Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şerekî emperyal e

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de dijwar dibe. Artêşa Rûsyayê ji hewayî û bejayî êrîşî Ukraynayê dike. Serokê DYA’yê Joe Biden diyar kir ku dê sepanên li ser Rûsyayê bijdînin. DYA, NATO, Yekîtiya Ewropayê, G7, Almanya, Fransa, Kraliyeta Yekgirtî û Japonyaye êrîşên leşkerî yên Rûsyayê şermezar kirin. Çînê jî diyar kir ‘ew heq didin fikarên Rûsyayê’. Li aliyê din HDK'ê bal kişande ser siyaseta şer a dewletan û diyar kir ku çareserî piştevaniya navnetewî ya gelan e

Demeke dirêj bû ku di navbera Dewleta Ukrayna û Rûsyayê de rageşî hebû. Ev rageşî veguherî şerê germ. Fermana operasyona şerê li ser Ukraynayê di 24’ê Sibatê de ji aliyê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve hat dayîn. Piştî ku Pûtîn operasyona leşkerî da destpêkirin, artêşa Rûsyayê hem ji hewayî hem jî ji beşayî êrîş bir ser Ukraynayê. Di bejahî de artêşa rûsya nêzî paytexta Kîevê ya Ukraynayê bû. Artêşa Rûsyayê diyar kir ku 11 qadên hewayî jî di nav de 74 tesîsên leşkerî û 18 pergala radara hewayî îmha kirine.

Serokkomarê Ûkraynaye Volodîmîr Zelenskî jî diyar kir herî kêm 137 kes mirine, 316 kes birîndar bûne û ji artêşa xwe xwest bila derbên giran li hêzên Rûsyayê bixin. Zelenskî da zanîn ku Rûsyayê li Kîelê li qadên sivîlan daye û got: “Ev jî êrişa Naziyan a di sala 1947’an de tîne bîra me.”

Alîkarê Wezîrê Karê Navxweyî Anton Geraçenko jî got: “Bi fuzeyên balîstîk êrişî Kîevê tê kirin. Dengê du teqînên mezin hat.”

Li gorî Ajansa AP’ê jî şefê Pentagonê Lloyd Aûstîn diyar kiriye ku yekîneyên Rûsyayê 32 kîlometreyan dûrî Kîevê ne.

Çavkaniyên leşkerî yên welatên rojava diyar dikin artêşa Rûsyayê nêzî Kîevê bûye û armanca wê ev e ku hikumeteke alîgirê Moskovayê ava bike.

Armanca Rûsyayê çi ye?

Her wiha Wezîrê Karûbarê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî piştî tevgera leşkerî ya Rûsya li ser Ukraynayê di daxuyaniya çapemeniyê de ev tişt anî ziman: “Dema ku hêzên çekdar ên Ukrayna guh da dengê me û çekên xwe berdan, wê demê em ji danûstandian re amede ne.”

Lavrov têkilî dagirkirina Ukrayna de destnîşan kir ku armanca wan ew e ku Ukraniyan ‘ji zextê rizgar bikin.” Lavrov her wiha got Pûtîn ji bo ku Ukrayniyan ji leşkeran û Naziyan bistînin biryar li ser operasyona leşkerî ya taybet daye û bi vî awayî Ukrayniyên ku ji zextê xilas bûne, dikarin dahatuya xwe bi azadî hilbijêrin. Lavrov bi berdeawmî diyar kir armanca wan ne dagkirina Ukrayna ye û got: “Armanca operasyonê aşkere ye: Bêçekkirin û paqijkirina ji Naziyan.”

Li aliyê din Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden, têkildarî operasyona Rûsyayê ya li hemberî Ukraynayê daxuyaniyê da. Biden di daxuyaniya xwe de ev tişt got:  “Pûtîn şer xwest. Niha dê ew û welatê wî encamên vî şerî tehemûl bikin. Em ê bendê deynin ber fînansmana artêşa Rûsyayê. Em heyînên Rûsyayê yên hêjayî trîlyonek dolar radiwestînin.”

Şermezar kirin

DYA, NATO, Yekîtiya Ewropayê, G7, Elmanya, Fransa, Kraliyeta Yekgirtî û Japonyaye vê operasyona leşkerî şermezar kirin. Çînê jî diyar kir ‘ew heq didin fikarên Rûsyayê’.

Her wiha li gelek welatan êrêşên Rûsyayê hatin şermezarakirin û li Paytext Moskowa û 42 bajarên Rûsyayê jî bi sedan kes li dijî şerê li Ukraynayê derketin qadan. Li gelek navendan polîsan êrîşî xwepêşandanan kir û bi sedan kes bindest kirin.

Çareserî piştevaniya navnetewî ya gelan e

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkilî şerê Rûsya-Ukrayna daxuyaniyek da. HDK’ê bal kişande ser nêzîkatiya Rûsya û Amerîkayê û wiha got: “Şerekî emperyal e, bi armanca mêtingeriyê ye. Me careke dî dît, NATO û Rûsyaya dijberî wê, hêzên bi pêşengiya Çînê ji bo ku bibin hegemonê pergala nû, şerekî cîhanî dane ber çavan. Em ne siyaseta şer ku Rûsya bi hinceta ewlehiyê dike, ne jî nêzîkatiya DYA’yê ya bi hawariya demokasiyê jidil nabînin. Em careke din destnîşan dikin ku li dijî şerê ku kapîtalîzm, pergala mêtinger a emperyal ferz dike, li dijî dagirkeriyê, em li nav têkoşîna aştî, dad û azadiyê ya gelên cîhanê de ne, bawer dikin, çareserî bi piştevanî û têkoşîna navnetewî ya hevpar a gelan û çewisandiyan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar