Hîskirin, fêmkirin û pêkanîn

Di bername-hevpeyvîneke me bi hev re çêkirî de Feylesofê Çiya Alî Haydar Kaytan, mînakeke balkêş dabû. “Dibêjin Îbnî Ruşt, li derekî rûniştî ye, Îbnî...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Hîskirin, fêmkirin û pêkanîn

Di bername-hevpeyvîneke me bi hev re çêkirî de Feylesofê Çiya Alî Haydar Kaytan, mînakeke balkêş dabû. “Dibêjin Îbnî Ruşt, li derekî rûniştî ye, Îbnî...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...
Perşembe - 28 Kasım 2024

Hîskirin, fêmkirin û pêkanîn

Di bername-hevpeyvîneke me bi hev re çêkirî de Feylesofê Çiya Alî Haydar Kaytan, mînakeke balkêş dabû. “Dibêjin Îbnî Ruşt, li derekî rûniştî ye, Îbnî...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Zilma li girtîgehan mezin dibe

Desthilatdariya AKP-MHP’ê pêkanînên xwe yên êşkenceyê yên li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehan didomîne

Siyasetmedar Alp Altînors, Bûlent Parmaksiz û Îsmaîl Şengul ên ji doza Kobanê hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 ya Sîncanê tên girtin, li girtîgehê rastî muameleya xirab hatin. Siyasetmedarên girtî yên ku agahî dan parêzerên xwe ku îro çûn serdana wan, diyar kirin ku di 23 û 24’ê sibatê de li qawişa ku lê diman de bi ser wan de girtine û lêgerîn hatiye kirin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Mûazzez Orhan Işik, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş ên giran, siyasetmedarên kurd Aysel Tûglûk, Hasan Alkiş, Înayet Mete û Gorgîn Oktar û ji bo raya giştî agahdar bike serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê da.

Yek ji girtiyên ku di tebaxa 2021’an de ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1’ê ya Bûca Kiriklarê hat kirin, Metîn Toprak, duh bi rêya telefonê bi birayê xwe Nezahat Toprak re axivî û binpêkirinên mafan anî ziman. Toprak ku 27 sal in di girtîgehê de ye, diyar kir ku ew bi 2 kesên ku 10 roj berê bi vîrûsa koronayê ketine di heman hucreyê de hatibûn girtin. Toprak, anî ziman ku nikarin derman ji rêveberiyê bigirin û got ku duh piştî ku rewşa hevalê wî giran bû rakirin nexweşxaneyê û hucreya wî hatin guhertin.

Nezahat Toprak, destnîşan kir ku li hemberî girtiyên ji Kirikkaleyê hatin sirgûnkirin ‘helwesteke taybet’ tê raberkirin û diyar kir ku birayê wî hem ji mîdeyê xwe nexweş e û hem jî bi koronayê ketiye. Toprak her wiha ragihand ku tedawiya ku li Kirikkaleyê ji bo mîdeyê hatibû destpêkirin li Bûcayê hat astengkirin.

Toprak got, “Kuxîna wî ne giran bû. Lê di qirika wî xitimî bû. Got ku bi zehmetî ji nav nivînan derdiket û pir xwêdan dida. Qet nikarîbû bilive. Piştî ku test erênî bûn, daxwaza wan a çûna nexweşxaneyê nehat qebûlkirin, derman jî nehat dayîn. Bi vî rewşî odeyên xwe guherandine.”

Mahîr Ada ku di sala 2014’an de dema xwendekarê Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn bû hat girtin, ji doza bi îdiaya “endamtiya rêxistina” 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ada ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Kayserî Bûnyan girtî bû, di vê pêvajoyê de sirgûnî gelek girtîgehên cuda hat kirin. Dayika Ada Yeter Ada behsa binpêkirinên mafan ên kurê wê li girtîgehê pê re rû bi rû hatiye kir.

Ada got, “Kurê min ji min re got ku gardiyanên li girtîgehê zextê li wan dikin û gotine ‘Hûn ê weke leşkeriyê sibeh û êvarê sirûda netewî bixwînin. Her wiha got ku girtiyan jî li hemberî van pêkanînan derketin û li ber xwe dan. Kurê min got, dema wan sirûda neteweyî negotiye, wan bi erde ve kaş kirine û li wan xistine. Kurê min got ku ew di qawişên xwe de rihet nehiştin û got ku pêvajo veguherî serdema darbeya 12’ê îlonê.”

Ada her wiha diyar kir ku polîtîkayên lêgerîna tazî, sînordarkirina mafê wergirtinê pirtûk û cil û bergan li ser wan tê ferzkirin.

Ada, anî ziman ku girtî li ber xwe didin û wiha got: “Kurê min destnîşan kir ku  ‘em vê çewisandinê qebûl nakin, ji ber ku em gotina wan nakin me dikin hucreyên yekesî’. Mafê telefon, hevdîtin û derketina hewşê ji destê wan tê girtin. Kurê min got ku ew ê li hemberî van hemû zextan li ber xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar