Kampa Mexmûrê ango Şehîd Rustem Cûdî ya girêdayî wileyeta Mûsilê ev sê sal in di bin ambargoya PDK’ê de ye. Li kampa ku qaşo di bin Parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, nêzî 12 hezar kurdên ku di salên 93-95’an de ji ber zextên dewleta tirk ji Bakur derbasî Başûr bûne, dijîn. Ambargo û zextên li ser Mexmûrê piştî êrîşa li dijî konsolosxaneya tirk û endamên MÎT’a tirk a di 17’ê tîrmeha 2019’an de pêk hat. PDK’ê ev êrîşa li dijî MÎT’ê hincet nişan da û ambargo danî ser Mexmûrê. Bi ambargoyê re gelê Mexmûrê ji her tiştî bêpar hat hiştin. Şêniyên ku karên wan li derveyî Mexmûrê ne, nikarin biçin karên xwe, xwendekarên zanîngehê nikarin biçin zanîngehê û nexweş jî nikarin biçin nexweşxane yê.
Tevî ambargoyê ev sê sal in dewleta tirk bi balafiran êrîşê kampa ku di bin parastina NY’yê de ye dike. Heta niha bi dehan şêniyên Mexmûrê di van êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane. Lê di serî de Neteweyên Yekbûyî û tu hêzên navdewletî bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk nedan û ji nedîtî ve hatin.
Ji aliyê din ve hikûmeta Iraqê jî bi hin hincetên cuda, lê diyar e ev polîtîkayên li ser Mexmûrê konsepteke giştî ye, dixwaze Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Mexmûrî li hemberî nêzîkatiyên hikûmeta Iraqê li ber xwe didin û bang li NY û hêzên navdewletî dikin ku li dijî van kiryarên nehiqûqî erka xwe pêk bînin. Lê heta niha tu aliyan li dijî van kiryarên dermirovî dengê xwe bilind nekirine.
Rêya du saetan dibe şeş saet
Têkildarî ambargoya PDK’ê û nêzîkatiya hikûmeta Iraqê mamosteyê beşa zimanê kurdî Hewar Gungen tev li konferansa zimanê kurdî bû ku konferans di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji aliyê KNK û Zanîngeha Koyê ve pêk hatibû, ji rojnameya Xwebûnê re axivî.
Gunger diyar kir ku ji Hewlêrê heta Silêmaniyê rê du saet û nîvan dajo, lê ji bo tev li konferansê bibin xeta ereban bikar anîne û wiha axivî: “Nikarin ji nav axa Kurdistanê derbasî bajareke din ê Kurdistanê bibin. Ji ber vê yekê em rêya du saetan di 6 saetan de hatin. Dema em dikevin axa herêma Kurdistanê xwe di nav aramiyê de hîs nakin. Ji ber dema nasnameya me ya Mexmûrê dibînin me paş de vedigerînin, nahêlin em têkevin Herema Federal a Kurdistanê.”
Teslîmiyet li me tê ferzkirin
Mamosteyê zimanê kurdî da zanîn ku ew bi van şert û mercan neqayilin û mafê tu kesî nîne ku zarokên wan ji perwerdeyê bêpar bihêlin û ev tişt anî ziman: “Em vê nêzîkatiyê desthilatdarê herêmê mehkûm dikin. Li Mexmûrê pirsgirêka me ya sereke perwerde ye ku zarokên me ji ber ambargoyê jê bêpar dimînin. Ji ber ambargoyê zarokên me nikarin xwendinên xwe bidomînin. Zarok heta dibistanên amadehiyê dikarin bixwînin ji ber ambargoyê nikarin biçin zanîngehê, çûyîna wan a zanîngehê ji aliyê desthilatdara herêmê ve tê astengkirin. Ji bo zarokên me derfetên zanîngehê hatine dayîn, ketine azmûnê û bi ser jî ketin, lê ji aliyê desthilatdaran ve tên astengkirin. Bi vê ambargoyê tişta ku li ser me tê ferzkirin teslimiyet e. Lê em tu carî teslîm nabin, em tenê teslîmê kurdewariyê dibin. Ji derveyî vê teslîmiyetê em tu teslîmiyetê qebûl nakin.”
Rewşenbîr fikr û hizrên civakê ne
Di axaftina xwe de Hewar Gunger destnîşan kir ku gelê kurd heta tabuyên ku ji aliyê dijmin ve di nav wan de hatiye avakirin hilneweşînin, nikarin xizmeta gelê xwe bikin û yekitiya xwe pêk bînin.
Ji aliyê din ve Gunger bal kişand ser rola rewşenbîran ku fikr û hizrên civakê ne û wiha domand: “Lê heta rewşenbîr xwe ji fikr û ramanên desthilatdaran xilas nekin, nikarin bibin rewşenbîr. Heta rewşenbîr bibin ajokarên desthilatdaran çi ziman çi jî civak tu carî pêş nakevin. Rewşenbîr fikr û hizrê civakê ne. Ger rewşenbîr ne di ferqa rol û rista xwe de bin desthilatdarên li Kurdistanê çi bêjin ew e.”
Parçebûyîna ji aliyê hizrî ve
Di berdewamiya axaftina xwe de mamosteyê zimanê kurdî da zanîn ku kurd ji aliyê hizrî ve parçekirî ne û ev nirxandin kir: “Desthilata siyasî nahêle kurd ji aliyê hizrî ve bibin yek. Em her tim dijmin rexne dikin lê divê destpêkê em hizrên qirêj ên di nav xwe de paqij bikin. Divê em destpêkê aliyê kurdewariyê bigirin dest pişt re berjewendiyên xwe yên aliyê siyasî bigirin dest. Her yek ji me xwedî îdeolojiyeke cuda ye, lê divê em li hemberî hizrên hevdu bi hurmet bin, netewbûn di ser her tiştî re ye. Netew temsîla me ya hemû kurdan dike, ji ber ku nirxên me di neteweyê de tên dîtin. Her yek ji me xwedî fikrên cuda ne lê em hurmet nîşanî fikrên hevdu nadin. Ev jî dibe sedema ku em xizmetê hêzên derve bikin. Bi vî awayî hem di qada navneteweyî de hem jî di qada navxweyî de em ne xizmeta neteweya xwe, xizmeta dijminê xwe dikin.”
Dê her tim dilê dijminê xwe bihêlin!
Hewar Gunger di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiya gelê Başûr ên li hemberî wan û ragihand ku mexmûrî ev 30 sal in li Başûr dijîn lê hê jî başûrî wan wek kurdên ne ji malê dihesibînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Başûrî me wek penaber dibinin, wekî em ne kurd in, ev ax ne axa me ye, wisa li me dinêrin. Nêzî sê sal in ambargo li ser Mexmûrê heye, tişta sereke ku bibe sedema ambargoyê nîne. Sedem nakokiyên ku dijminên kurd û Kurdistanê ye ku me serê xwe pê neêşandiye. Em êşa vê serneêşandinê dikişînin. Ji ber ku em li Kurdistanê li hemberî dijmin dengê xwe bilind dikin, wekî ku tu mafê me tuneye nêzî me dibin. Gelê Mexmûrê di salên 90’î de ji ber ku serî li dijmin netewandiye li vir kom bûye. Divê ji ber vê yekê hurmeteke cuda ji bo me bihata nîşandan û mînak bihata girtin. Lê ferzkirineke em çima teslîmê dijmin nebûne, heye. Carna em ji xwe re dibêjin ‘penaberên welatê xwe’ lê ya rast gerek em mêvanê welatê xwe bin. Lê îro em ‘penaberên welatê xwe ne’. Îro kesên ne kurdistanî pir rihettir li Kurdistanê tevdigerin, lê em wekî kurdên bakurî ku li dijî dijmin serî rakirine, nikarin li welatê xwe rihettir tevbigerin. Banga min ev e, her kurdek dilsozê doza kurdewariya xwe divê dengê me bibihîze. Me li hemberî kurd û Kurdistanê tu zirarek nekiriye. Na ger desthilata herêmî bêje we dilê dijminê me hişt, rast e me dilê dijmin hiştiye û em ê vê yekê jî bidomînin.”