PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Şer bandora xwe li ser welatên lawaz dike

Ekonomîst Mustafa Sonmez diyar kir ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de dê bandorek neyînî li ser ekonomiya Tirkiyê bike û wê feqîrî hinek din jî zêde bibe

Ev demek dirêj bû Rûsya hewl dida li dijî Ukraynayê operasyona leşkerî bide destpêkirin. Rûsya serê vê sibehê zû dest bi operasyona leşkerî kir. Agahiyên şer ji herêmên Ukraynayê tên. Ne li gorî agahiyên fermî tê gotin heta niha gelek kesan jiyana xwe ji dest daye. Welatên din ên cîhanê jî banga aştiyê û aramiyê li Rûsya û Ukraynayê dikin.

Bi destpêkirina şerê navbera her du welatan tesîrê li ser aboriya cîhanê jî dike. Çawa ku ev tesîr li tevahiya dinyayê dike herî zêde jî wê li ser Tirkiyê bike. Têkiliya bazirganiyê ya Tirkiyê bi her du welatan re jî zêde heye. Piştî destpêkirina şer dovîz û zêr li Tirkiyê zêde bûn. Dolar duh 13,82 lîre bû îro bi T 14,18 lîreyê dest bi rojê kir.

Ekonomîst Mustafa Sonmez tesîra vî şerê Rûsya û Ukraynayê ya li ser aboriya Tirkiyê nirxand û diyar kir ku şer tesîra xwe li ser Tirkiyê nîşan daye jî. Sonmez destnîşan kir ku Tirkiye di warê gelek parametre de qirofekî ye û got: “Di demên wiha de bandorê li ser welatên lawaz û qirofek dike.”

Dê enflasyon zêde bibe

Sonmez da zanîn ku li Tirkiyê enflasyonek pir cidî heye û problema ferqa bazirganiya derveyî welat heye û wiha got: “Di serî de enerjî û gelek cureyên metayan bi derve ve girêdayî ye. Rewşek wiha ku bandorê li ser cîhanê dike bêguman wê bi awayek tund bandorê li ser Tirkiyeyê jî bike. Tevî hemû tevdîran jî dovîz zêde bû. Zêr biha bû. Bihayê petrol û gaza xwezayî li tevahiya dinyayê bi lez û bez zêde dibe. Ev yek wê fatûreya Tirkiyeyê bêtir biha bike.”

Sonmez anî ziman ku îsal li Tirkiyeyê dahata geştiyariyê ya ku tê payîn wê pêk neyê û ev tişt anî ziman: “Bandora herî girîng a şer a li ser gelan wê enflasyon be. Ji ber ku enflasyon zûtir zêde dibe, mirov dê nikaribin bi dahatên xwe yên bi van bihayan re rûbirû bimînin û dahatên rastîn dê bi lez dakevin û xizanî dê zêde bibe. Ji aliyê din ve tu amadekarî û îmkanên hikûmetê tune ku li ber vê firtûneyê bisekine. Dîplomasiyek rast nîne. Ji ber vê sedemê di dema pêş de dibe ku em bi geşedanên gelek neyînî re rûbirû bimînin.”

Sonmez diyar kir ku yek ji bandorên şer ew e ku bihayên sotemenî, mazot û benzînê zêde bibin û wiha got: “Tevî ku ev yek tavilê weke bihabûnê neyê nîşandan jî, stresek li ser gaza xwezayî û ceyranê kom dibe. Di dema navîn de, dê bandor ji wir jî xuya bibin. Lê bandora sotemeniyê ji veguhestinê bigire heya pîşesaziyê bandorek neyînî li ser gelek tiştan dike. Ne mimkin e ku mervi ji ber bihabûna gelek tiştan xelas bibe. Wê şer bandorek neyînî li Tirkiyê bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar