Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Rêveberiya Xweser 9 zarok radestî rayedarên Rûsyayê kirin

Rêveberiya Xweser 9 zarokên çeteyên DAIŞ’iyan li Kampa Roj a li Dêrikê radestî cîgirê serokê Komseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê kir

Şandeyeke Rûsyayê bi serkêşiya cîgirê serokê Komseriya Mafên Zarokan a Serokê Rûsyaya Federal Sergey Igorevich serdana Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Qamişloyê kir.

Cîgirên hevserokatiya Desteya Têkiliyên Derve Fener El-Giêt û Ebîr Êliya pêşwaziya şandeyê kir. Piştî civînê Sergey Igorevich û Ebîr Êliya protokol û belgeyên radestkirinê îmze kirin.

Di civîna çapemeniyê de Ebîr Êliya destnîşan kir ku zarokên ku radestî şandeyê hatine kirin, sêwî ne û temenê wan di navbera 5 û 16`an saliyê de ye û wiha got: “Ev cara 8`an ku em zarokan radestî Rûsyayê dikin, li gorî daneyên fermî yên her du aliyan; ji 2018`an ve heta niha 244 zarok hatine radestkirin.”

Ebîr Êliya da zanîn ku vegerandina zarokan ne çareserî ye, divê têkildarî dosyaya DAIŞ`ê bi giştî, her wiha girtiyên li gel HSD`ê Rûsya destekê bide Rêveberiya Xweser.

Ebîr Êliya got, divê civata navneteweyî der barê dosyaya DAIŞ`ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi erka xwe rabe û wiha dewam kir: “Em Rêveberiya Xweser her tim dibêjin ev dosya li ser hemû cîhanê xetereyê çêdike, nexasim dosyaya girtiyên DAIŞ`ê yên ku heta niha nehatine cezakirin. Êdî bûne wekî bombeya li ber teqînê, îsbata vê yekê jî bûyerên li girtîgeha Sînaa ya Hesekê ne.”

Ebîr Êliya îşaret pê kir ku ew amade ne di vî warî de bi Rûsyayê re hevkar bin.

Sergey Igorevich jî spasiya Rêveberiya Xweser kir û got: “Em her tim amade ne zarokan li malbat û xizmên wan vegerînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar