Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber ATK’ê

Malbatên girtiyan, di roja sedemîn a nobeda xwe de li ber derê ATK’ê hatin gel hev û ev bang kirin: “Qanûnan pêk bînin û zarokên me bidin me.”

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Amedê nobeda edaletê dabûn destpêkirin, di roja sedemîn a nobeda xwe de li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) hatin gel hev. Endam û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Amedê, MEBYA-DER, TUHAY-DER û MED TUHAD-FED’ê jî hatin ber derê ATK’ê û xwestin piştgirî bidin malbatên girtiyan. Lê polisan qadê dorpêç kir û destûr neda nûnerên rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bibin.

Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada, li ber derê ATK’ê bang kir û bertek nîşanî dorpêç û astengkirina polisan da. Ada, destnîşan kir ku di roja sedemîn a nobeda xwe de ne û ev tişt got: “Bila zextên li ser zarokên me bi dawî bibin. Înfazên wan neyên şewitandin. Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Em aştî û edaletê dixwazin. Em dayik in û ji bo edaletê di nobedê de ne. Dilê me dişewite. Sibê jî em ê li ber avahiya Edliyeyê bên gel hev û li vir em ê daxwazên xwe yên edaletê dubare bikin.”

‘Qanûnan pêk bînin’

Xizma girtî Încî Guler jî heman daxwazan kir û sedema ku li ber ATK’ê daxuyanî didin jî wiha aşkera kir: “Tehlîl çibe bila kirar li gorî wê bên kirin. Em naxwazin cenazeyên xizmên xwe ji ATK’yan bigirin. Rexmî ku 30 sal in girtî ne xizmên me nadin me. Qanûnan pêk naynin. Qanûnan pêk bînin û zarokên me bidin me.”

Xizma girtî Nazîme Boltan jî bertek nîşanî astengkirina piştgiriya ji bo daxwaza wan da û ev tişt got: “Edalet û qanûneke wiha dibe? Em daxwaza maf û hiqûqê zarokên xwe dikin. Edalet, edalet, edalet…”

Daxuyanî bi dûrişmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Maf, hiqûq û edalet” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar