Berî her tiştî pêwîst e jin weke nasnameyekê civakî bê nirxandin. Di pergala dewletan a ku ji sûmera destpêkir û heta roja me ya îro didome de, jin weke hêman û nasnameyekê civakî nayên nirxandin. Ji wê rojê heta niha zilaman serwerî û serdestiya xwe hê zêdetir pêşxistine. Di roja me ya îro de ev jirekatiya serdest a zilam xwe gihandiye lûtkeyê herî jor. Di vê têgehê de jin weke obje û metayekî cinsî, amrazekî reklaman dibînin û ji bo bercewendiyê xwe jinan bi kar tînin. Dewlet bi hemû saziyên xwe ve bi taybetî jî saziya malbatê ve -ku mîkro dewlet tê gotin- hê bêhtir di nav civakê de serweriya xwe rewa dike.
Di dîrokê de ya ku rêvebertî ji civakê re kir jin bû. Mirov dikare têkiliya yekser û raste rast a di navbera têgehên wek “bindestî, tekoşîn, serkeftin û şahiyê” di gelek bûyerên dîrokî de bibîne.
Ger mirov bi awayekî mantiqî li van têgehan û rêzbûna wan a dîrokî binihêre, pêvajoyeke sîstematîk derdikeve pêşberî me: ango li dijî bindestiyê têkoşîn tê meşandin û di dawiyê de serkeftin tê pîrozkirin.
Li Kurdistanê, siyaseta çewt a dewletên dagirker rewşa mafê civakî û siyasî ya jinên kurd, xistibû nava çemberek teng.
Bi pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistan, di helwesta jina kurd de jî guhertinên mezin çêbûn. Di gelek qadên jiyana rojane de û di nav civakê de jinan pêşengî kirin.
Nexasim li rojavayê Kurdistanê, li hêleke wê bi şahî û coş 8’ê Adarê bê pîrozkirin, li hêla din êrîş li ser destkeftiyên jinan tên kirin, li himberî van êrîşan jin natirsin, serî natewînin û têdikoşin.
Weke jin ji dîroka ku ji me hatiye dizîn pir hîn bûn. Me têkoşîna xwe bilindtir kir. Me serî li ber serdestî û mêtingeriyê netewand, û natewînin. Me dek û dolabên wan li wan vegerandin.
Di dawiyê de 8’ê Adarê, roja li dijî bindestiyê, roja têkoşîn, serkeftin û şahiyê li tevahiya jinên cîhanê pîroz dikim.