Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

HPC: Xweparastin jiyanî ye

Ji rêveberiya HPC’ê Mihemed Cemîl Brahîm got, ”Heke gel bêrêxistinî û bêperwerde bimîne, em nikarin pêşî li dagirkirinê bigirin. Her welatî her wiha divê xwe di ber xweparastinê re jî bike. Xweparastin bi qasî nan û avê jiyanî ye.”

Endamê Hêza Parastina Civakê (HPC) Mihemed Cemîl Brahîm ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li qada leşkerî û civakî rêxistinî ye û xweparastin ji hemû hêlan ve daye ber xwe wiha got: ”Civakek heke li xak, çand û sincê xwe xwedî derneveke, tevî nav şer nebe wê zor û zehmetiyan bibîne û nikaribe bigihije armanca xwe. Me parastina Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê  Sûriyeyê daye ber xwe.”

Brahîm bal kişand ser giringiya xweparastina ku ji mirovan bi qasî nan û avê hewce ye û ev tişt anî ziman: “Xweparastin ne tenê ji bo mirovan, ji bo hemû zindiyan hewce ye. Mirov, nebat û ajal xwedî pergala xweparastinê ne. Rewşa dawî ku em jiyan çespand ku ev çendî jiyanî ye. Girîngî û hewcehiya xweparastinê careke din derket holê, ji bo ku em bikaribin li dijî komplo û êrîşan rawestin me rêxistiniyeke berfireh danî ber xwe.”

Cemîl Brahîm bi berdewamî diyar kir ku ji bo bikaribin li bara êrîşan bibin bersiv wan giranî daye ser perwerde û rêxistiniyê û wiha got: ”Ji hêla leşkerî û civakî ve bi du rengan rêxistinî dibin. Li gorî pergala me, mirovên ku li herêmê dijîn, li kîjan saziyê bixebitin jî divê du nasnameyên xwe hebin. Ji bilî saziya ku lê dixebite, her wiha divê xwedî nasnameya xweparastinê jî be. Heke em vê nekin û girîngî nedin xweparastinê, em nikarin li dijî êrîşan biparêzin, tasfiye bibin. Bi civîn, gotûbêj û organên medyayê em hewl didin ku rêxistiniya civaka xwe bikin, perwerde bikin. Em hewl didin ku giringiya xwe parastinê bidin fêmkirin.”

Brahîm bi berdewamî ev tişt axivî: “Li gel bi milyonan leşker, têkiliyên dîplomatîk çendî xurt bin jî heke civakek xwedî li xak, çand û sincê xwe derneyê, tevî nav şer nebe wê zor lê bibe û negihije meqseda xwe. Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê divê her kes ji bo xweparastinê endamê HPC’ê be.”

Brahîm her wiha got: ”Divê em xwe xwediyê welat û xaka xwe bibînin. Heke gel xwe nede ber vê peywir û berpirsyariyê, hay ji vê çênebe, ev tê maneya ku qedera xwe bi dest dijmin ve berdaye. Heke gel ne rêxistinî be, ne perwerdekirî be, kêmaniyek biçûk çêbibe em nikarin pêşî li dagirkeriyê bigirin. Divê gel nekeve ber tesîra polîtîkayên şerê taybet. Ji bo ku em bikaribin heq ji pêvajoya berdest derkevin divê her kes rêxistiniya xwe bike.”

Brahîm nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dibêje ji 7 salî bigirin heta bi 70 salî her kes dikare tev li nav xweparastinê bibe, bi bîr xist wiha pê de çû: “Peywir û berpirsyariya gel dîrokî ye. Heke yek kes jî xwe weke endamê HPC’ê nebîne, xwedî li projeya Rêber Apo û keda şehîdan dernekeve, em nikarin azad bibin.”

Brahîm di dawiya axaftina xwe de destnîşankir ku hêza dînamîk li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xweparastinê jin û ciwan in û wiha got: ”Jinan êdî xwe ispat kiriye. Ji nîvî zêdetir ê HPC’ê jin in. Dema ku vê dibêjim tenê ji hêla fizîkî ve nabêjim. Tenê ku mirov Girtîgeha Sînaayê bide ber çavan, mirov dikare rola wan bibîne. Armanca me neparastina partiyekê an jî şexsekî ye. Gelê li ser xaka Bakur-Rojhilatê Sûriyê hedef e. Em hemû di keştiyekê de ne. Hemû netew û dîn divê xwe biparêzin, xwedî li xweprastinê derkevin. Divê em pêvajoyên weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji bîr nekin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar