Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rûsya li Ukraynayê bi pêş dikeve

Ukrayna li benda agirbestê ye ku îro dikeve meriyetê û dê bi rêya korîdorên mirovî sivîl ji bajaran bên derxistin. Li aliyekî din Kîevê destnîşan kir ku artêşa Rûsyayê pêşketina xwe li herêmên şer didomîne

Artêşa Rûsyayê vekirina korîdorên mirovî û agirbest li hinek herêmên diyar ragihand. Di nav de Kharkiv, Kîev, Mariupol û Sumy hene ku şerên dijwar lê rû didin. Kîevê jî pêşniyara derxistina sivîlan ber bi Rûsya û Belarûsê ve red kir.

Li gorî Serfermandariya artêşa Ukraynayê hêzên Rûsyayê herî zêde êrişî Kharkiv, Chernihiv û Sumy dikin. Her wiha hêzên xwe kom dikin da ku êrişî Kîevê bikin.

DYA û hevalbendên wê yên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê bang li Rûsyayê kir ku sivîlên li bajarên dorpêçkirî derkevin û alîkarî bigihêjin herêmên şer.

Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ragihand ku gelek rapor hatine ber destê wê û tê de diyar bû ku navenda lêkolînên nukleerî ya li Kharkivê hatiye topbarankirin û zirar gihaştiya navendê.

Artêşa Ukraynayê jî diyar kir ku êrişa li ser Ukraynayê berdewam e lê îro siviktir bûye.

Kîevê pêşniyara Moskovê ya avakirina korîdoran bi Rûsya û Belarûsê red kir.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ji Reutersê re axivî û got Moskov dê operasyonên xwe rawestîne, bi şertê ku Ukrayna şer rawestîne, destûra xwe biguherîne, bêalî be, tevlêkirina Qirimê ji Rûsyayê re nas bike û serxwebûna herêmên cudaxwaz nas bike.

Rûsyayê hişyarî da

Metirsiyên rûdana şerekî nukleerî di navbera Rûsya û hêzên rojavayî de zêde bûn. Ji ber wê DYA û hevalbendên wê hinardeyên petrolê yên Rûsyayê qedexe kirin.

Rûsyayê jî hişyarî da ku dê gazê ku bi rêya tora boriyan ji Rûsyayê digihêje Almanyayê, qut bike piştî ku Almanyayê biryara taloqkirina vekirina projeya Nord Stream 2 da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar