Di sed salên dawî de şerê di navbera dewletan de pêş dikevin, li dijî berjewendiyên gelan e. Li dijî mafê jiyanê yê gelan e. Şerê navdewletî bi xwe re koçberî, xizanî, kuştin, talankirin, wêrankirinê tîne. Bi xwe re êşê zêde dike. Civakê parçe dike. Çand û zimanê civakê tune dike. Dewletên şerxwaz, gelên li ser axekê dijîn tîne beramberî hev û dike neyarên hev. Di şerê navdewletî de yên herî zêde zerarê dibînin gel in. Dema mirov li tabloya giştî ya şerê navdewletî dinêre ev wêne bi hêsanî xuya dibe.
Rûsya ji 24’ê sibatê ve li dijî Ukraynayê şerê erd û ezmanî daye destpêkirin. Berê hemû cîhanê li vî şerî ye. Ji ber şer heta niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sed hezaran gelê ukraynayî jî koçberî Polonyayê kirin. Hemû kes vî şerî ji nêzîk ve dişopîne. Ev şerê dewletan ên hêzê ye. Şerê berjewendî û serdestiyê ye. Şerê desthilatdariyê ye. Ne şerê parastina mafê civakî û neteweyî ye. Ne parastina şerê axê û nirxên civakê ye. Ji ber vîna civakê û gel esas nayê girtin, bi tang û topan şer dikin û bi sedan mirov tên kuştin.
Dema em vî şerê li Ukraynayê û helwestên dewlet û welatan binirxînin divê em şerê di 10 salên dawî de li welatên cîhanê pêş ketin jî bibînin. Li Şengal, Misûl, Kobanê, Rewa û Dêra Zorê pêş ket binerin. Hêj 2 sal berê şerekî dijwar li Efrînê pêk hat. Tirkiye bi 72 balafirên şer, bi deh hezaran leşker, bi tang û topan êrîşî Efrînê kir. Dewletekê êrîşî bajarekî kir. Lê hemû cîhan bêdeng ma. Dema Tirkiyeyê li dijî Efrînê şer da destpêkirin, gelê Tirkiyeyê bêdeng bû. Partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bêdeng bûn. Ji bilî HDP, DBP û partiyên çepgir, partiyên muxalîf ên wekî CHP û ÎYÎ Partiyê piştgirî dan şer. Gelê cîhanê bêdeng ma. Tirkiye bi destûra Rûsya û Sûriyeyê êrîşê Efrînê kir. Bi piştgiriya veşarî ya NATO êrîşî Efrînê kir. Ji ber şerê Tirkiyeyê yê li dijî Efrînê bi sed hezaran mirov ji Efrînê koç kirin. Bi hezaran însan di şerê tang û topan de hatin kuştin. Ew welatên ku li dijî dagirkirina Efrînê bêdeng man, îro li dijî şerê Rûsya yê li dijî Ukraynayê rabûne ser piyan. Bi taybetî Tirkiye wekî ku piştgiriya gelê Ukraynayê dike nîşan dide. Lê di esasê xwe de piştgiriya Ukrayna û Rûsya dike. Mafê gelan naparêze. Ku mafê gelan parastibûna dê êrîşî Şengal, Mexmûr, Serêkaniyê û Efrînê nekiribûna.
Divê gelê kurd, tirk û gelên Rojhilata Navîn rastiya van dewletan baş nas bikin û li gorî wê bi hevkarî û tifaqî dengê xwe bilind bikin. Divê hemû gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn li dijî vê rastiyê dakevin kolanan û dengê xwe li dijî hemû cûreyên şer bilind bikin. Ji ber ku hemû dewlet berjewendiyên xwe esas digirin û ji bo serweriyê şer dikin, divê gelên cîhanê jî li dijî şerê dewletan bibin yek. Divê li dijî şerê dewletan yekîtiya gelan pêş bikeve. Êdî li dijî şerê berjewendiyê yên dewletan yekîtiya gelan ferz e. Dem dema yekîtiya gelan e. Dem dema azadiya gelan e.