Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Konseya Biryargeha YJA Starê civiya

Civîna Konseya Biryargeha YJA Starê ji hemû qadên ku hêzên parastinê yên jin lê ne, bi tevlibûna fermandaran pêk hat.

Konseya Biryargeha YJA Starê bi gotina ‘’Peywira me ya YJA Starê ev e ku sala 2022’an berxwedan were serfirazkirin’’ û hat diyarkirin ku ew ê ji serfiraziyê pê ve tu rêyeke din nas nekin.

Civîna Konseya Biryargeha YJA Starê, di pêvajoyeke ku konsepta îmhayê didome pêk hat. Civîn bi axaftina destpêkê dest pê kir, bi talîma Rêbertî, xwendina xebatên salê, rojeva siyasî-leşkerî, bi nirxandina xebatên îdeolojîk, rêxistinî û pratîk ên sala 2021’an berdewam kir.

Ji nû ve avabûn, taktîk û şêwaza fermandarî, rexne-rexnedayin, plansazî û biryar, verastkirin hatin nîqaşkirin û encamkirin.

Piştî civînê daxuyanî hat hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Em bawer dikin biryarên ku di civîna me ya Konseya Biryargeha a YJA Starê de hatine girtin û plansaziyên ku hatine danîn, di serî de ji bo Kurdistanê, ji bo hemû gelan û jinan, di sedsala 21’an de ji bo geşkirina gerîlatiya jinan û taktîkên wê, li ser rêça stratejiya şerê şoreşgerî yê gel wê perspektîfên xurt deyne. Em Konseya Biryargeha YJA Starê bi vê baweriyê 8’ê Adare Roja Jinan pîroz dikin, em bang li hemû jinan dikin ku xwe berdin meydanan, hêvî dikin rojên ji niha û şûn de bibin rojên azad û bi jinan û dibêjin, berxwedana jinan wê faşîzmê hilweşîne.’

‘Hêvî geş bûn’

Sala 2021’an ku şerê manûnemanê bi rengekî bêhempa hat kirin, ji bo têkoşîna me ya azadiyê, ji bo jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê û hemû gelên cihanê, bûye saleke wiha ku azadî zêdetir nêz bûye, hîsên serfiraziyê hatine jiyîn, hêvî geş bûne û şer gur bûye. Konsepta îmhayê ya ku dijmin li ser Rêbertiya me û Tevgera me geş kir, êrîşên dagirker ên li ser welatê me Kurdistanê, siyaseta qirkirinê ya ku li ser gelê me ferz kiriye, weke berdewama komploya navneteweyî di nav salê de bi hişmendiya herî faşîst, bêsinc, paşverû êrîşkar didome.

‘Azadiya Rêber Apo azadiya jinan û gelan e’

Vê konseptê daye ber xwe ku PKK’yeke bê Rêbertî, kurdên bêyî PKK’ê ava bike, li ser hîmê polîtikayên hêza nerm, bi marjînalkirina PKK’ê û windakirina rêça îdolojîk-felsefîk hewl daye ku bi pergalê re entegre bike. Ji aliyê din ve jî armanc bi sazkarkirina êrîşa giştî îmhakirina hêzên gerîla, bi temanî dagirkirina Kurdistanê û nasnekirina mafê jiyanê ya ji li ber tu kurdên xwedî vîn e. Bi vê çarçoveyê hatiye tespîtkirin ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn li ser Imraliyê tê rêvebirin, rojeva sereke ya civîna me bûye şikandina tecrîda li ser Rêbertî û hilweşandina faşîzmê, hemû nîqaşên me li ser raman û fesefeya Rêbetî pêk hatiye. Azadiya Rêber Apo azadiya jinan û gelan e.

‘Garê layiqê dîroka PKK’ê bû’

Dijmin, ê ku bi komploya navneteweyî nekarî me ji Rêbertiya me dûr bixe, 10-14’ê sibatê li dijî Garê operasyoneke taybet aniye, xwestiye ku komployê bide lezandin. Lê berxwedana gerîla ya li Garê xweziya dijmin di gewriya wê de hiştiye. Serfiraziya Siyanê ya li Garê, bûye berxwedaneke layiqî dîroka berxwedanê ya PKK’ê, li nav dijmin bi xwe re şikestinên siyasî û leşkerî anîne, kiriye ku Tevgera me rabe, ji bo hêzên gerîla, jinan û gelan bûye moralekî mezin. Ji ber vê jî Berxwedana Siyanê weke serfiraziyekê hatiye pênasekirin. Ev berxwedana dîrokî ne ku dijmin tenê têk biriye, baweriya gelan a li serfiraziyê, serkeftinê û gerîlatiyê geştir kiriye. Di gavê de azadî mîsoger kiriye. Hevalê me Şoreş Beytûşşebab û 14 hevalên me ku di fermandariya Şoreş Beytûşebbab de şehîd bûne, bûn gewherê jiyanî yê rihê fedayî yê Apoyî. Yê ku li Garê li ber xwe da PKK bû, felsefe û îdeoloijya PKK’ê bû. Rêbertî ye, jin in. Berxwedana Garê, mînaka herî aktûel û xwerû ya serfirazbûna berxwedanê ye.

‘Fermandarên pêşeng ên serdema nû’

Piştî têkçûna Garê dijmin vê carê xwestiye ku konsepta îmha û dagirkirinê li Avaşîn, Zap û Metînayê geş bike, 23’yê nîsanê ji bejahî û hewayî ve hêzên dagirker ên berfireh saz kiriye. Encamên ku li Garê derketin holê û rihê berxwedanê, ji ber bû ku bû malê hêzên YJA Starê û avaniya me ya rêxistinê û ji ber ku ev giyanê fedayî pêl bi pêl berbelav bû, performanseke ku dijmin xeyala wê jî nedikir derxistiye holê û rihê fedayî yê Apoyî gihaştiye asta xwe ya herî bilind. Bîrdariyên lehengiyê yên PKK’ê hevrê Serhat Giravî û Rûken li Mamreşo, li Gire Sor hevrê Botan û Zinarî Welat, li Werxelê fermandarê fedayî yê leheng Cumalî û Çavrê, li Zendûra hevrê Rêber û Hejar bûne fermandarên pêşeng ên serdema nû.

Di civînê de yek ji mijara din ku hatiye gotûbêjkirin, helwesta jinan ya li ser îdîaya azadiyê, helwesta vîndar, gewherê welatparêzî, dilsoziya bi jiyanê re, ku di pêvajoyên dîrokî de derketine holê, weke xelekên berxwedanê yên ji Besêyan heta bi Zarîfe, Rindêxan, Bêrîtan, Azîme, Zîlan, Delal, Sosin, Çavrê, Diljîn, Nûjîn, Tolhildan û Verozan hatiye nirxandi û berxwedan îxanet têk birine û bûne navê serfiraziyê. Ev lehengên me yên dilêr û wêrek ku bi bawerî û azweriyeke xurt bi têkoşînê ve girêdayî ne, evîna li jiyana azad bi xwîna xwe di dilê hemû mirovahiyê de neqişandine. Sala 2021’an li Avaşîn, Zap, Zendura, Botan, Dêrsim, Şengal, Rojava ne tenê li dijî hêzên artêşa TC’ê, li dijî artêşên NATO’yê, bi çarçoveya hevkariya PDK-TC’ê li dijî hemû hêzen emperyalîst, paşverû, nîjadperest û faşîst li ber xwe dane. Ji vî alî ve, sala 2021’an ji hêla dîroka me ya têkoşînê ve, bûye saleke ku destan hatine nivîsîn, her kêliya wê bi azadî, serfiraziyê tije. Wêrekî, fedayîbûn û rûmet hatiye asta xwe ya herî bilind.

‘Gerîlatiya serdema nû’

Serhatiyên sala 2021’an û destkeftî ev rastî careke din çespandiye; hêzên me yên gerîla li ser hîmê perspektîfên serdema nû, li ser stratejiya şerê şoreşgerî yê gel, modernîteya demokratîk, gerîlatiya jinên azad de hûr bûye, di şerê tunelan de taktîkên nû danine ber xwe, şêwaza tevgerê kûr kirine, bi lêdanên bi derb û çalakiyên sansasyonel serfiraziyê bînin. Raza serkeftinê, li ser îdeolojiya rizgariya jinan û xeta partiyê kûrbûn, di gerîlatiyê de zîrekbûn û profesyonelbûn e. Di gerîlatiya serdema nû û taktîkê de pêşveçûn her demê wê me serkeftî bike.

‘Berxwedana bi aqil û xweparastina jinan’

Civîna me bal kişandiye ser rewşa têdeyî ya pergala cîhanî ya berdest. Krîza pergalê ya modernîteya demokratîk herî pir jinan, sirûştê û civakê dike hedefa xwe. Polîtîkayên weke tecawiz, tacîz, tundî û komkujiyê ku parçeyên şerê taybet in û kirinên hişmendiya zilamseriya faşîst hema hema bêhn li jinan çikandiye. Li dijî vê, li dora Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinan, jinan bi aqil û vîna xwe berevaniya xwe geş kiriye. Bi pêşengiya jinan xwedî li pêngaven, ‘Dem Dema Azadiyê ye’ û ‘Li dijî qirkirina jinan dema parastina civaka azad e’ xwedî derketine, li dijî aqilê faşîst ê zilam, li dijî hişmendiya tecawizkar û êrîşkar li hemû qadên jiyanê berxwedanî çêbûye. Tecrûbeyên ku di berxwedana sala 2021’an de hatine bidestxistin, fermanadariya jinan û pêşengiya jinan derxistine holê, di serî de heval Şîlan Goyî, Nûjîn Êrs, Nûjîn Koçer, Nûda Sason, Sosin Bîrhat, Hîlal Goran, Hîra Gabar, Canda, Delîla û Sozdar Qamişlo weke fermandarên pêşeng ên serdemê derbasî dîrokê bûne. Berxwedanên ku bi aqilê jinan û xweparastina wê de geş bûne, li dijî tecrîda mitleq a li ser Rêbertî û gel bûye xwedî bersiva herî bimane û karîger.

Dê YJA Star serfiraziyê teqez bike

Sala 2021’an çespandiye ku bi berxwedanî wê serfîrazî were. Sala 50’î ya partiya me wê bibe sala Newrozê û serfiraziyê. Peywira me ya YJA Starê ev e ku em vê berxwedanê sala 2022’an bigihînin serfiraziyê. Bi îdîaya ku bi teqezî pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêbertiya me û bicihanîna hêviya jiyanê ya jinan û jiyana azad a gelan, em soza dilsoziya xwe ya bi şehîdan re didin. Bi baweriya ku sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê û şoreşa jinê em hemû jinên berxwedêr û gelan silav dikin, em Konseya Biryargeha a YJA Starê dibêjin ji serfiraziyê pê ve ti rê nîne, em ji her kesî re di têkoşîna azadiyê de serkeftinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar