Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Fermandar Sûrûc: Serokatî komployê pûç kir

Yek ji fermandarê HPG’ê Hawar Sûrûc: “Heta ku Rêber Apo di warê fîzîkî de azad bibe wê ev têkoşîn bidome. Em li ser vî esasî şer dikin û em ê wisa şer bikin”

Yek ji Fermandarê HPG’ê Hawar Sûrûc komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû û ji ser de 23 sal derbas bûye, bi tundî nalet kir û wiha axivî: “ Em dikevin sala 24’emîn a komployê û divê di vê 23 salan de mirov her roj xwe ji ber çavan derbas bike. Her roja ku Rêber Apo di warê fîzîkî de nehatiye azadkirin, ji bo me mijara rexneyê ye. Em careke din vê roja reş şermezar dikin û hemû şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi rêzdarî bi bîr tînin. Hemû hêzên ku rola wan di vê komploya navneteweyî heye lanet dikin.”

Hawar Sûrûc da zanîn ku ji bo hêzeke leşkerî lanetkirin têr neke û wiha got: “Bi pratîka xwe ya leşkerî û têkoşînê divê em  bibin bersiva hêzên komplogeran. Em dibêjin di warê fizîkî ji ber ku Rêber Apo li ku be jî di warê mejî de azad e. Lê rastiyek heye ku di warê fîzîkî de di bin esaretê de ye. Berê jî li ser rêber û pêşengên kurdan bi rêya îxanetê komplo hatin kirin. Lê komploya li ser Rêber Apo ji yên berê berfirehtir e. Armanca komployê ev bû ku di şexsê Rêber Apo de gelê kurd tunebikin. Komplo ji aliyê hêzên emperyalîstan ve hat kirin dewleta tirk bi tenê gardiyantiyê kir. Amerîka, Îngîltere, Îsraîl û hinek dewletên ewropî di vê komployê de cih girtin.

‘Dijmin matmayî ma’

Sûrûc bi bîr xist ku komplogeran bi girtina Abdullah Ocalan xwestin tevgera kurd biqede lê wî bi hezaran pêşengan ava kiribû û ev tişt anî ziman: “ Rast e bêguman kes nikare şûna Rêber Apo dagire, lê Rêber Apo bi salan ked da û kadroyên ku karibin vê têkoşînê bi rê ve bibin û bimeşînin ava kir. Ji ber vê mirov dikare bibêje ku daxwaza komplogeran di qirika wan de ma. Wezîreke karê derve ya Amerîkayê bi xwe jî diyar dikir û got, me texmîn nedikir li hemberî girtina Ocalan helwesteke ewqasî xurt derkeve pêş. Ji ber ku rastiya Rêber Apo nas nekiribûn. Nizanibûn ku Rêber Apo bi salan civaka Kurdistanê bi rêxistin kiriye. Dema ku hevalan li dora Rêber Apo xwe kirin xeleqên ji agir, dijmin matmayî mabû. Vê îtîraf jî kirin.”

Ocalan komployê pûç kir

Sûrûc diyar kir ku komploya hatiye kirin ne bi tenê li dijî gelê kurd  hatiye kirin û wiha got: “Komplo hem li hemberî kurdan hem jî li hemberî gelên Tirkiyeyê bû. Polîtîkaya hêzên emperyalîst ev bû ku bi girtina Ocalan gelê kurd û tirk li hemberî hev şer bikin. Heke Rêber Apo negota bisekine, wê bi hezaran kesan xwe feda bikirina, wê xwe bikirina bombeyeke zindî û di nav dewleta tirk de biteqandana.  Kadro jî û gel jî ji vê re amade bû. Armanca wan ev e bû ku hêzan bera ber hev bidin û li ser wan desthilatdariya xwe bide ferzkirin. Ev polîtîkaya desthilatdariyê gelekî kevn e lê ji ber ku Rêber Apo bi vî tiştî dizanibû, pêşiya vê girt û komployê pûç kir.

Me bi hestiyarî digot, em ê xwe bikin bombe û di dewletê de biteqînin lê tarza tolhildanê ya Rêber Apo ne wekî ya me hestiyar e û ne biçûk e. Serokatî bi mejiyekî sakîn û bi lênihêrtineke kûr, xwest pêşiya siyaseta demokratîk veke û jixwe piştre agirbest hate îlankirin. Ev ji bo pûçkirina komployê bû. Berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ asta xwedîlêderketina Serokatî da nîşandan. Di wan deman de bi hezaran pêşniyazên çalakiyên canbexşane hatin kirin. Ji ber ku Serokatî da sekinandin, ev tişt sekinî yan na hemû gerîlayên HPG’ê amade bûn canê xwe ji bo Rêbertiya xwe feda bikin. Di wê demê de amadekariyên mezin jî hebûn lê ji ber ku Rêber Apo bi demdirêjî hesaban dike, kûrahiya dîrokê dizane û rastiya dagirkeriya tirk dizane û ya herî esasî dizane wê çawa tolê ji neyaran bistîne.”

‘Bi saya Rêber Apo em bi vî ruhî li ber xwe didin’

Fermandarê HPG’ê Hawar Sûrûc diyar kir 23 sal ji ser komployê derbas bûye lê komplo didome û got “Armanca komployê hat pûçkirin lê divê ev rastî jî were dîtin, komplo bi giştî neqediyaye. Berxwedana li Werxelê, Girê Sor û Zendûra û ya li qadên din hemû ji bo pûçkirina komployê ne û ev têkoşîn bênavber didomin. Carinan em dibêjin Rêber Apo û gel lê ev jî heye Rêber Apo gelê kurd e. Ev komploya tê meşandin jî li hemberî rastiya Kurdistanê ye. Ji ber vê gel xwedî lê derdikeve. Kadro û şervanên HPG û PKK’ê bi vî ruhî di sala 2021’an de bi mehan li ber xwe dan. Rêber Apo ev ruh di nav gerîlayên HPG’ê de daye avakirin, ew ruh hîn jî didome. Ev tişt heye Rêber Apo têxin nav deh dîwaran jî Rêber Apo di nav dil û mejiyê me de ye. Rêber Apo ji me fikrek e ne kes e. Ne bi mehan em dikarin bi vî awayî bi salan jî li ber xwe bidin. Dewleta tirk û raya giştî divê baş bi vî tiştî bizanibin. Bi saya Rêber Apo em bi vî ruhî li ber xwe didin, ev hêz di nav hemû gerîlayên azadiyê de heye.”

Cîhan li Ocalan xwedî derdikeve

Sûrûc da zanîn ku ew ê di sala 2022’an de li hemberî êrîşên dewleta tirk têbikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet çi jî bike nikare me ji hedef û armanca me û ji girêdayîna me ya bi Rêber Apo dûr bixîne. Kîngê li ku çi dibe bila bibe, em ji vê re amade ne. Dema ku me soz da Rêber Apo, jixwe me bi vî tiştî dizanibû. Heke kesek di warê bîrdozî, felsefî, fikr û leşkerî de amade be, tu hêz nikare wê têk bibe. Di şexsê dewleta tirk de em li hemberî desthilatdariyê şer dikin. Em li hemberî feraseta talanker a ku dixwaze dinyayê têxe nav destê xwe, em şer dikin. Ji ber vê hemû gelên bindest li dora felsefeya Rêber Apo xwe dibin xeleq û xwe ava dikin û wisa piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê. Di qada navneteweyî de pêşeng û zanyar bi daxuyaniyên xwe xwedî li Rêber Apo derdikevin.”

Sûrûc wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta ku Rêber Apo di warê fîzîkî de azad bibe wê ev têkoşîn bidome. Em li ser vî esasî şer dikin û em ê wisa şer bikin. Em naxwazin têkeve saleke bêyî Serok Apo. Em li ser wê biryarê ne ku sala 24’emîn a komployê em ê bi azadiya Serokatî bi dawî bikin. Heta dawiyê bîr û baweriya me heye. Di warê leşkeri, bîrdozî de amade ne û gel jî ji vê re amade ye. Gelên bindest jî xwediyê hêviyeke wisa ne. Em ê bi gerîlayên sedsala 21’emîn ên xweseriya demokratîk em ê taktîk û tarzên nû, em ê vê pêvajoyê pêşwazî bikin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê nesekinin.Gel, militan, Rêberê me û fikrên wî hene, ev ji bo serkeftinê bes e. “

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar