Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Nivîskarên Silêmaniyê: Teror û  têkoşîna azadiyê ji hev cuda ne

Nivîskarên Silêmaniyê piştgirîdan kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û diyar kirin ku divê gelê kurd ji cîhana derve re bêje PKK ne ‘terorîste’ û gotin: “Yên ku PKK’ê weke terorîst dibînin, dijminên kurdan in.”

Ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi taybetî ji lîsteyên ‘rêxistinên terorê’ yên DYA û Konseya Ewropayê bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13’ê kanûnê de kampanyaya îmzeyan ku 4 milyon îmze hedef dike hat destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de heman kampanya roja 29’ê çileyê de bi tevlibûna gelek rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrin û siyasetmedaran li başûrê Kurdistanê jî hat destpêkirin û didome. Nivîskarên Silêmaniyê di vê çarçoveyê de axivîn.

Nivîskar Ehmed Arif têkildarî kampanaya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ de wiha got: “Divê hemû kurd bi hev re ji cîhana derve re bêjin, PKK ne terorîst e. PKK tevgerek şoreşgere û ji bo azadî û serxwebûna gelê xwe xebat û têkoşînê dike.”

Nivîskar Ehmed Arif daxwaz ji welatan kir ku PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ derbixin û weke rêxistinek şoreşger bibînin û wiha axivî: “Eger weke rêxistinek şoreşger danûstandinê li gel PKK’ê bikin, wê pirsgirêka kurd hêsantir çareser bibe.”

Herwiha Nivîskar Mihemed Tekêyî jî got: “Heke rêxistinek parastina mafê neteweyekê bike, nakeve kategoriya terorê. Yên PKK’ê weke teror dibînin dijmên gelê kurd in. Naxwazin gelê kurd bigihîn mafên xwe yên rewa. Naxwazin kurd xwedî çand, ziman û nasnameya xwe bin. Teror û têkoşîna ji bo bidestxistina mafê xwe û çarenivîsa xwe du tiştên ji hev cuda ne. Em piştgiriya hemû dengek azad dikin. Em li dijî vê yekê ne ku PKK di lîsteya terorê de be. Ji ber ku tu merc û bingehek terorê di PKK’ê de nîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar