Efrîn a ku dewleta tirk sala 2018’an êrîş bir ser, hîn jî dagirkirî ye. Efrîniyên ku ji ber dagirkeriyê neçar man ji xaka xwe koç bikin, bi hêvî û bi biryar in ku rojekê teqez li Efrînê vegerin
Dema ku Efrîn hat dagirkirin nêzî 600 hezar kes neçar man ji Efrînê koç bikin. Beşek ji koçberan ew bû ku berê ji Heleb, Hama, Hûms, Şam, Idlib, Ezaz, Raî, Exterîn, Bab, Cerablûsê hatibûn û li Efrînê bi cih bûbûn. Hinek ji wan cara sêyemîn koç dikirin. Li gund û bajarokên ser bi navçeya Şêrawa ya Efrînê û Şehbayê, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin bicihkirin.
Efrînî li gundên Şêrawayê bicîh bûne
Li Şehbayê 218 gund û bajarok hene. Temamiya van gund û bajarokan ên kurdan e, lê belê bi demê re bi bicihbûna ereban re bûn nîvî bi nîvî kurd û ereb. Piraniya gundên Şehbayê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin. Bab û gundên wê jî bi temamî hatine dagirkirin. Gundên Til Eran, Til Hasil, Kefer Zîrîx û hin gundên wan ên Şehbayê jî di bin kontrola rejîmê de ne.
Efrînî li gundên Bircxwaz, Gundê Mezin, Başemre, Qulitê, Aqibe, Soxanek, Ziyaret û Xirabkê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê bi cih bûne. Dewleta tirk bi obus û hawanan êrîşî van gundan dike. Beşek ji gel jî li bajarok û nehiyeyên Til Rifet, Dercemel, Kefer Naya, Ehraz, Ehdas, Fafînê û 46 gundên wê yên Şehbayê bi cih bûne. Beşek ji wan jî li kampên Berxwedan, Serdem, Şêrawa û Koçer dimînin. Li gund, bajarok û kampên li Şehba û Şêrawayê nêzî 150 hezar kes dimînin. Li gundên ku lê bicih bûne ji ber ku berê şerekî giran qewimî, piraniya xaniyên li herêmê xera bûne.
Efrîniyan li Şehbayê mîna Efrîneke nû ava kirine. Bi rêya meclis û komunan pêwîstî bi rengekî komunal têne peydakirin. Li gund û bajarokên lê bicih bûne, zevî kirê kirin û dest bi çandinî û hilberînê kirin. Tevî vê yekê yên dikandar û bazirgan jî li Ehdas, Fafîn, Til Rifet û Dercemelê dikanên biçûk ji xwe re çêkirine û dest bi dikandariyê kirine. Li gundên Ehraz, Fafîn, Ehdas û Ziyaretê goristan, li Ehrazê jî şehîdgeh çêkirine.
Cîhê xirab vedigerînên cihê jiyanê
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî taxên kurdan e. Li herdu taxan 250 hezar kes diman. Di gulana 2013’an de şerekî mezin lê qewimî. Piraniya xelkê vê herêmê koçî Efrînê kir. Şerê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qet neqediya. Timî dewam kir. Bajarê ku şer herî zêde lê giran bû, rojavayê Şêxmeqsûdê ye. Lewma li vî bajarî kes nema. Tevî vê yekê jî Efrîniyan ev der veguherandine qada jiyanê. Zirara û hilweşîna ku şer li tevahiya Sûriyeyê kir di her qadên jiyanê de tê dîtin.
Rêyên xerabûyî, xaniyên hilweşandî, taxên xerabûyî, li tax û kolanan xirbeyên mezin, çeperên li avahiyên hilweşandî hatine çêkirin, bendên ji axê û gelek bermahiyên şer ên mîna wan şopa şerekî giran ê Sûriyeyê ye.
Yek ji taxên hilweşandî jî taxa Sekîn Şebab e ku di navbera taxên Benîzte û Şêxmeqsûdê de ye.
Yên herî zêde xera bûn jî taxên cihên bazirganiyê ne. Li Bostanbaşi û Şêx Nacarê ku bi hezaran febrîqe lê bûn, niha tenê dîwarên febrîqeyan mane. Temamiya febrîqeyan birine Tirkiyeyê û li wir firotine.
Yek ji deverên ku li Helebê herî zêde xera bûye, taxa Hey Fîlîstîn, yanî taxa Fîlîstînê yan jî bi navê xwe yê din Henderat e. Henderat ew cih e ku filistîniyên ji zilma Îsraîlê reviyane xwe lê girtine. Bi belavbûna şer a li Helebê re çeteyan xwe li vê taxê jî bi cih kirin. Tê gotin ku piraniya Filistîniyên li vê herêmê bi fikra îxwanî bûn. Lewma çete lê bi cih bûn û taxên Bostanbaşi, Şêx Nacar talan kirin. Ji wê derê bi rê ketin û Mislimiye û hin deverên Şehbayê dagir kirin.
Henderat niha cihekî vala ye. Dîmenê şer, bêrehmiya şer bi rengekî şênber radixe pêş çavan.
Du wasiyetên efrîniyan hene
Li Sûriyeyê her devera ku şer lê bû, xisareke mezin çêbû. Lê belê yên herî zêde balê dikişînin jî mînare ne. Li devera ku şer lê qewimî mînareyeke bi tenê jî nema. Hemû hatin xerakirin.
Li rojavayên Şêxmeqsûdê gundekî bi navê Gundê Pino. Gundekî kevn e, lê niha ew gund nîne. Bûye parçeyek ji Şêxmeqsûdê.
Ji ber ku bûyer parçeyek ji Şêxmeqsûdê efrîniyan li vî gundî goristanek çêkirine. Wasiyeta efrîniyên li wê goristanê hatine veşartin ew e ku li ber serê wan şitleke zeytûnê biçînin.
Wasiyeta duyemîn a efrîniyan jî ew e ku ji bo cenazeyên wan rojekê bibin Efrînê bi darbestê veneşêrin.
‘Em ê rojekê vegerin’
Extiyarên efrînî bi esreta warê xwe ne. Bi hêvî û biryardariyeke mezin dibêjin, ‘Em ê rojekê vegerin’. Tu carî nakeve hişê wan ku ji Efrînê dûr bimînin. Yek ji van jî dayika Qurnefîl a 86 salî ye.
Du kur û du neviyên dayika Qurnefîlê şehîd bûne. Elewiyek ji Mabatayê ye. Radibe rûdinê dua dike û ji Xwedê re dibêje, “Tenê tiştekî ji te dixwazim; ew jî ew e ku heta li Efrînê bimirim mirina min taloq bike.”
Çîroka Dayika Xecê jî gelekî dirêj e ku bi hesreta Efrînê ye. Dayika Xecê 90 salî ye û ji roja ji Efrînê derketiye ne zeytûn ne jî hinar, tirî û hejîr nexwariye. Ji ber ku ev hemû li bexçeyê wê hebûn. Dibêje, “Ez ê rojekê vegerim û van fêkî û zeytûnên li bexçeyê xwe bixwim.”
Dayikeke din a 70 salî jî ji dema ji Efrînê derketiye zeytûn nexwariye, dew venexwariye û pel nepêça ye. Dibêje ,”Heta ku li Efrînê vegerim ez ê nexwim. Ez ê teqez rojekê li Efrînê bixwim.”