Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

KCK: Ziman ji bo kesên nizanin na ji bo kesên ku neaxivin dimire

 

KCK’e Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê  pîroz kir û got “Divê em ji bîr nekin ku zimanek ne ji bo ku yên pê diaxivin kêm in; ji bo ku yên pê dizanin neaxivin, xwedî lê dernakevin û ji bo wê tênakoşin tune dibe, dimireKomîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê peyamek weşand.

Di peyama KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Ziman ji bo gelekî nasname ye, azadiya ramanê ye, hebûn e; em xwedî li nasnameya xwe, azadiya xwe û hebûna xwe derbikevin. Ziman beden e, xwedî li bedena xwe derbikevin.

Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê di serî de ji Rêber Apo re ku hêviya azadiya gelekî ya çand, nasname, ziman û hebûna wê hatiye qedexekirin û tune hatibû hesibandin gihand asta têkoşîneke bêhempa û di vê oxirê de tu astengî nas nekir, li şehîdên me yên nemir ku di oxira hebûn, ziman, nirx û azadiya gelê xwe de mirin weke bidawîbûnek nedîtin û xwe gihandin nemiriyê, her wiha li gelê me yê berxwedêr ku di gel her cure qedexe, zext, çewisandin, îşkence û înfazan stranên bi zimanê xwe, çîrokên wêrekiyê vegot, dengê tilîliyên xwe bilindkir û li hember neyar çok nedan, pîroz be.

Ziman ku yek jê hêmana herî sereke a mirovbûn û civakbûnê ye, di afirandin û pêşxistina çanda civakî de jî hêmana sereke û amûra danûstandinê ye. Di vê wateyê de her zimanek hilgirê çandekî ye jî.

Ziman ne tenê hêmana bingehî a avabûna hişmendiya civakî di heman demê de hêmana bingehîn a avakirina civakî ye jî.

Gelekî dema ku xwedî li zimanê xwe derbikeve dibe gel û bi tenê wisa dikare civakbûna xwe biparêze û pêşde bibe. Di vê wateyê de ziman hîma sereke a bîra hevpar e. Pêşketina civakê hemtayê pêşketina ziman e. Berevajî wê jî rast e; civaka zimanê xwe wendakirî, ev civak e ku hebûna xwe jî wenda kiriye. Ji ber ku ziman jî weke çanda bîra hevpar a civakan e; tê wateya daneheva hişmendiya civakî, raman, hest û nirxên civakî û teyisandina wan. Civakekê bi çiqasî zimanê xwe yê zikmakî xurt kiribe, ewqasî jî standardên xwe ên jiyanê xurt kiriye. Civaka zimanê wê hatiye qedexekirin zimanê xwe wendakiriye û ketiye bin destê dagirker û serdestên zimanên din, ew civak e ku bi dagirkerî, bişaftin û qirkirinê re rû bi rû hatiye hêştin.

Li gel pêşketina kapîtalîzmê polîtîkayên fermî ên dewletan ji destpêkê heya îro li hember hebûna zimanan metirsiyeke jiyanî ye. Di destpêka sedsala 20’an û pê de li gelek deverên cîhanê bi sedema dewlet-netewên yekdest ên hatine damezrandin, gelek welat bûne goristana zimanan. Netewe-dewlet bi polîtîkayên xwe ên qirkirina ziman û çandê, di hemû qadên jiyanê de perwerdeya bi yek zimanî wek neçariyekî li ser gelan ferz kirine. Riya sereke a bişaftina civakeke qedexekirina zimanê wê civakê ye. Bê şik, ji bo civakekê wêraniya herî mezin ev e bi zimanê xwe neaxive, zimanê xwe ji bîr bike û ji zimanê xwe dûr bikeve. Aşkera ye ku civaka zimanê xwe ji bîr kiriye, bi mîsogerî wê çanda xwe, dîroka xwe, nasnameya xwe û herî dawî jî wê bîra xwe wenda bike. Ev yek qira civakî ye ku ji hêla hişê netewe-dewlet bi domdarî tê meşandin.

Di vê wateyê de bi riya şoreşa ziman ku beriya bi deh hezaran salî li ser xakên Kurdistanê bi pêşengiya jinên kurd hatiye pêşxistin, di gel ku mohra xwe li pêşketina mirovahiyê daye, îro li ser heman xakî ji gelê me yê şoreşa ziman pêşxistî re di zimanê xwe de xwendin, nivîsandin, stran, siyaset, ken, girî û heta wek Apê Musa gotî fîtiklêdan jî hatiye qedexekirin.

Digel qedexekirina bi azadî bikaranîna zimanê zikmakî di hevpeymanên Ewropa û Neteweyên Yekbûyî de jî wek qirkirina çandî tê pênasekirin, netewe-dewletên tirk, fars û ereb ziman û çanda kurdî xistine nav pencên qirkirinê,  gelê me ji hemû derfetên perwerdeya bi zimanê zikmakî bêpar hêştine. Ziman û çanda kurdî bi hemû hêmanên xwe ên weke wêje, dîrok, muzîk û hwd tune hatiye hesibandin, di nav ziman û çanda dewletên serdest de bi tûnebûnê re rû bi rû hatiye hêştin. Li beramber ev kiryarên faşîzan ên dij mirovî a bi destê netewe-dewletan li hember ziman û çanda me tê birêvebirin ku di cîhanê de mînakeke din a vê yekê tuneye, bêdengiya rêxistina UNESCO a girêdayê Neteweyên Yekbûyî jî, di asta erêkirin û piştgirîdana vê qirkirina zimanî û çandî ya bi rojane tê birêvebirin de ye.

Di van rojên em roja ziman a cîhanî pîroz dikin de jî mirovên kurd ji ber ku perwerdeya bi zimanê kurdî didin tên darizandin û cezayê girtîgehê li wan tê birîn, ji ber gotina stranên kurdî tên kuştin, saziyên bi hezar zehmetiyan hatine vekirin tên girtin, li dadgehan pêşî li parastina bi zimanê zikmakî ya mirovên li zindanan hatine dîlgirtin tê astengkirin û di derbarê kesên li ber muzîka kurdî dîlan digirin de fezleke tên amadekirin.

Heman hişmendiya faşîst a ji exlaqê bêpar li hêla din jî kurdiya divê bikeve bin ewlehiya destûra bingehîn, di dibistanên navîn de dadixe asta ‘dersa bijarte’ û qaşo qencî ango lutfê bi kurdan dike. Bîra dewleta dagirker a tirk bi vê şêweyî di hêlekî de hewil dide ji cîhanê re ragîhîne bê ka bi çiqasî demokratîk e, li hêla din jî ji gelê me re dibêje; “Ez ê çiqasî bidim, tu yê qîma xwe bi hewqasî  bînî ango têrê bibînî.” Divê dewleta tirk a faşîst vê yekê baş bizanibe ku; gelê me di vê mijarê de li hember vê siyaseta xistina ji têkoşînê, wê di nav sekneke têkoşer de be û bi lîstikekî wiha yê erzan nexape. Divê bi mîsogerî bê zanîn di hemû astên perwerdehiyê de perwerdeya bi zimanê zikmakî ne lutûf e, mafek e; tişta jê re dersa bijarte tê gotin, zimanekî duyemîn yê li derveyî zimanê zikmakî ye. Perwerdeya bi zimanê zikmakî ku mafekî gerdûnî ye nikare bibe waneyeke bijare.

Di van mercên neyeksan de ku tunekirin li ser gelê me tê ferzkirin û di tu zagonên navnetewî  yên li ser mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê de cih ji kurdan re nayê dayîn, tişta bi tenê bê kirin; di hemû warên jiyanî û zagonî de ji her demê bihêztir meşandina têkoşîna xwedî lê derketin û pêşdebirina hebûn, nasname û ziman e.

Li ser vê hîmê modela perwerdeya  Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû gelên ku li herêm û cîhanê tekoşîna hebûn, nasname û ziman dimeşînin, mînaka herî bê hempa ê heza cewherî û vîna cewherî ye. Nîşaneya herî bihêz a esas girtina wekhevî, azadî, mafê zarokan, demokrasî û mafê mirovan e û li hember jiyana li ser me hatiye ferzkirin îspata pêkanbûna jiyanekî din, jiyanekî pirzimanî û pirçandî ye.

Em Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê careke din diyar dikin ku; mafê perwerdeya zimanê dayikê û bi rengekî wekhev sûdgirtina ji vê mafekî gerdûnî ye. Di vê wateyê de daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din meşrûtir e. Divê em ji bîr nekin ku zimanek ne ji bo ku yên pê diaxivin kêm in; ji bo ku yên pê dizanin neaxivin, xwedî lê dernakevin û ji bo wê tênakoşin, tune dibe, dimire. Lewra pêwîst e gelê me li her cihê lêye axaftin û nivîsîna bi kurdî wek çalakiya nemiriya zimanê dayikê bibîne, li her cihî, têkoşîna mîsogeriya perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina astengiyên zagonî a li pêş bikaranîna zimanê dayikê têkoşîneke bi hêz û domdar bimeşîne û tu caran rê nede polîtîkayên bişaftinê ên bi feraseta yekzimanî. Bi vê boneyê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê careke din li gelê me û ji hemû gelên têkoşer re pîroz be.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar