Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bi derxistina PKK’ê a ji ‘lîsteya terorê’ wê li Rojhilata Navîn aşitî pêk were’

Mamostayên Zanîngeha Selahedînê diyarkirin ku divê hemû hêz û aliyên siyasî piştgiriya kampanya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bidin

Kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li Kurdistan û gelek welatên cîhanê bi awayek berfireh didome. Derbarê giringiya kampanyê de mamostayên Zanîngeha Selahedînê axivîn.

Mamostayê Zanîngeha Selahedînê Dr.Qasim Omer da zanîn PKK ji encama wê zilm û bêmafiya li bakurê Kurdistanê li beramberî kurdan dihat kirin, derket û ev tişt anî ziman: “Piştî şerê cîhanê yê duyemîn kurd ji hemû mafên xwe bêpar hatin hêştin. Di serdema Erdogan de jî asta bêmafiya li beramberî kurdan jî gihiştiye lûtkeyê.”

Dr.Qasim Omer di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna PKK’ê ya li dijî şerê DAÎŞ’ê û wiha got: “PKK’ê di dema şerê bi DAÎŞ’ê re ji bo parastina Kurdistanê û têkbirina DAÎŞ’ê de rolek giring hebû.  Ji bona wê PKK ne rêxistinek terorîste û li dijî kiryarên terorê di sekine. Baweriya PKK’ê bi parastina xak, mafê netewî û parastina xwezayê heye. PKK li bakurê Kurdistanê nûnertiya kurdan dike. Ji ber ku dewleta tirk di destura xwe de hebûna kurd qebûl nake. PKK’ê heta niha gelek caran daxwaza aştî û çareserkirina pirsgirêka kurd ji dewleta tirk kiriye. Lê her carê dewleta tirk rêya aştî û giftûgoyê red kiriye.”

Dr.Omer da zanîn ku bi derxistina PKK’ê ji ‘lîsta terorê’ wê li Rojhilata Navîn aşitî û demokrasî pêk were û wiha domand: “PKK li ser asta her çar parçên Kurdistanê xwedî rolek giring e. Parastinê li mafên hemû gelên rastî zilmê tên dike. Ji bona wê pêwîste hemû aliyên siyasî û gelê kurd zextan li ser Netewên Yekbûyî bike da ku PKK’ê ji nava rêxistinên qedexekirî derxîne. Lê cihê xemgîniyê ye welatên NATO, Netewên Yekbûyî û Amerîka ji bo berjewendiyên xwe yên li gel dewleta tirk PKK’ê xistine nava lîsta terorê de.”

Bi saya PKK’ê di riya çareseriyê vebibe

Li ser heman mijarê Mamostayê Zanîngeha Selahedînê Dr. Raed Rifet jî axivî û da zanîn ku divê hemû rêxistin, partî û saziyên kurdan yên li her derê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta rêxistinên qedexekirî bikevin nava hewildanan û piştgiriyê bidin kampanya ku hatiye destpêkirin û wiha got: “Ji ber peywendiyên dîplomasî û aborî yên li gel dewleta tirk welatên cîhanê PKK’ê xistine nava lîsta rêxistinên qedexekirî de.”

Li gorî gotina Dr. Raed Rifet, bi derxistina PKK’ê ji lîsta rêxistinên qedexekirî re wê zemîn ji bo diyalogên aştiyê çêbe û pirsgirêka kurd bi rêyên diyalogê were çareserkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar