Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sûcên dewleta tirk li kantona Efrînê dewam dikin

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Sibatê de 60 welatî revandin, 6 şûnwar hilweşandin û hezar û 818 dar birîn

Dewleta tikr û çeteyên wê herêmên ku dagirkirin rojane talan û wêraneke mezin lê pêş dixe. Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyeyê ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê wêrankirineke mezin pêk tîne. Di meha Sibatê de 60 welatî revandin, 6 şûnwar hilweşandin û hezar û 818 dar birîn.

Li navçeya Raco ya Efrînê îstixbaratên dewleta tirk û çeteyên wê ji Firqet El-Hemzat, çeteyên Ehrar El-Şerqiye di meha Sibatê de 18 welatî, ji wan 6 kalepîr û 3 jin, bi tawanên derew revandin û ev jî bi armanca komkirina pereyan ji şêniyên navçeyê û gundewarên wê.

Kesên hatine revandin ev in: Izet Ehmed Hemo (70), Xelîl Mihemed Mistefa (22), Mihemed Fayiq Henan Ferîd (38), Hisên Fayiq Henan Ferîd, Selah Menan Şêxo (55), Şikrî Hisên Bagîr (50), Hisên Mihemed Hemo (75), Mihemed Mihemed Heyder (60), Hisên Îbrahîm Haco, Mihemed Hisên Bagîr (40), Mihemed Şêxo Mamo (65), Cemîl Ebdo Şêxo (63), Hesen Elî Murad, Welîd Mihemed Reşîd, