneyê de ma û piştre jî wefat kir. Welatiya bi navê Bedriye Yaşli (71) dema li nexweşxaneyeke Çanakkaleyê ji çavê xwe dihat emeliyatkirin û hevjînê wê Ekrem Yaşli (74), ji ber axaftina bi kurdî rastî êrişa xizmekî nexweşeke din hatin. Ciwanê kurd Bariş Çakan (20) li Taxa Alsancak a navçeya Etîmesgut a Enqereyê xwest ku li parqekê bi hevalekê xwe re rûne û ji malê derket. Lê bi hinceta ku stranên kurdî guhdarî kirine, rastî êrişa nîjadperest a komeke ji sê kesan hat û hate qetilkirin.

Qedexekirina lîstêkên şanoyê

Di pêvajoyên piştre de jî bûyerên bi vî rengî hatin dubarekirin. Di bernameya 13’ê mijdara 2020’an a Şanoyên Bajêr ên ÎBB’ê de lîstika bi kurdî “Bêrû” jî hebû lê ev lîstik ji hêla walîtiya Stenbolê ve hat qedexekirin. Welatiyê kurd Îsmet Tuna, di 12’ê kanûna sala 2020’an de li Kocaeliyê bi hinceta ku di otobûsê bi dayika xwe re kurdî axiviye, rastî êrişa nîjadperest a muavîn hat. Ciwanên kurd Firat Polat dema li Edeneyê leşkerî dikir, di 12’ê kanûna 2020’an de straneke bi kurdî li gorî şêwazê xwe striya û li ser medyaya civakî parve kir. Lewma derheqê Polat de lêpirsîn hat vekirin. Lîstika şanoyê ya bi kurdî ku dê di 10’ê cotmeha sala 2020’an de li Şanoyên Bajêr ên ÎBB’ê bihata pêşandan, di demekî nêz beriya bê pêşandan de ji hêla qeymeqamiyê ve hat qedexekirin.

Qedexe û astengkirinên li ser kurdî di sala 2021’an de jî berdewam kirin. Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî ya HDP’ê bi ser navê “Astengiyên li ser kurdî” bûyernameyek parve kir û di vê bûyernameyê de gelek qedexe, astengî û êrişên nîjadperest ên li dijî kurdî hatine destnîşankirin. Çend bûyerên ku di bûyernameyê de hatine destnîşankirin ev in:

  • 2’yê Çile: Şaredariya Artûklu ya AKP’î tîpên wek X, W û Q ên bi kurdî ji tabelayên gundan derxistin û li şûna wan tîpên bi tirkî kar anîn.
  • 5’ê Çileyê: Rêveberiya Girtîgeha Wanê nehiştin ku rojnameya Xwebûnê bidin rojnameger Adnan Bîlen.
  • 12’ê Çileyê: Girtiyê bi navê Firat Dari ku li Girtîgeha Tokatê dima, bi dayika xwe re kurdî axivî. Rêveberiya girtîgehê axaftina bi kurdî weke “axaftina bi şîfre” hesiband û mehek cezayê ragihandinê lê birî.
  • 5’ê Sibatê: Di îdianameya derheqê 4 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê de stranên bi kurdî weke sûc hatin destnîşankirin.
  • 16’ê Sibatê: Nivîskar Rezan Sîdar xwest ku weke sponsor, ji bo pirtûka nivîskar Sîdar Jîr a bi navê Şerm’ê reklamê bide Googleyê. Lê belê ev daxwaz bi hinceta ku piştgirî ji kurdî re nîne hate redkirin.
  • 2’yê Adar: Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di rapora xwe de destnîşan kir ku rêveberiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê nameyên bi kurdî nade girtiyan.
  • 6’ê Adarê: Li Tirkiyeyê 20 hezar mamoste hatin tayînkirin. Ji van mamosteyan 25 jê yên dersa rûsî, 210 yên dersa almanî, 503 yên erebî û 938 jî mamosteyên dersa inglîzî bûn. Lê ji van mamosteyan tenê 3 jê yên dersa kurdî bûn.
  • 8’ê Adarê: Wezareta Karên Hundir da zanîn ku jinên rastî êrişê tên dikarin bi zimanên tirkî, farisî, erebî, inglîzî, rûsî û fransî serî li sepana KADES’ê bidin. Piştî zimanê tirkî, li Tirkiyeyê herî zêde bi kurdî tê axaftin lê belê di sepana KADES’ê de zimanê kurdî nebû.
  • 12’ê Adarê: Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dest danî ser pirtûkên bi kurdî yên girtiyan.
  • 19’ê Adarê: MEB’ê pirtûkeke bi navê “Bajarê me Amed” çap kir lê di vê pirtûkê de tenê yek peyva kurdî nehat nivîsandin. Di pirtûkê de zimanê xelkê bajêr jî şibandin zimanê xelkê bajêrê Bakû yê Azerbaycanê.
  • 25’ê Adarê: Siyasetmedar Ayla Akat Ata a ku li Dadgeha Amedê dihat darizandin xwest bi kurdî parastina xwe bike. Serokê dadgehê jê re got: “Beredayî neaxive, em ji te fêm nakin.”
  • 31’ê Adarê: Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan a li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihat darizandin, xwest bi kurdî parastina xwe bike lê axaftina wê hat astengkirin.
  • 6’ê Nîsanê: Li Lîseya Girêmîra ya Navçeya Nisîbîna Mêrdînê mamosteyek li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû, “Xwedî êdî bila tayîna min derkeve. Tehamula min ji axaftina kurdî ya van mirovan re nema.” Qeymeqamiya Nisêbînê daxuyanî da û wê mamosteyê parast.
  • 7’ê Nîsanê: Parlamenterê HDP’ê Siddik Taş ji Wezîrê Perwerdehiyê yê wê demê Ziya Selçûk derbarê perwredehiya zimanê kurdî de pirs kir. Wezîr Selçûk jî bersiva, “Ji bilî zimanê tirkî tu ziman fêrî xelkê tirk nayê kirin û nayê xwendin.”
  • 8’ê Nîsanê: Qeyûmê tayînî şaredariya Farqînê hatiye kirin tabeleya ketina bajêr a kurdî, îngîlîzî û tirkî daxist û tenê tabeleya tirkî daliqand.
  • 21’ê Nîsanê: Wezîrê Çûnehatê û Binesaziyê bersiva Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş dabû û gotibû: “Ji ber ku zimanê fermî tirkî ye di balafiran de anonsa kurdî nikare were kirin.”  
  • 5’ê Gulanê: Qeyûmê Amedê navê Cadeya Sîpan guhert û navê Abdulkadir Aksu lê kir .
  • 20’ê Gulanê: Enver Yilmaz ê 41 salî dema 20 salî bûye ji bo mafê perwerdehiya kurdî dirûşm berz kiriye û li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê hat darizandin û ceza lê hat birîn. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê cezayê Yilmaz xera kir. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wî îxrac kir û Dadgeha Îstînafê vê îxracê erê kir.
  • 30’ê Gulanê: Fatîme Demîr a li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê ji ber ku bi lawê xwe girtî Emrullah Demîr re bi kurdî axivî, 6 meh cezayê hevdîtinê dan.
  • 4’ê Hezîranê: Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce di bernameyek televizyona tirkan de axivî û pirsek derbarê zimanê dayikê de jî hatibû kirin û wî jî bersiva da û got: “Perwerdehiya bi zimanê dayikê meseleyek pedagojîk e. Zimanê kurdî ne li gorî perwerdehiya pedagojîk e.”
  • 10’ê Hezîranê: Nûdem Dûran a li Girtîgeha Baybûrdê dimîne ji ber stran bi kurdî gotiye mehek cezayê ragihandinê danê.
  • 9’ê Tîrmehê: Li mexazaya Decathlone tabelaya ku bi 30 zimanî “Hûn bi xêr hatin” hatibû nivîsandin kurdî têde cih negirt.
  • 10’ê Tîrmehê: 9 endamên DÎAYDERÊ û Kongreya Îslama Demokratîk ji ber ku bi kurdî xutbe xwendine û li pêşiya cemaetê nimêj kirine hatin girtin.
  • 19’ê Tebaxê: Selahattîn Barinç ê di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat îxrackirin serlêdana wî 3 sal şûn ve ji aliyê Komîsyona Lêkolînê ya OHAL’ê ve bi hêceta endamê KURDÎ-DER’ê bû hat redkirin.
  • 22’ê Tebaxê: Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Hulya Alokmen, endama ESP’ê Fethiye Ok Çîçek jî di nav de 9 jinên li Girtîgeha Xarpêtê girtî ne ji ber stranên kurdî gotine, di zimanek nayê fêmkirin de govendê girtine, bi zimanekî nayê fêmkirin sirûd xwendine, derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. Bi heman hêcetan cezayê hevdîtin û ragihandinê li 9 jinan hat birîn.
  • 24’ê Tebaxê: Pêşkêşkvana Show TV Dîdem Aslan di weşanê de kesek xwest bi kurdî biaxive destûr neda û got: “Tirkî biaxive, ev der Komarê Tirkiyê ye.”
  • 5’ê Îlonê: Mehmet Emîn Ado yê li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa T’yê girtî ye, jê hat xwestin ku kesên navê wan bi kurdî û tên hevdîtna wî daxwazname pêşkêş bike.
  • 7’ê Îlonê: Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksu ya qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û sê jinên din ên li Girtîgeha Sîncanê bi hêceta stranên kurdî gotine û govendê girtine mehek cezayê ragihandinê li wan hat birîn.
  • 10’ê Îlonê: Li dibistanek li taxa Onur ya bi ser navçeya Seyhana Edeneyê ve ku gelek xwendekarên kurd lê hene, nivîsa “Yan bi tirkî biaxive yan jî bêdeng bibe” ji wan re hat nivîsandin.
  • 13’ê Îlonê: Rêveberiya Girtîgeha Bakirkoyê bi hêceta stranên kurdî gotine û govend gerandine gefa cezayê dîsplînê li jinên girtî xwar.
  • 29’ê Îlonê: Li navenda Bedlîsê tabeleya ku zimanê kurdî jî nav de bi 5 zimanan Sûreya Îhlasê ya di Qûranê de derbas dibe hatibû nivîsandin hat rakirin. Piştî zimanê kurdî ji tabelayê hat derxistin ji nû ve hat daliqandin.
  • 1’ê Cotmehê: Di sala nû ya qanûnçêkirinê ya Meclisê de pergala wergerê ya dîjîtal hat çêkirin. Bi biryara parlamentoyê wê di vê pergala wergêrê de bi zimanê fransî, rûsî, îngîlîzî û erebî werger bihata kirin. Lê belê di pergalê de zimanê kurdî cih negirt. Koma HDP’ê xwest zimanê kurdî jî di vê pergalê de cih bigire lê belê Serokê Meclisê daxwaza HDP’ê red kir û biryar da ku sîstema wergerê bi t emamî were rakirin.
  • 16’ê Cotmehê: Qeymeqamiya Kadikoyê konsera Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) a salvegera 30’yemîn ku wê li Navenda Çandê ya Bostanci li dar bixista, qedexe kir.
  • 27’ê Cotmehê: Qeyûmê Amedê tabelaya kreşa zarokan “Zarokistan” a di sala 2014’an de ji aliyê Şaredariya Amedê ve hatibû vekirin guhert û navê “Kreş û Xweytîxaneya bi Roj a Bagcilarê” lê kir.
  • 14’ê Mijdarê: Qeymeqamiya Fatîha Stenbolê nîşandana stand up a “Dawiya Dawî” bêyî hêcet were pêşkêşkirin, hat qedexekirin.
  • 15’ê Mijdarê: Şaredariya Keçîorenê ya Enqereyê konsera hunermendê kurd Mem Ararat bi hêceta “Wê stranên kurdî werin gotin” qedexe kir.
  • 3’ê Kanûnê: Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimara 3’yan şertê ku kesên li girtiyan digerin “divê bi tirkî dizanibin” anî pêşiya girtiyan.
  • 4’ê Kanûnê: Rêveberiya Girtîgeha Sîncanê bi hêceta stranên kurdî gotine û govend gerandine cezayê dîsîplînê li siyasetmedar Ayla Akat Ata jî di nav de li 51 jinên girtî birî.
  • 5’ê Kanûnê: Walîtiya Mêrdînê bi hêceta pandemiyê lîstika kurdî ya bi navê “Tartufe” ya Şanoya Bajêr a Amedê qedexe kir. Lê belê piştî vê biryarê derket holê ku walîtiyê destûra lîstikek tirkî daye.
  • 8’ê Kanûnê: Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu di kêliya ku li Meclisê bi kurdî diaxivî mîkrofona wê hat girtin.
  • 31’ê Kanûnê: Îdianameya meleyên endamên DÎAYDER’ê hat qebûlkirin. Di îdianameyê de xwendina xutbeya bi kurdî sûc hat dîtin.

Sala 2022’yan jî bi qedexeya kurdî dest pê kir

Sala 2022’yan jî bi zextên li ser kurdî dest pê kir. Li Cadeya Îstîklala Taksîma Stenbolê di 29’ê çile de stranbêjên kurd ên li cadeyê bi kurdî distrîn ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan li stranbêjan da û wan binçav kir. Hêceta vê yekê jî “acizkirina derdorê” hat nîşandan. Lê belê vê yekê bertekên zêde bi xwe re anî û bi milyonan kurd nerazîbûn nîşanî vê yekê da. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar