21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Her kes li ser rewşa ziman niqaşan dike. Bi minasebeta vê rojê em jî hinek li rewşa zimanê xwe binerin. Hem em rewşa wî bibînin hem jî em balê bikişînin talûkeyên li ser ziman. Dema em bi giştî li zindîbûna ziman û talûkeyên li ser ziman binerin, raporên ku UNESCO amade kirine, hinekî me serwext dike.
Li gorî raporên UNESCO, zimanekî zindî di 6 pêngavan de tune dibe
UNESCO, li ser zindîbûna ziman û talûkeya li ser ziman gelek lêkolîn kirine û gelek rapor amade kirine. UNESCO li gorî lêkolîn û raporan zindîbûn û talûkeya li ser ziman di 6 astande nirxandin kiriye.
Li gorî asta 1’emîn ziman di ewlehiyê de ye. Li gorî vê astê ziman di nava civakê de di hemû temenî de tê axaftin. Zarok, ciwan, kal hemû bi zimanê zikmakî diaxivin û ziman zindî ye.
Li gorî asta 2’emîn, ziman ne di ewlehiyê de ye. Piraniya zarokan bi zimanê zikmakî diaxivin. Lê hemû zarok di qadên bi sînor de diaxivin.
Li gorî asta 3’emîn, ziman heta astek diyarker di talûkeyê de ye. Ziman bi piranî ji aliyê dayik, kal û pîran ve tê axaftin.
Li gorî asta 4’emîn, ziman di rewşek pir talûke de ye, ziman bi piranî ji aliyê kal û bavan ve tê axaftin.
Li gorî asta 5’emîn, Ziman di rewşek pir pir talûke de ye. Ziman ji aliyê komek kal û pîran ve tê axaftin.
Li gorî asta 6’emîn û asta dawî; ziman êdî tune bûye û miriye. Êdî kesên bi wî zimanî diaxivin tune ne.
Li gori van pîvanan her mirov dikare pir hindik rewşa zindîbûn û talûkeya li pêş zimanê xwe bibîne. Kesên ku dixwazin zimanê xwe biparêzin, divê li gorî asta van pîvanan tedbîran bigirin.
Lê tenê dîtin û analîza li ser ziman têr nake. Divê mirov hinekî sedema mirina ziman fêr bibe û li gorî wê tedbîran bigire.
Dema ku em nebatekî bifikirin, ji bo ku ew nebat her tim zindî bimîne, divê hin faktok çalak bin. Yek jê divê berî her tiştî roj, av û ax hebe. Dîsa divê karibe fotosentezê bike. An jî divê nefes bigire û bistîne. Eger ax tune be, divê proteîn, mînarel û xwireka xwe ji avê temîn bike. Av û roj nebe nabe.
Ziman jî wisa ye. Ji bo zimanek bijî divê Dayik û bav, kal û pîr zarokên xwe fêrî ziman bikin. Çawa ku dema tîrêjên rojê xwe berdidin ser axê, nebat jî berê xwe didin tîrêjên rojê û nefesê (fotosentez) ji tîrêjên rojê distînin, divê dayik û bav jî wekî rojê fêrkirinê bidin zarokan û zarok berê xwe bidin dayik û bavên xwe.
Disa faktorek din ê ku dihêle zimanek tune bibe heye. Kesên çotkarî û çandiniyê dikin gihayê biyanî ango zexeliyê dizanin. Ew zexelî di nava zeviyê de çê dibe, dibe sedem ku gihayê din an lawaz bibe, an jî tune, Piştî çend sal di ser çandiniyê re derbas dibe, ger ku eşêfa wan zexeliyan neyê kirin, demek şûnde êdî giha û nebatê esasî tune dibe, li şûna wî gihayê zexelî serdest dibe. Zexelî dibe kujerê pinçarê esasî.
Di ziman de jî wisa ye. Eger zimanekî biyanî di nava zimanê din de belav bibe û ew zimanê biyanî serdestiyê li ser zimanê niştecîhî bike, pişt re li dijî zimanê biyanî berxwedana zimanê niştecîhî tune be, piştre ji bo parastina zimanê niştecîhî, eşêfa li dijî zimanê biyanî tune be, dawiya dawî zimanê biyanî li ser zimanê niştecîhî serdest dibe û wî tune dike. Zimanê biyanî piştî çend salan dibe kujerê zimanê niştecîhî.
Niha em hinek din şênber bikin. Ji bo kurdan kurdî zimanê esasî û niştecîhî ye. Tirkî jî zimanê biyanî û serdestan e. Niha Tirkî bi rêya dibistan, televizyon û pirtûkan di nava zimane me de belav dibe. Bi gotinek din giha û pincarê biyanî (zîwan, xurêr, şerabok hwd) ku ji derve hatiye di nava gihayê baxçeyê me de belav bûye. Ji ber ku kurd zimanê kurdî li dijî tirkî naparêzin, zimanê tirki bi hêsanî bandora li ser zarokan dike. Ji ber ku parastkina zarokan a li dijî ziman lawaz e. Piştî demekê zimanê tirkî di nava zarokan de reh û şaxan berdide û serdest dibe. Ger ku dîsa parastina kurdî tune be û şerek li dijî zimanê biyanî (tirkî-erebî-farisî) tune be, çend sal şûnde tirkî serweriya hemû ziman dixe kontrola xwe û civakê dîl digire. Dibe kujerê zimanê kurdî.
Niha li şûna ku em eşêfa zimanê tirkî bikin û tirkî ji nava zeviya xwe derxin, em diçin zimanê xwe hildibijêrin. Dema ku em tirkî ji nava zimanê xwe derxin û zimanê xwe safî bikin; ji xwe bi awayekî xwezayî tenê zimanê me di nava zeviya me de dimîne.
Lê dema ku em zimanê xwe hilbijêrin û dest zimanê terkî nedin, ew zimanê biyanî yê ku serdestiyê li ser me dike, dê dîsa serdestiya xwe berdewam bike. Dê dîsa bibe siwana li ser zimanê me. Dê dîsa nehêle ku tirêjê rojê bigêje nebat û gihayê hewşa me.
Çareserî ne hilbijartine. Çareserî paqijkirina zimanê biyanî ya ji nava baxçe û hewşê ye. Kengî me zimanê biyanî ji mala xwe derxist, kengî me zimanê biyanî ji bax û baxçeyê xwe derxist wê demê bi awayekî xwezayî zimanê me derdikeve holê û geş dibe. Ziman dizê malê ye. Tê zimanê me ji me didize û asîmîle dike. Divê em diz ji mala xwe derxin.”