Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

​​​​​​​Di topbarana dewleta tirk de ziyanên mezin çêbûn

Ji ber topabarana dewleta tirk li ser navçeya Eyn Îsayê di nava du mehên borî de şehîd çêbûn, her wiha ziyanên madî di mal û milkên sivîlan de çêbûn. Di vê derbarê de Meclisa Kantona Girê Spî bêdengiya Rûsyaya garantor û civaka navneteweyî li hember van êrîşan, şermezar kir.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di nava du mehên borî de êrîşên xwe li derdora navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê û rêya M4, zêde kirin. Di êrîşên xwe de tank, moşek û topan bi kar tîne.

Dewleta tirk vê carê topbarana xwe zêde kir. Cara yekemîne ku gundewarên rojhilat û rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran dike. Gundewarên hatin topbarankirin ev in: Siwêd, Salih El-Hemûd û El-Ilêmat. Di encama topbarana li ser van gundan de şehîd û birîndar çêbûn.

Hat belgekirin ku di encama topbarana dewleta tirk de ya 22`yê çileya borî de ya li ser gundê Salih El-Hemûd (2 km li rojhilatê navçeyê ye) welatiyek şehîd bû û 4 jî birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne; Salih Mihemed El-Hemod (22), Mihemed Salih Hemod (45), Ebdurehîm Hemod (49), Hesan Mihemed (20) û zarokê bi navê Ebdurehîm Salih El-Hemod (14).

Di roja din de dewleta tirk gundê El-Ilêmat (4 km li rojavayê navçeyê) topbaran kir. Di encama wê de 4 welatî birîndar bûn. Navên wan wiha ne; Nebîl El-Talib (2), Rexed Mihemed Elî (15), Suha El-Feyad (20) û Bera Hisên (18).

Di berdewama êrîş û topbarana li ser derdora navçeya Eyn Îsayê û rêya navneteweyî welatiyê bi navê Mihyedîn Hec Ehmed Îbrahîm (35) di 13`yê sibatê de dema ku bi erebeya xwe li ser rêya navneteweyî derbas dibû şehîd bû. Ew jî ji gundê Bexdik ê girêdayî kantona Girê Spî ye. Her wiha 3 welatiyên din jî birîndar in û navên wan nehatin bidestxistin.

Dewleta Rûsya, li gorî peymana Sochî ya 22`yê cotmeha 2019`an garantorê agirbestê ye û li gorî wê li herêmên nêzî Girê Spî û Serêkaniyê ku dewleta tirk dagir kirine hêzên Rûsyayê belav bûne, lê li hember van êrîşan bê deng e.

Di vê derbarê de hevserokê meclisa kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid bêdengiya Rûsya ya garantor li hember êrîşên li eniyên şer ên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê ku tê de sivîl hene, şermezar kir.

Her wiha El-Ebid diyar kir ku zêdebûna êrîşên li ser navçeyê hemwextî êrîşên şaneyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê pêk hatin, ew jî nîşan dide ku dewleta tirk destekê dide çalakiyên şaneyan ku ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin.

Hemîd El-Ebid di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û hedefgirtina dewleta tirk ji şêniyên herêmê û gundewarên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li gorî peyman û qanûnên navneteweyî di parastina sivîlan de, rawestîne.

Her wiha di encama topbarana dewleta tirk li ser gundewarên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê 53 malbat ji gundên Siwêd, Fatsa û Mişêrfê koçber bûn û di kampa koçberên Girê Spî de bi awayekî demkî hatin pêşwazîkirin. Heta bermahiyên moşekan nehatine teqandin werin rakirin.

Welatiya bi navê Fatim El-Hemed ku bi zarokên xwe re ji gundê Siwêd koçber bûye got hin top li derdora mala wan hene û heta van kêliyan neteqiyane.

Fatim El-Hemed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em naxwazin ji malên xwe derkevin lê topbaran û dengê wan zarokên me ditrisînin. Ez bi awayekî demkî ji mala xwe derketime heta ku bermahî werin rakirin.”

Tê zanîn ku dewleta tirk a dagirker saziyên geşedanê û xizmetguzariyê yên gundewarên navçeyê topbaran kirin û di encama wê de ziyanên madî çêbûn û hin ji wan ji warê xizmetê derketin; ji wan stasyonên avê yên Hîşe û Fatsa.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar