Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ferhenga kurdî-almanî derket

Mamoste û endamên Yekitiya Mamosteyên Kurd ya Ewropa (YMK) Abdulqadir Ulumaskan û Cahît Kaplan xebateke giranbuha birêve birine û ferhengeka ku ji 50 hezar peyvên kurdî û almanî pêk tê hazir kirine. Ferhenga bi kurdî û almanî ji 700 rûpelî pêk tê û ji aliyê weşanên YMK ve hatiye çapkirin. Her wiha redaksiyona ferhengê ya almanî Dagmar Kaplan û ya kurdî jî Rêzan Demir kirine.

Mamoste Abdulqadir Ulumaskan bi bîr xist ku ji bo mirov karibin bi almanî û kurdî baş hîn bibin pêdiviyek di vî warî de hebû û ew jî hewldane vê kêmasiyê ji holê rakin. Ulumaskan got ku ferhenga nû ji 3 ferhengên berê yên ku wan amade kiriye cudatir e û wiha pê de çû: “Armanca me ew bû ku em li gor her du zimanan ferhengeke hinekî standart û pratîk amade bikin. Her wiha me xwest ji bo bikaranîna pêdiviyên rojane tiştekî guncav hazir bikin.”

Ji bilî pêşgotina ku ji aliyê her du mamosteyan ve hatiye nivîsandin di ferhengê de cî dane zimanzanên bi nav û deng yên li ser kurdî xebitîne û her wiha behsa dîroka zimanê kurdî jî hatiye kirin. Zimanzanên weke Maurizio Garzanî (îtalî), August Kosciesza Zaba (rûsî), Dr. Ferdinand Justi (alman), Ely Banister Soane û C.J. Edmond (îngiliz), Prof. Dr. I.O. Farizov (ermenî) hatine bi bîranîn û xebatên Celadet Ali Bedirxan, Qenatê Kurdo, Dr. Kamuran Bedirxan yên di vî warî de jî nehatine jibîrkirin.

Her du mamosteyên ku ferhengê hazir kirine wiha gotin:“Bi demê re me dît ku ferhengên berê weke naverok êdî têrê nakin û pêdiviyan bi cî naynin. Ji lewma me xwest xebateke berfirehtir pêş bixin. Hin rexne û pêşniyazên li ser ferhengên berê hebûn û me bi xwe jî hin kêmasiyan tespît kiribû. Her wiha me xwest hin peyvên kurdî yên ku belavbûne û niha ber bi standarbûnê ve diçin jî li ferhengê zêde bikin.”

Di ferhengê de babetên pevyên her du zimanan wek navdêr, zayend, lêker, rengdêr, daçek, hoker û hwd. hatine diyarkirin. Dîsa alfabe û kurte rêzimana kurdî û almanî, lêkerên almanî yên bêrêzik û navê bajarên Kurdistanê jî di ferhengê de hene. Der barê bikaranîna ferhengê de jî di destpêkê de agahî hene.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar