Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Barzanî xiyanetê li xwe dike’

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê bertek nîşanî hevdîtina Neçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re dan û wiha gotin: "Kî li ser gelê xwe zilmê bike û heq û hiqûqê binpê bike, ji ewil  serê wî diçe"

Tirkiyeyê di 1’ê sibatê de bi awayekî hemwext ji hewayî êrîş biribûn ser Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî van êrîşan jî serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçirvan Barzanî li Enqereyê hevdîtin kiribûn. Piştî hevdîtinê, Erdogan diyar kir ku malbata Barzanî dîsa xwe îspat kiriye û di mijara şerê li dijî PKK’ê li hev kirine. Endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê ya Şirnexê li ser mijarê nerazîbûn nîşanî Barzanî dan.

Çima ewqasî bêciret in?

Ji Dayikên Aştiye Narîn Soysal (65), bi lêv kir ku helwesta malbata Barzanî ziyanê dide gelê kurd û wiha axivî: “Heger em nebin yek, em ê herin yek bi yek. Kurd hemû yek dar e. Tijî vê odeyê pereyan bidin bê ka yeke tirk bê ser fikra me? Na, kesek xwe bi pereyan nafiroşe. Bila kurd destê xwe bidin hev û bibin tifaq. Dema ku bûn yek, kesek nikare bi kurdan. Her kurdek sed insan in. Ma kî bi qasî kurdan bi cesaret û zana ye? Lê belê nabin yek. Em kurd in. Bila kurd çavên xwe vekin. Dema ku kurd bûn yek, wê demê her neyîniyek dê ji holê rabin. Barzanî kî ye? Ma barzanî ne kurd in? Rojekê dê poşman bibin. Dema ku poşman bû jî dê tu wateya poşmaniya wî nemîne. Çima Barzanî di nava gelê kurd de vê durûtiyê dike? Çima evqasî bêciret in? Bila aqilê xwe bînin serê xwe û dawî li van polîtîkayên xwe bînin.”

‘Barzanî xiyanetê li xwe dike’

Endama Dayika Aştiyê Feyroz Çagatay ( 58) jî anî ziman ku Barzanî dawiya xwe tîne û wiha axivî: “Mirov şer bi gelê xwe re nake. Barzanî baş dizane ku kengî ku ev şer bi dawî bû, wê destpêkê dawiya wî jî bê. Yê Rojava kî ye, yê Başûr kî ye û ew kî ye? Em hemû yek gel in. Bila Nêçîrvan Barzanî were bi Erdogan re çiqas bixwaze bazirganiyê bike, bila hevdîtinan bike. Çi bike bila bike lê di dawiya dawî de ew kurd e. Dê rojekê li wî bizivirin û bibêjin te îxanet li gelê xwe kir û tu li min jî bikî. Pêşiya me, dê wî bikujin. Barzanî xeletiyê li xwe dike. Çiqasî li ser axa Başûr qereqolan bide çêkirin jî ew ê bikeve. Ew gora xwe bi destê xwe dikole. Dê ewil ew bikeve wê gorê. Sedam çiqas kurd qir kirin û dawiya wî bû çi? Emrikî û hêzên din werîs xistin stûyê wî û xeniqandin. Kî zilmê li gelê xwe bike û heq û hiqûqê binpê bike, ji ewil dê serê wî biçe. Tiştên ku Erdogan niha dike, dê bi serê wî jî bên. Lê divê ji ewil em xiyanetê li xwe nekin. Ev ciwane ji bo çi dimrin û ji bo kê dimrin? Malbata Barzanî wê li mala xwe birûne û dolarên xwe bixwe û li rexa din jî dê zarokên xelkê bimrin. Ma ev ciwane li ber avê hatine dîtin? Dê rojek bê, wê ew hêzên ku wan baweriya xwe pê tîne û pişta xwe pê germ dikin, ji ewil dê wî bikujin. Dê jê rê bibêjin çimkî tu ne bi gelê xwe re bû.”

‘Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li ber xwe bidin’

Derheqê mijarê de ji dayikên aştiyê Nûriye Atmiş (60) jî anî ziman ku hevdîtina Barzanî ya bi Erdogan re rûreşî ye û wiha pê de çû: “Heger ew kurd bûya, di demekî ku cenazeyên welatiyên wî li erdê, bi Erdogan re hevdîtin nedikir. Heger Barzanî rêberê kurdan bûya, gelo çima di hevdîtina bi Erdogan re de ala wî li wir nebû? Şerm nake diçe pişta xwe dide ala tirkan? Şerma wan tune ye. Bav û bapîrên me ji wan re kirin. Lê îro Barzanî bûye neyarê me. Bila aqlê xwe bîne serê xwe. 121 ciwanên kurd li Hesekê şehîd ketin. Lê hema Barzanî negot bila heftiyek li ser re derbas bibe û piştre ez biçim bi Erdogan re hevdîtinê bikim. Gelo kê ew balafir şandin Rojava? Çar parçeyên Kurdistanê jî yên hev in. Em ji hev hez bikin an nekin jî lê dîsa jî em ên hev in. Bila Barzanî belaya xwe ji nebaşiyê veke. Xwedê em yek kes jî nemînin wê zarokên me dîsa rabin ser pêyan. Xwedê zarokên me jî nemînin em ê serî hildin. Ev 200 sal in tirk me qetil dikin. Lê em xelas nabin. Em her ku diçe zêdetir dibin. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li ber xwe bidin.”

‘Barzanî ji Tirkiyeyê re sîxûrtiyê dike’

Dayika aştiyê Hanim Kaya (61) jî detnîşan kir ku hevdîtina piştî êrîşan nayê qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Bila Barzanî bes pirsgirêka di navbera kurdan de derbixe. Wargehên tirkan hemû li wan deran hatine çêkirin. Her rê û rûbar nîşanî xelkê dane. Sed caran heyf û mixabin. Neçîrvan Barzanî çû Enqereyê çi? Bila cenazeyên xwe veşartibûna û piştre biçûya. Ew jî pêşengekî kurd e. Ma şerm nake? Bila Barzanî bê ser rêya rast. Heke îro dora me be, sibe jî dora wî ye. Heke îro em şîv bin, ew jî firavîna sibê ye. Her kurdek dizane ku Barzanî ji Tirkiyeyê re sîxûrtiyê dike. Em îro dijin lê dibe ku em sibê nebin. Ji bo pêşeroja zarokên xwe em dibêjin bila bibin tifaq.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar