Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF’ê re axivî. Besê Erzîncan li ser wateya îsal a 8’ê Adarê, ku li Bakur, Rojava, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê bi çalakiyan tê pîrozkirin wiha axivî: “8’ê Adara 2022’an cejna azadiyê ya jinê di serî de li jinan, li gelê me, gelan, tevahiya mirovahiyê pîroz be. 8’ê Adarê ji bo jinan roja rabûna li ber koletî û neheqiyê ye. Li ser vê bingehê bûye malê jinan, malê tevahiya mirovahiyê. Bi pîrozkirina 8’ê Adarê re em jin, dayik, ciwan û mirovahiya ji bo azadiyê li ber xwe didin bi rêzdarî silav dikin. 2021 ji bo jin û gelê Kurd bû saleke giran a berxwedanê. Jin û gelê me li dijî zext, xizankirin, koçberkirin, girtin û polîtîkayên şerê taybet ên dewleta tirk bi rengekî mezin li ber xwe da. Xwedî li nasname, ziman û welatê xwe derket.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Erzîncan wiha got: “Gerîlayên Kurd jî di nava salê de bi îradeyeke bêhempa li dijî êrişên dewleta Tirk û hêzên hevkarên wan berxwedaneke xurt nîşan dan û bersiv dan. Şêweyê lehengiyê yê sedsala 21’ê bi heybetî hate temsîlkirin. Lewma 8’ê Adarê li hêzên me yên HPG û YJA Starê pîroz dikim. Di şexsê hevalên Şîlan Goyî, Nûjîn Ers, Nûjîn Koçer, Nûda Sason, Sosin Bîrhat, Hîlal Goran, Hîra Gabar, Canda, Delîla, Sozdar Qamişlo, Zinarîn Welat û Tolhildan Raman de şehîdên azadiyê yên 2021’ê bi rêzdarî bi bîr tînim. Di şexsê şehîd Awaz Gul de jî şehîdên HSD, YPG û YPJ’ê bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi wesîleya 8’ê Adarê Rêberê me yê ku bi berxwedana afirîner, fedakarî û keda xwe perspektîf û rêya jiyanê nîşanî me dide, Rêber Apo bi rêzdarî, hezkirin, hesret û minet silav dikim.”
Erzîncan bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Rêberê me 24 sal in di nava şert û mercên gelekî giran de bi rengekî mezin li ber xwe dide. 11 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Li ser rewşa wî ya tenduristî, ewlekarî û jiyanê agahiya me nîne. Neheqiya herî mezin a di dîroka mirovahiyê de li Rêber Apo tê kirin. Tecrîda herî giran li dijî Rêberê me hatiye avakirin. Modela girtîgeha Gûantanamoyê jî li gorî sîstema Îmraliyê hate avakirin. Her kes zane ku şert û mercên Îmraliyê ji şert û mercên zindanê yên Gûantanamoyê gelekî girantir e. Bi tecrîda girankirî ya 24 sal in tê ferzkirin, hewl tê dayin ku pêşî li avakirina sîstem û rêbaza jiyana alternatîf a Rêberê me bigirin. Hêzên sîstema mopdernîst kapîtalîst bi vî rengî hewl didin tolê ji Rêberê me hilînin. Li hemberî vê yekê Rêberê me bi parêzname û notên hevdîtinê tecrîd şikand û îdeolojiya rizgariyê ya sedsala 21’ê gihand mirovahiyê. Îdeolojiya Rêberê me li cîhanê belav bû, gerdûnî bû. Jin, gelê me, gelên me, hêzên azadî û demokrasiyê yên li cîhanê bi têkoşîn û berxwedana xwe armancên sîstema bi serweriya mêr têk dibin. Lewma em çalakiyên ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” ji bo azadiya Rêberê me li çar aliyên cîhanê têne lidarxistin silav dikin. Rojev û wezîfeya sereke ya tevgera jinê ya azad, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye. Li ser vê bingehê çalakiyên me wê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me dewam bikin.”
Besê Erzîncan bûyerên ku ji 8’ê Adara 2021’ê û vir ve qewimîne wiha nirxand: “Di vê pêvajoyê de rol, mîsyon û girîngiya dîrokî ya têkoşîna azadiyê ya jinê di azadiya mirovahiyê de hîn bi xurtî xuya kir. Jin di nava pêngaveke mezin a zanebûn, îradebûn û azadiyê de ye. Têkoşîna me ne tenê têkoşîna ji bo azadî, afirandina şert û mercên wekhev ên ji bo jinan e. Di heman demê de ji bo bindestan hemûyan e. Li ser vê bingehê jin ti astengî û bendan nas nakin. Di nava du salên dawî de bi bi hinceta vîrûsa koronayê jin li malê hatin asêkirin. Di nava sîstema tundî û destavêtinê de hatin hiştin. Sîstema bi serweriya mêr hewl da bi vî rengî sekna jinan a li dijî sîstemê bitepisîne. Pirsgirêkên civakî yên jinan giran bûn, veguherîn krîzê. Jin ên ciwan bûn hedefa polîtîkayên şerê taybet ên dewletan. Lê belê jinan di vê pêvajoyê de nakokiya zayendî hîn bi kûrahî fêhm kirin, têkoşîn jî xurtir kirin. Têkoşîna azadiyê ya jinê hêza sereke, radîkal û diyarker a têkoşînên demokrasî û azadiyê ye.”
‘Yekîtiya jinê wê dawî li faşîzmê bîne’
Erzîncan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Performansa berxwedanê û pêşengiya ku hêzên me yên YJA Starê di sala 2021’ê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan dan, mohra xwe li pêvajoyê xist. YJA Starê di sala 2021’ê de bi berxwedana bêhempa ruhê fedayî û wêrekiya mezin a pêşengiya gerîlatiya modernîteya demokratîk temsîl kir. Di artêşbûna jinê de em derbasî qonaxeke cuda ya têkoşîna xwe ya azadiyê bûn. Di azadiyê de asteke mezintir a biryardariyê derkete holê. Li zindanan berxwedaneke mezin a jinan di nava sala 2021’ê de rû da. Di serî de Şehîd Garîbe Gezer, zindan hemû veguherî keleheke berxwedanê. Li Tirkiye û Îranê hewl hate dayin ku siyasetmedarên jin, milîtanên jin, jinên dilxwazên azadiyê teslîm bêne girtin. Kiryarên ku di şexsê hevala me ya hêja Aysel Tûglûk de hatin kirin, bernedana girtiyên nexweş, şêweyek tolhildana ji jin û gelê Kurd e. Lê belê li dijî vê yekê bi berxwedanê helwest hate nîşandan. Di serî de Leyla Guven, Ayşe Gokhan, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel, Nûrhayat Altûn, Leyla Akat hemû girtiyan silav dikin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Erzîncan wiha got: “Yên ku li Tirkiyeyê li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst muxalefeta herî radîkal û wêrek dike, jin in. Dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP’ê ji her alî ve di nava krîza siyasî û aborî de ye. Bi kûrkirina faşîzmê dixwaze xwe ji vê krîzê rizgar bike. Ji bo vê jî bi her awayî êrişên mezin dibe ser desthilatdariyê. Lewma êrişî hunermendên demokrat û azadîparêz ên mîna Sezen Aksû, Tarkan dike. Li Tirkiyeyê zilma herî mezin, êşkence û şerê taybet li dijî gelê Kurd tê meşandin. Jin jî li refên herî pêş li dijî vê li ber xwe didin. Yekîtiya jinê ya ku li Tirkiyeyê pêk tê, wê dawî li faşîzmê bîne. Jinên Kurd pêşengiyê ji ilweşandina faşîzmê re dikin. Di şexsê Emîne Şenyaşar de têkoşîna edaletê ya ku tê meşandin yek ji vê berxwedanê ye. Em vê berxwedanê jî silav dikin.”
‘Li Îranê şoreşeke xurt a jinê ava dibe’
Besê Erzîncan di şexsê Zeynep Celaliyan, Nesrîn Sûdûdiyî de sekna berxwedêr a jinên li Îranê girtî ne, silav kir û wiha got: “Dewleta Îranê ji berxwedana jinê, ji serhildana jinê ditirse. Zeynep Celaliyan dest ji xeta Şîrîn Elemhûlî berneda û heta îro berxwedaneke mezin nîşan dide. Yekane jin e ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn. Lewma kampanya ‘Azadî ji Zeynep Celaliyan re’ girîng e. Em bang li jinan hemûyan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin. Jinên ji gelên Îranê bi rê û rêbazên cuda li ber xwe didin. Dewleta Îranê 8’ê Adarê qedexe kiriye. Zîhniyeteke welê li ser kar e ku dixwaze jinê tenê weke dayikekê bibîne. Jin weke miroveke xweser û serbixwe nayê dîtin. Şoreşa Îranê jî weke şoreşeke xurt a jinê pêk tê. Li Rojhilata Navîn jin pêşengiyê ji şoreşên demokratîk re dike.”
‘Li Başûr hezkirina ji Rêbertî mezin dibe’
Besê Erzîncan ragihand ku li Iraqê, li Başûrê Kurdistanê jî pirsgirêkên jinan giran dibin û wiha got: “Di siyaseta hikumeta Başûrê Kurdistanê de rola ku di jiyana civakî de li pêşiya jinê hatiye danîn bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ji bo jin tevlî têkoşîna civakî û siyasetê nebe, medya tê bikaranîn. Li Başûrê Kurdistanê her ku jin rêxistiniya xwe ya xweser û yekîtiya xwe pêk tînin, her ku bi xeta azadiyê ya Rêber Apo re dibin yek, di rêya azadiyê de gavên xurt diavêjin. Lewma em dibînin ku li Iraq-Başûrê Kurdistanê hezkirina jinan ji Rêbertî re, dilsoziya bi Rêbertî re xurt dibe. Li Başûrê Kurdistanê jin her ku tevlî yekîtiya neteweyî ya jinên kurd bibin, tevlî têkoşîna hevpar a jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê bibin wê karibin mafên xwe û azadiya xwe bi dest bixin. Lewma jinên Kurd di avakirina yekîtiya neteweyî de divê tevlîbûneke hîn xurt pêk bînin û bi rol û mîsyona xwe rabin. Jinên Şengalî li ser xeta azadiya jinê ya Serok Apo gihîştine hev. Îro li Şengalê misogeriya xweseriyê jinên Şengalê ye. Jinên Şengalê bi rengekî gelekî lez bi pêş ketin û xwedî li xak û azadiya xwe derketin. Di sala 2022’an de jî wê vê sekna radîkal nîşan bidin. Jin wê çanda Êzidî bi berxwedan û têkoşîna xwe timî bikin.”
‘Şoreşa jinê ya li Rojava roja Rojhilata navîn e’
Besê Erzîncan destnîşan kir ku li Sûriyeyê, li Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ji aliyekî ve xweparastinê, li aliyê din jî li ser bingeha avakirina neteweya demokratîk bi pêş ve diçe û got, “Jin hêz apêşeng, parastin û avaker a Şoreşa Rojava ye. Şoreşa me ya Jinê ya Rojava, Roja Rojhilata Navîn e. Modela jiyana hevpar a gelên Kurd, Ereb, Ermen, Çerkez, Asûrî, Tirkmen û Suryanî ye. Bi vî rengî tîna xwe dide tevahiya cîhanê. Jinên Kurd jî haya xwe ji rol û mîsyona li nava Şoreşa Rojava heye û bi vî rengî jiyana nû ava dikin. Jinên kurd li çar aliyên cîhanê di serî de li Ewropayê bi kar, sekn û têkoşîna xwe bi mîsyona xwe ya pêşengiyê radibin û pêşengiyê ji cîhanê re dikin. Weke jinên Kurd em ê sala 2022’an tevî jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê têkoşîna xwe xurtir bikin û hîn bi bandor bikin.”