Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê sê gerîlayên ku di Adara 2017’an de li Botanê şehîd bûbûn, ev agahî da:
“Di adara 2017’an de dema ku dewleta tirk a dagirker li qada Botanê êrîş kiribû, hevrêyên me Rênas, Koçer û Rustem ên ku li Botanê bi fedakariyeke mezin têdikoşiyan, şehîd bûne. Ev her sê hevalên me wekî gerîlayên mînak ên gerîlatiya modernîteya demokratîk, em wan bi rêzdarî bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan pêk bînin.
Nasnameya her sê hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Rênas Mahabad
Nav û paşnav: Îsmaîl Saîdî
Cihê jidayikbûnê: Kotol
Navê dê û bav: Sedîka – Mûhîttîn
Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2017’an / Botan
Nasnav: Koçer Baran
Nav û paşnav: Alî Erdal
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Fatim – Halîl
Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2017’an / Botan
Nasnav: Rustem Cûdî
Nav û paşnav: Reşat Ozmen
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Navê dê û bav: Fatma – Giyasettîn
Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2017’an / Botan