Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Endama Koordisyona KJK’ê Hêvî Nûda bi boneya 8'ê Adarê de axivî û bal kişande ser zext û zordariya li ser jin û ciwanên kurd ên di dema AKP-MHP'ê de û diyar kir ku li Kurdistanê û Tirkiyê êrişên li dijî jinan hatiye asta qirkirina jinan

Endama Koordisyona KJK’ê Hêvî Nûda diyar kir ku di şexsê jinan de êrîşên şerê taybet ê AKP-MHP’ê civaka me dike hedef, êrîş weke polîtîkayeke bipergal a dewletê, her roj bi hemû sazî û derfetên dewletê tê geşkirin. Polîtîkayên weke tecawiz, fihûş, madeyên tiryakê, sîxûriyê, bi şantajê teslîmstandina malbatan bûye polîtîkayeke sereke ya dewletê.”

Nûda di axaftina xwe de diyar kir ku girîng e ku li ser ve mijarê nêzîkatiyeke wiha derkeve holê ku ne tenê jin, civak bi giştî bîrewer bike, rêxistiniya xweparastinê bike û tev li nav têkoşînê bike, divê malbat hay ji van polîtîkayên li ser ciwanan hebin û malbat werin ronîkirin û got, “Tevgerên jinan, rêxistinên civaka sivîl, divê xebatên wiha bikin ku polîtîkayên şerê taybet pûç bikin, jinan û ciwanan ronî bikin.”

Endama Koordisyona KJK’ê Hêvî Nûda bal kişande ser rola ciwanan û wiha axivî: “Di serî de ciwan banga me li gelê me ew e ku li dijî van kirinên qirêj ên şerê taybet weke pêdiviya civakîbûnê û ji bo ku bi rengê civakê bimîne divê karibin berevaniyê bikin. Li dijî êrîşên li ser jinan û civakê, rêxistiniya xweparastinê û geşkirina vê dive mafê me ê herî rewa. Di serî de malbat û rêxistiniyên civakî ev berpirsyariya civaka me ye û divê zêdetir bihestiyar bin. Di serî de tevgerên jinan, rêxistin û saziyên civakî divê bibînin ku li ser mijara ku êrîşên şerê taybet, hişmendiya zilamserwer û rastiya pergalê bi ciwanan bidin fêhmkirin, li ser mijara afirandina hişmendiya kûr a jinan û ya civakê kêmasiyên me hene.

Her wiha di serî de xweparastin, li qadên aborî, civakî, siyasî, çandî û gelek qadan li ser hîmê polîtîkaya berbiçav û projeyan, ji ber ku me nekariya ku ciwan rêxistiniya xwe ya resen ava bikin, li ser hewcehiyên li vê qadê bûye sedem ku dijmin têkeve nav dijminê me. Girîng e ku li hemû qadan di serî de jin û ciwan, divê mirov projeyên berbiçav û polîtîkayên ku civak pê hewce ye werin danîn û li ser vê bingehê rêxistinî were kirin.”

Hêvî Nûda derbarê armanca pêngava ‘Li dijî qirkirina jinan dema parastina jinan azad û civakê ye’ ev tişt anî ziman: “Bi qasî têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirina jinan ya AKP-MHP’ê ya faşîst, li dijî polîtîkayên qirkirinê ya pergala zilamserwer, dibe helwesta têkoşîneke gerdûnî ye. Pêngava me, li dijî rastiya ‘qirkirina’ jinan, têkoşîna bi îdîa û biryardariya jinan azad e û pê ve girêdayî civaka azad, gaveke jiyanî ye. Pêngava me, di serî de jin, li hemû qadên jiyanê, rêxistiniya hişmendiya xweparastinê ya civakê li ber xwe datîne. Armanca pêngavê hem li dijî êrîşên dijmin zêdetir rêxistin, xurtbûn, geşkirina têkoşînê, her wiha berbelavkirina paradîgmaya azadiyê ya li ser îdealame me ya jin, civaka azad e. Pêngava me datîne ber xwe ku sedem û daxwazên me bi têkoşîna jinan re ku li cihanê geş bûye zêdetir bibe hevkar û bi hev re têkoşînê geş bike.”

Nûda di nirxandina xwe de da zanîn ku pêngava wan encamên girîng bi xwe re anîne û ev agahî da: “Xasma jî li qadan, di wan rewşan de ku rêxistiniya me ya jinê bi nêzîkatiyeke cidî ne, bêhtir xebatên jinan datînin ber xwe û bi stratejîk nêz dibin, encamên girîng bi xwe re aniye. Çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê kiriye ku têkoşîna ya vê pêngavê geş û gurtir bibe. Her çendî me bi rengê tevgera jinan kurdistanî dest bi têkoşînê kiribe jî, paradgîmaya ku Rêbertiya me ji bo azadiya civakî û jin kirî navendê, bi vê perspektîfa têkoşînê ya ku li ser vî hîmî geş bûyî, bûye xwedî xisletekî gerdûnî ye. Em îro xwedî paradîgma û îdeolojiyeke wiha ne ku bersive dide lêgerîna têkoşîna jinên cîhanê. Yek ji sedema ku bi asta cîhanî paradîgmaya Rêbertî bi dilgermî tê pêşwazîkirin û sedema xwediderketina li vê, xisletê azadîxwaz a paradîgmaya me ya jinan û îdeolojiya me ya rizgariya jinan e.

