21 ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Ev roj, ji bo hemû gelên bindest ên ku ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêbar in rojeke girîng e.
Li Kurdistanê, hefteya di navbera 15 û 22’yê sibatê weke hefteya ziman, bi meş, panel, şahî û çalakiyên cur be cur hat pîrozkirin û ev çalakî hîn jî berdewam in.
Ev roj ji sala 2000’î heta ve demê, 22 sal in li tevahiya cîhanê, li Kurdistan û Tirkiyeyê tê pîrozkirin.
Sal 2022, sedsala 21′ emîn e. Mirovahî piştî dem û serdemên zehmet û dijwar, niha jî di dem û heyama pêşketinê de ye.
Êdî binpêkirina maf û azadiyan li welatên demokratîk û pêşketî weke şermeke mezin tê dîtin. Lê belê, ji ber ku ziman ji van maf û azadiyan hêmanê herî bingehîn e û tê wateya nasnameya gel û neteweyan, zext û qedexeyên li hemberî zimanê gel û neteweyan, di heman demê de tê wateya înkar û tunehesibandina wan gelan jî.
Li hemû welatên hemdem pişaftina li ser ziman, wekî sûcê li dijî mirovahiyê tê dîtin. Heta ku serokomarê vî welatî Recep Tayîp Erdogan jî, bi salan beriya niha, ji bo karkerên tirk ên ku li Almanyayê dijîn gotibû asîmîlasyon sûcê li dijî mirovahiyê ye, dewleta Almanya rexne kiribû û xwestibû ku derfetên perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji bo karkerên tirk ên li Almanyayê jî bên afirandin û gotibû “Heke dewleta Almanya vî mafê bingehîn binpê bike, ev sûcê li dijî mirovahiyê ye”.
Dema mirov li welatê ku Erdogan lê serokomariyê dike dinêre, mirov matmayî dimîne. 99 salin ku li ser gelê kurd polîtîkayên pişaftinê ten meşandin.
Erdoganê ku ji aliyekî ve dibêje em birayê hev in û çand, ziman, dîrok û hebûna gelê kurd înkar dike û gelê kurd tune dihesibine, ji aliyekî ve ev 10 salin li ser 30 milyon gelê kurd bi pêkanînên weke TRT 6 ku 43 peyvên kurdî yên tu alternatîfên wan di kurdî de nînin û di şûna van peyvan de peyvên tirkî bikar tînin, li zanîngehan qaşo beşên Kurdolojî (Zimanên Ku Dijîn) li aliyek li dibistanan dersên hilbijarî ku tu bingeh û binesaziya wan nînin û bi salan e bi van gotinan dixwazin gelê kurd û gelên din ên dinyayê bixapînê, di encama van polîtîkayên înkare de jî baş tê dîtin ku zarokên kurd ji avabûna komarê heta vê demê ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in û bi ser de jî, bi dehsalan li ser zimanê wan siyaset û polîtîkayên pişaftinê hatine meşandin.
Di kesayetiya Erdoğan de ev helwesta rayedarên dewletê hîn jî berdewam e, bi vê nêzîkatiya Erdogan û rayedarên dewletê mirov baş dibîne ku hemû gotinên Erdogan ne rast in, derew in û ji bo xapandina gelê kurd û hemû gelên cîhanê ne.
Niha jî dîsa li aliyekî dibêjin em birayên hev in û xwediyê heman maf û azadiyan in, ji aliyekî ve jî operasyonên qirkirina siyasî û eskerî bênavber didomînin.
Li aliyek dibêjin demokrasî, maf û azadî, ji aliyek ve jî ligel hemû maf û azadiyan bêrêziyê dikin û mafê herî xwezayî û bingehîn ku mafê ziman e, dibêjin bila tu kes daxwaz û hêviya mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji me neke.
Gelo çima ji bo deh hezar karkerên tirk ên li Almanyayê asîmîlosyon sûcê li dijî mirovahiyê ye û ji bo 30 milyan gelê kurd ê li vî welatî asîmîlasyonê rewa tê dîtin.
Ev dirûtî ye, rûreşî ye, minafiqî ye. Ne kêm ne zêde. Çawa ku gelê tirk li vî welatî hemû maf û azadiyan bikar tîne, bikaranîna van maf û azadiyan mafê herî rewa yê gelê kurde jî.
Wekî mafê welatîbûnê yê bingehîn, gelê kurd jî heman mafan dixwaze. Ev daxwazeke herî rewa, însanî û gerdûnî ye.
Bila serokomar Erdogan baş bizanibe. Êdî gelê kurd bi siyasetên xapînok ên wekî TRT 6, qaşo beşên kordoljiyê û dersên hilbijarî nayê xapandin. Êdî gelê kurd bi polîtikayên ewiqandin û sarkirinê nayê xapandin.
Heke em birayê hev in, biratî nîşaneya wekheviyê ye. Divê hemû gelên vî welatî xwedî maf û azadiyên wekhev bin, pêwiste em xwedî maf û azadiyên wekhev û ji hemû maf û azadiyan bi awayekî wekhev sûd werbigirin.
Berayek an jî xuşkek xwedî çand, ziman û nasname, yek jî ji hemû van nirxên neteweyî bêpar nabe. Wekî hemû gelan ji bo gelê kurd jî ziman kesayet e, nasname ye nîşaneya statuya siyasî û nasnameya azad e.
Gelê kurd têkoşîna ku heta niha meşandiye û dimeşîne, ked û berdêlên ku heta niha daye û dide hemû di oxira van nirxên neteweyî de daye û dide.
Çand û ziman, ji bo hemû gelan nirx û rûmetên bingehîn in. Heke bikaranîna van nirxên pîroz û bingehîn jî ji gelê kurd re zêde werin dîtin, gelê kurd vê biratiya dirû û derewîn naxwaze, qebûl nake.
Gelê kurd heta ku van nirx û rûmetên ku mafên herî rewa, bingehîn û xwezayî ne bidest bixe, heta ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî, dê têkoşîna xwe ya biryardar a ji bo nirxên xwe yên neteweyî û nasnameyî bidomîn e.