Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Malbata Şenyaşar dê li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî nobedê bigire

Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji bo ku bal bikişînin ser hatin û çûna xwe ya li ser rêya Pirsûs û Rihayê ku weke ‘rêya mirinê’ pênase dikin, di ketina bajêr de daxuyanî dan. Malbatê da zanîn ku dê di çend rojên diyar ên hefteyê de biçin ber deriyê Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê û çalakiya xwe li wir bikin

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin kuştin. Her wiha kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xilas bû. Ji bo ku kujer bên girtin û darizandin, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 352 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê nobetê digirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di danê sibehê de li ser telefonê bi Fadil Şenyaşar re axivîn û pişt re jî ji mala xwe ya li Pirsûsê ber bi Rihayê ve ketin rê.

Ji bo çalakiya xwe ya li ber deriyê Edliyeya Rihayê, malbata Şenyaşar neçar dimîne ku her roj ji Pirsûsê bên Rihayê ku 42 km’yan dûr e. Ji bo balê bikişînin ser zehmetiyên ku dema hatin û çûnê de dikêşin, li pêşiya tabeleya Rihayê ya di ketina bajêr de daxuyanî dan. Wêneyên endamên malbatê yên hatine qetilkirin li gel Emîne û Ferît Şenyaşar hebûn û pankarta “Edalet ji bo malbata Şenyaşar” jî hilayîstin tabelaya bajêr. Di dema daxuyaniyê de jî Emîne Şenyaşar û kurê xwe dowîzên li ser edalet hatiye nivîsandin rakirin.

‘Heta edalet pêk were em ê biçin û bên’

Di daxuyaniyê de Ferît Şenyaşar axivî û diyar kir ku têkoşîna wan a edaletê ya li ber deriyê Edliyeya Rihayê di bin navê ‘zilmê’ de berdewam dike û wiha got: “Me xwest bal bikişînin rêya di navbera Pirsûs û Rihayê de ku em her roj lê tên û diçûn. Ev rê, 42 kîlomître ye. Li ser vê rêyê her roj qeza çêdibin. Lê me her tişt daye ber çavan û dê dev ji vê rêyê bernedin. Heta ku edalet tê Rihayê em ê her roj di vê rêyê de bên û biçin.”

‘Em ê zilmê qebûl nekin’

Şenyaşar da zanîn ku birayê wî Fadil Şenyaşar ev 4 sal in di hucreyê de bi tena serê xwe tê hiştin û wiha berdewam kir: “Doz, bi awayekî derhiqûqî kirin du dosya. Dosyayek li Rihayê ye, li ser dosyaya nexweşxaneyê jî biryara nepeniyê heye. 3 kes hatin qetilkirin lê kesek jî nehat girtin. Dosyaya ku birayê min tê de tê darizandin, niha li Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê tê sekinandin. Ji vir û şûnde em ê di çend rojên diyar ên hefteyê de çalakiya xwe li ber deriyê Dadgeha Îstînafê berdewam bikin. Birayê min niha bi biryareke siyasî dîl tê girtin. Heta ku edalet bi cih tê jî ne ez û ne jî dayika min dê li cihê xwe rûnenê. Em ê vê zilmê qebûl nekin.”

‘Êdî bes e’

Pişt re jî Emîne Şenyaşar axivî û wiha got: “Ev nêzî saleke em li ber deriyê edliyeyê nobetê digirin. Heta ku zarokê min tê berdan jî dê ev nobeta me berdewam bike. Ev saleke em di rêya Pirsûs û Rihayê de tên û diçin. Kurê min weke dîlekî tê girtin. Bila kurê min berdin û em jî li mala xwe rûnin. Bila êşa me hinek sivik bibe. Kesên ku komkujî kirin çima nayên girtin? Ma ev çi edalete wiha? Heke ez bimrim jî dê di vê rêyê de bimrim. Êdî bes e. Ev çi wijdan e? Ma edalet ev e? “

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar