Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tê gotin ku Erdogan çeteyên xwe ev car şandine Ukraynayê!

Piştî geşedanên li der barê Ukraynayê destpêkir, Sergey Narişkînê dîrektorê rêxistina îstixbarata derve ya Rûsyayê agahiyek balkêş bi raya giştî re parvekir. Li gor Narişkîn, li gel pispor û şêwirmendên ser bi NATO’yê gelek endamên rêxistinên cîhadîst jî gêhiştine Ukraynayê. Narişkîn di 11’ê sibatê 2022’a de got ku “Agahî di destê me de heye ku gelek cîhadîstên netewcûda ji bo Ukraynayê hatine şandin.” Lê di agahiyê de ev cîhadîst ji aliyê kîjan dewletê ve hatine şandin tune bû. Dibe ku agahî di destê wan de heye, lê naxwazin vê gavê bibêjin.

Agahiyên bi hemanrengî  beriya şerê Azerbeycan û Ermenîstanê jî li çapemeniyê derketibûn. Wê demê ev agahiyên han ji aliyê  hin derdoran ve wekî propagandayên şerê taybet hatibûn nirxandin. Demek şûnde dîmenên van cîhadîstan di medyaya dîjîtal de derketin. Kesên van dîmenan li medyaya dîjîtal parvekiribûn, çeteyên cîhadîst bi xwe bûn. Dema ji Stenbol û Antalyayê berê xwe dabûn Azerbeycanê, van dîmenan kişandibûn. Di van dîmenan de şerê li dijî Ermenîstanê jî wekî ‘cîhada îslamî’ bi nav dikirin.

Derket holê ku van çeteyên cîhadîst bi organîzasyona dewleta tirk ji Lîbyayê hatine Tirkiyeyê û piştî mêvandariya çend rojan, ev çete gêhiştine Azerbeycanê. Ji bilî Lîbyayê hin çete jî ji Suriyê, dîsa bi rêya Tirkiyeyê derbas bûne.

Tiştê Sergey Narişkîn dibêje, ne dûrî aqil e. Êdî şiklên şer jî gûherîne. Gelek dewlet, çi fermî, çi ne fermî êdî karên xwe yên qirêj bi hêzên paramîlîter didin kirin. Bi rejîma AKP’ê ev yek li Tirkiyê jî destpêkir. Berê ‘dewleteke kûr’ hebû, girêdayî Daîra Şerê Taybet gelek karên qirêj dikirin. Erdogan dewleta kûr derxist rûyê erdê, fermiyet da wan û ji bo karê qirêj bi rêve bibin jî şîrketeke taybet damezrand. Ev şîrket SADAT e.

Berpirsiyariya perwerde û lojîstîka çeteyên li Sûriyeyê û axên dagirkirî ya rojavayê Kurdistanê hê jî ji aliyê  SADAT’ê ve tê birêvebirin. Lê ev hêzên çete yên ser bi SADAT’ê ve, di êrîşên leşkerî de girêdayî artêşa tirk dixebitin. SADAT di navbera van çeteyan û dewleta tirk de wekî şîrketek taybet, taşeroniya fermî dike. Yên çeteyan di fermiyetê de şand Azerbaycanê jî SADAT bi xwe bû. Lê SADAT ev kar bi fermana Erdogan pêkanî.

Diyar e, çeteyên cîhadîst berê xwe dane Ukraynayê jî. Tirkiyê ku ji Ukraynayê re balafirên keşfê yê bê mirov û çek û cebilxaneyên cuda şandiye, her wiha ji ser SADAT’ê hin çeteyan jî şandiye Ukraynayê. Hê dîmen an agahiyên berfireh di dest de tune ne, lê bawer dikim di nêz de ev dîmen û agahî ew ê berfirehtir derkevin pêşberî raya giştî.

Di der barê şandina çeteyan ji bo Ukraynayê de hê dema destpêka aloziyê jî agahî di çapemeniyê de derketibûn. Tora Pêywendiyê Navnetewî ya Voltaîrê di 19’ê nîsana 2021’a de li malpera xwe agahiyek di derbarê lihevkirina Vladîmîr Zelenskî û Recep Tayîp Erdogan de belavkir. Erdogan û Zelenskî di 10’ê nîsanê de li Stenbolê Qesra Hûberê de civiyabûn. Tora Pêywendiyê Navnetewî ya Voltaîrê di agahiyê de dibêje ku ji bilî şandina 150 leşkerên pispor ya tirk, Zelenskî û Erdogan li hev kirine ku ‘cîhadîstên netewcuda’ jî ji Bakûr û Rojhilatê Suriyê berhev bikin û bişînin Ukraynayê.

Nûçeyek heman bi rengî di WarGonzoyê qenala nûçeyên rûsî de jî derket. Nuçeyên bi vî rengî her weha di çapemeniya rojavayê Kurdistanê de, di serî de li ANHA’yê jî derketin. Di hin nûçeyên ku çavkaniyên wan herêmî bûn de hatin nivîsandin ku dewleta tirk bi rêya MÎT’ê ketiye pê çeteyan ku wan bişîne Ukraynayê.

Belê, diyar e dewleta tirk carekî din bi helwesteke xerab û xeternak daxilî şereke herêmî dibe. Encam ew ê çi bibe em ê bi hev re bibînin, lê qenaata min ew e ku Erdogan vê carê ew ê nikaribe ji qirêjiyan qezenc bike. Têkçûye, ew ê zêdetir têk biçe.

Nûçeyên Têkildar