Navenda Ragihandinê ya QSD’ê duh li ser malpera xwe ya fermî têkildarî îdiayên dezgehên çapemeniyê yên dewleta tirk daxuyaniyek da. Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate gotin: “Gotegot û îddîayên dezgehên ragihandinê yên dewleta tirk ku qaşo me şervanên xwe şandine Ukraynayê derew in. Dewleta tirk dixwaze ku navê hêzên me xirab bikin. QSD hêzeke nîştimanparêz a Sûriyeyê ye, ji bo parastina xakê û gel têdikoşe û li dijî êrişên hêzên terorîst û dagirker e. QSD bi hemû hêza xwe, erka xwe bi cih tîne û dê pêk bîne.”