Şoreşa Rojava ku berbiçavbûna paradîgmaya Rêber Apo ye, bi rengê şoreşa jinan xwe vedibeje û wiha pêk tê. Li cîhanê gelek tevgerên jinan li vê şoreşê xwedî derdikevin, piştevaniyê dikin, îro li nav tevgerê ji netew û rengên cuda tev li têkoşînê dibin, li gelek qadan paradîgmaya rêbertî, di perspektîfên têkoşînê de ji xwe re esas dibînin. Di vê rewşê de ne tevgereke wiha ye ku ji hêla paradîgmayê ve bûye gerdûnî, her wiha bi fiîlî pêşengiya têkoşînê jî dike.”

Nûda wiha dirêjî da axaftina xwe: “Halê hazir em di nav gelek platformên herêmî û navnetewî de ne, di nav torên jinan û yekitiyan de ne. Hinan jê rasterast em rêxistiniya wan diin. Di van platforman de em dibînin gelek hêvî ji me têne kirin. Xasme jî em weke tevgera jinan a Rojhilata Navîn, giringiyê didine piştevaniya jinan a heremî. Li ser vê bingehê, li ser hîmê afirandina zemîna têkoşîna hevpar, hin xebat û platform pêş dikevin. Li ser ceribandinê xwe, em projeya xwe ya Konfederalîzma Demokratîk a Jinan a Cîhanê li ber tevgerên tevgerên jinan ên cîhanê datînin. Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanî, rengên resen ên xwecih ên jinan, cihêrengiya wan, li ser geşdana wan a li ser dînamîkên civakî û çandî esas dibîne û ew çend girîng e. Têkilî pergala rêxistiniya tevgera jinan mijareke ku pir tê nîqaşkirin ew e ku pirsgirêka xwecihî-gerdûnî ye. Projeya me ya Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanê, li ser vê dubendiyê jî nêzîkatî û perspektîfa çareseriyê ye.”

Nûda diyar kir berê têkoşîna jinan tenê bi rojekê dihate sînordarkirin lê îro jin her roj li qadên têkoşînê ne û wiha got: “Belkî starta têkoşîna îsal 8’ê Adarê were dayin, lê mirov perspektîf û plansaziya têkoşînê ya ku li salekê berbelav bûye li nav gelek tevgerên jin dikare bibîne. Ji aliyê me ve jî, êrîşên zêde yên dijmin, hewldanên dagirkirinê, siyaseta îmha û înkarê hewce dike ku her gav berxwedanî û têkoşîn were geşkirin.

Em tevgerên jinan, nêzîkatiya me ya li têkoşîna sala 2022’an divê bi wî rengî be ku em dînamîkên xwe yên têkoşînê û rêxistiniya xwe geş bikin .Heke em karibin argûmanên ku pergala zilamserwer weke kemînê li ber jinan datîne ji bo hedefên xwe yên têkoşîna esasî bi kar bînin, bikin bin xizmeta têkoşîna xwe, dibe xwedî maneyekê. Her wiha em baer dikin li asta xwecih, herêmî û navnetewî em ê yekîtiya xurt a jinan û pergala vê ava bikin, zemînên têkşoşîna hevpar xurt bikin û têkşîna xwe geştir bikin. Her wiha jin ne tenê li hin qaden diyar, li hemû qadên jiyanê divê rêxistiniya xwe û têkoşîna xwe geş bikin. Em di pêvajoyeke wiha de ne ku tundî, tacîz, êrîşên li ser destkefiyên jinan bûye polîtîkayeke dewletê. Ji vî alî ve em pir girîng û jiyanî dibînin ku jin xasma jî li ser xweparastinê rêxistiniya xwe bikin.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda li ser hedefên xwe yên 8’ê Adara îsal diyar kir li ser hîmê pêngava ‘li dijî qirkirina jinê dema parastina jina azad û civakê ye’ çalakî vê 8’ê Adarê werin asta herî bilind ûev tişt got: ‘’Di serî de 8’ê Adarê di hemû pêngav û bernameyên xwe de em azadiya Rêber Apo dixin navendê. Dibe ku hin derdor fêhm nekin bê ka çima em jin û gel azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Gelê kurd, xasma jî jinên kurd pir serwextî vê vê rastiyê ne û xwedî wê perspektîfê ne ku li azadiya rêgbertiya xwe asê bûne, xwedî perspektîfa têkoşîneke wiha ne ku azadiya rêbertiya xwe kirine navenda têkoşîna xwe. Ji vî alî ve têkoşîna me ya jinan û têkoşîna azadiya Rêbertî ji hev ne qut in, têkoşînên wiha ne ku hev xurt dikin. Bi vê bingehê em jin bi wê îdîa û biryardariyê ne ku têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêbertî geştir bikin.”

Nûda bi berdewamî anî ziman ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 8’ê Adarê de divê rûyê herî tarî yê pergala faşîst a AKP-MHP’ê, dijminê jinan bikin hedefa xwe ya sereke ya têkoşînê, bal kişande ser ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li gel hemû zext û zordariya faşîzmê dawiya faşîzma AKP-MHP’ê nêzîk bûye û got, ‘’Bi pêşengiya jinan, bi têkoşoîna hevpar a gelên me zemîna hilweşandina faşîzmê ji her demê zêdetir bûye. Ev 8’ê Adarê bi pêşengiya jinan, divê bibe startana geşkirina têkoşîna civakî û û hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê.”

Nûda bal kişande ser kêmasiyên di vê qadê de, destnîşan kir ku li Kurdistanê û Tirkiyê jin û ciwan li dijî faşîzma AKP-MHP’ê rehet in lê li ser mijara geşkirina têkoşîna hevpar a ji bilî hin derdoran, bi bandora hişmendiya milliyetgiriyê kurd tenê têne hiştin û wiha got: “Di mijareke weke têkoşîna jinê de jî ku mijara jinê mijareke ji neteweyê wêdetir e nêzîkatiyên milliyegir-şowenî têne geşkirin, helwesteke wiha ku jinên kurd û têkoşîna wan tenê were hiştin derdkeve holê. Em pê dizanin ku ev polîtîkayeke dewletê ye. Li gel van hemû kêmasiyan em li ber xwe datînin ku bi tevgerên jinan ên Tirkiyê re hevkarî werekirin, li dijî vê desthialatdariya AKP-MHP ya dijminê jinan 8’ê Adarê bi pêşengiya jinan têkoşîna civakî zêdetir were geşkirin.”

Nûda her wiha ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê jinên kurd, ereb, asûr, ermen, êzîdî zêdetir bi yek bin û hevkariyê bikin, li Mexmûr û Şengalê jî jin di 8’ê Adarê de bi rabûna xwe û helwesta têkoşînê wê peyameke girîng bidin faşîzmê û hevkarên wan û got: “Jinên li Şengalê û Mexmûrê bi rawesta xwe ya li ser jiyana azad û birûmet û biryardariya xwe vê 8’ê Adarê zêdetir nîşan bidin.”

Hêvî Nûda her wiha got li başûrê Kurdistanê jî li dijî nêzîkatiyên desthilatdarê yên zilamserwer jin 8’ê Adarê bi bîreweriya zêdetir û rêxistinî li qadan bin, li dijî polîtîkayên li ser jinan û civakan a di şexsê PDK’ê de jin wê zêdetir qadên xwe yên jiyanê ava bikin, pergala xwe deynin û rêxistinî bibin. Di rojên têkoşîna hevpar de ya weke 8’ê Adarê divê jin hem li navxwe û hem li derve zemînên têkoşîna yekîtiyê xweş binirxînin.”

Têkilî têkoşîna jinan a li Ewropayê û derveyî welat jî Nûda ev tişt anî ziman: “Ev 8’ê Adarê wê bibe 8’ê adareke wiha ku têkoşîna me ya azadiya jinê, asta xwedîderketina li Rêbertiya me li qada navnetewî zêdetir bibe. Em hêvî dikin ku 8’ê Adara îsal li hemû qadên me yên tekoşînê, jinên Kurd û dostên Kurdan li azadiya Rêbertiya me û ji ber vê jî li azadiya jinan û civakê zêdetir rawestin û biryardar bin.”

Hêvî Nûda wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em jin ji cografyayên cuda, ji reng, çand, bawerî û çînên cuda jî bin, hedefa ku em ê hesab jê bixwazin; zîhniyeta bi serweriya mêr e ku li dijî jinan û gelan hatiye avakirin. Di têkoşîna dijî vê sîstemê de, ji ber şert û merc û rastiyên em di nav de ne dibe ku karê me yê sereke di sedemên me yên têkoşînê de ji hev cuda bin. Lê belê sedemên me hemû, lewma jî têkoşîna me wê li dijî hedefekê be: ew jî sîstema bi serweriya mêr e. Lewma em jin ji her demê bêhtir xwedî sedeman e ku li dijî sîstema bi serweriya mêr têbikoşin. Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê re ku em ê biryardariya xwe ya di têkoşînê de lê mezintir bikin, jin ji her demê bêhtir bi hev re xurt in. Weke jin ji her demê bêhtir em xwedî hişmendî, amûr û tecrûbeya têkoşînê ne. Lewma jî di şexsê jinan de em bawer dikin ku gel û bindest wê bi ser bikevin.

Li ser vê bingehê bi navê KJK’ê em îdîa û biryardariya xwe ya têkoşînê ji bo jinan û gelê xwe diyar dikin û 8’ê Adarê roja têkoşînê li hemû jinan pîroz dikin. Di sala nû ya têkoşînê de jinan hemûyan ê ku di nava lêgerîna azadiyê û sekna têkoşînê de ne silav idkin û di têkoşîna wan de serketinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar