Şerê ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin di roja 2’yemîn de berdewam dike. Piştî ku Rûsyayê du herêmên xweser ên li Donbassê nas kirin, li van herêman esker bi cih kirin. Agahiyên ku di şerê li paytexta Ukraynayê Kîevê de û li gelek herêmên din belav bû, gelek kesan jiyana xwe ji dest daye tên. Nivîskar û rojnamevan Veysî Sarisozen operasyona eskerî ya Rûsyayê nirxand û bal kişand ser girîngiya aştiyê.
Sarisozen, li ser nasandina Rûsyayê ya serbixwebûna her du herêmên xweser ên Donbassê destnîşan kir ku ev her du rêveberiyên xweser ji hindikahiyên rûs pêk tên û ev tişt anî ziman: “Divê mafê xweseriya van her du herêman were parastin. Amerîka, NATO û Tirkiye qala yekparebûna axa Ukraynayê dikin, lê belê gelê rûs ê li Donbassê dijî dibêje, ‘Ev erdên me ne û em dixwazin li vir bi vîna xwe bên birêvebirin’. Lê Belê Rûsya li ser bingeha xwe ya emperyalîst û panslavîst, bi mafê xweseriya gel, hewl dide jê sûdê werbigire.
‘Ocalan hişyar kiribû’
Sarisozen, bi bîr xist ku kesê ewil gotibû Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi dagirkirina Iraqê ya Amerîkayê destpêkir Ocalan bû û wiha berdewam kir: “Pêşbîniya Ocalan a beriya bi salan îro bi rengekî trajîk hatiye piştrastkirin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di navenda pirsgirêka kurd de dest pê kir. Ukrayna û Ewropa niha bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd bi awayekî bi êş didin. Heke wan rojan ji bo pirsgirêka kurd gavên cidî hatibûna avêtin, pirsgirêka kurd di hemû perçeyan de hatibûya çareserkirin, wê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di navenda wê de were xelaskirin. Ev çênebû, vîna gelê kurd tune hat hesibandin. Bedelê vê niha li hemû cîhanê tê dayîn.”
Sarisozen, bi lêv kir ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku Ocalan behs kir, derbasî asteke nû bûye û bi lêv kir ku bi vî şerî re wê cîhan bi awayekî cidî were berberî hev.
Sarisozen, gotina rêveberên Tirkiyeyê ya “Li Qibrisê ji bo ewlehiya hem nijadên xwe me ew der dagir kir” bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha heman gotinê rûs dikin û Tirkiye li hemberî kiryarên rûsan derdikeve. Ji ber ku politikaya Tirkiyeyê ya Ukraynayê û têkoşîna tevgera kurd bi hev ve têkildar e. Ji ber ku kurd vê dixwazin û dewlet jî mafên gelê kurd ê xweseriyê yê herêmên lê dijîn nas nakin. Rûsya wê ji îro ve ji bo Rojava çi bêje? Gavên ku gelên rûs li Donbassê avêtin û gavên ku Rojava avêtin, weke hev in.”
Giringiya riya sêyemîn
Sarisozen di axaftina xwe de bal kişand ser axaftinên Erdogan ku digot ‘em ne dikarin dev ji Ukrayna û ne jî ji Rûsyayê berdin’ û wiha got:”Heke Tirkiye bi NATO’yê re tevbigere dê Rûsya ambargo deyne ser Tirkiyeyê. Ji aliyê din ve ger bi Rûsyayê re helwêstê bigire wê NATO vê carê li hemberî Tirkiyeyê helwest bigire. Ev rewş pêşniyara Rêberê PKK’ê ya riya sêyemîn tîne bîra mirov.”
Sarisozen, destnîşan kir ku Tirkiye yek ji wan welatan e ku nizane di vî şerî de çi bike û herî zêde wê zerarê bibîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê qeyraneke aborî ya giran li Tirkiyeyê çêbibe. Dibe ku nikare genim bistîne, buhayê gazê careke din bilind bibe. Dolar ji xwe bilind dibe. Hêza ku di vir de dikare aramî, aştî û refahê misoger bike, hêza tifaqa demokratîk e. Ev hêzên bi pêşengiya HDP’ê divê êdî mîsyonên xwe bi rengekî herî xurt diyar bikin. Divê stratejiya dîplomatîk a rêya sêyemîn ji nû ve bê formulekirin û bi xurtî bê meşandin.”