Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KNK: Li Kurdistanê dema jinên azad e

Komîsyona Jinan a KNK'ê bal kişand ser bandora jinên kurd a li nava siyaseta neteweyî û navneteweyî û got: "Jinên kurd ji bo destnîşankirina çarenûsa xwe, xwe gihandine asta pêwîst a rêxistinkirinê."

Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand. Peyama ku bi sernavê “Li Kurdistanê dema jinên azad e” hate weşandin, wiha ye: “Bi hezaran sal e feraseta baviksalarî ya hezên metîngêr ji bo desthilatdariya xwe, jinên Kurd wekî talûke ya herî mezin dibînin. Wexta ku mirov li dîrokê dinêre jinên ku ji bo azadî û jiyanek bi rûmet berxwedane û tekoşîn kirine bi rêbazên der mirovahî hatine qetilkirin. Lê belê tekoşîn û rêxistina jina kurd îro serî de li Rojhilata Navîn li tevahî cîhanê bûye hêvî û roniya hemû jinên cîhanê.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hêzên metînger ji bo qirkirina jinan misoger be, polîtîkayên qirkirina taybet, li ser jinên kurd ferz kirin. Tundiya cinsî li dijî bi hezaran jin bi kar anîn; jinên me weke xenîmetên şer diyarî artêşa xwe kirin, bi hezaran jinên me firotin welatên din. Ji ber ku jin û kurd bûn, biçûk hatin xistin. Kurdistan kirin qada bêhiqûqî, bênasname, bêstatûbûyînê. Ji bo jinên kurd jî rewş wisa bû. Jin kirin qurbanê bêstatûbûn, bênasnamebûn û bêhuqûqiyê. Li gel van polîtîkayên bêstatûbûn ên hêzên derve, di hindur de jî pergala desthilatdar, li ser navê eşîr, ol, adet, kevneşopiyê, jin qirkirin. Li gel vê zilma du alî ya jinên kurd de jiyan, hêviya azadiyê ya jinên kurd têk neçû. Ji ber ku di dîroka Mezopotamyayê de, Kurdistan bûye dergûşa şaristaniya civakî ya jinan. Azadî tim di nava jinê de veşartî maye. Di pêşengtiya Meyan Xan a Êzidî, Besê ya Dêrsimî, Zarîfe ya Koçgirî, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Bêrîtan, Zîlan, Viyan Soran, Şîlan Kobanî, Şîrîn Elemhûlî de û bi saya jinên qehreman ên bêhejmar, têkoşîna jinên Kurd qet ranewestiya.”

KNK’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Gelê kurd bi hêza xwe, konsepta siyasî û civakî ya hêzin metînger bêtesîr kiriye. Îro li Rojhilata Navîn û pê re girêdayî di siyaseta navneteweyî de Kurd û jinên Kurd jî hene. Di nava Kurdistana ku qedera xwe bi xwe destnîşan dike de, jinên Kurd jî, ji bo destnîşankirina qedera xwe, xwe gîhandine asta pêwist a xwe rêxistinkirinê. Weke gel em xwedî hêzên parastinê yên bi sedhezaran tê binavkirin, rêxistinên civaka sivîl, meclîs, şaredarî, modelên aboriyê, dîplomasiyê ne. Lê weke jinên Kurd jî, li çar parçeyên Kurdistan artêşên me, rêxistinên civaka sivîl ên jinan, rêxistinên aboriyê, dîplomasî, partiyên siyasî, meclîs, şaredarî û li tevahiya qadên siyasî bi rêya pergala hevserokatiyê, em li her cihî hene. Bi vê xwebaweriyê, jinên me yên leheng, DAIŞ û hêzên ku dijminahiya jin û gelan dikin, tar û mar kirin. Rejîma tirk, li Bakurê Kurdistan siyasetek sîstematîk û îdeolojîk li dijî jinên Kurd dimeşîne. Bi siyaseta destdirêjîyê ji aliyên hezên taybet, bi girtinan, êşkence, reşkirina îmaja jinên Kurd nikare vîna jinan bişkêne û teslîm bigire. Tevgera Jinên Kurd li Bakurê Kurdistan hem di asteya siyaset hem jî di asteya civakî de, li ber xwe didin.”

KNK’ê di xuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Jinên jiyana civaka azad li Rojava gihandin pergalekê û ji bo tevahiya cîhanê bûn mînak, ceribandinên xwe yên azadiyê bi jinên gelên din re jî parve dikin û wan jî ber bi azadiyê ve kaş dikin. Li Rojhilat, jin li gel tevahiya zextên rejîma Îranê, bi ruhê yekitiya neteweyî, di nava berxwedana parçeyên din ên Kurdistanê de cihê xwe digirin û têdikoşin. Li girtîgehan, li gel tevahiya cûreyên êşkenceyan mîrasa azadiya jinên Kurd, berdewam dike. Li Başûr, li dijî pergala desthilatdar a mêr a di serî de jin, civakê li derveyî siyasetê dihêle, dihêle ku welat bi awayekî bêsînor were şêlandin û talankirin, jin gav bi gav dengê xwe bilind dikin. Li Başûr, pêwistiya bi şoreşa jinê roj bi roj zêdetir dibe. Ji ber ku li Başûr ya ku tevî qeyrana siyasî û aborî ruüûxiya, pergala desthilatdar a mêr e. Ji bo azadkirin û parastina welêt, li Başûr êdî dema azadiya jinê hatiye û derbas dibe.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de KNK’ê ev tişt ragihand: “Em weke jinên Kurd jinên karker ên di 8’ê Adara 1857’an de ji bo kardestên xwe li New Yorkê li ber xwe dan û hatin şewitandin ji bîr nekiriye. Me ew hawara ji bîr nekir, lewma me asta xwe ya niha bi dest xist. Me êşa tevahiya jinên kedkar ên cîhanê yên li ber xwe dan û şehîd bûn, weke êşa xwe û serkeftina wan jî weke serkeftina xwe dît. Di serî de Calara Zetkîn, weke xwişkên van jinên leheng, ji bo ev serdem bibe serdema azadiya jinê, em soza xwe dubare dikin. Di salvegera 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de, di serî de Kurdistan em tevahiya jinên li cîhanê yên ji bo azadiyê şehîd bûne, bi rumet, bi bîr tînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar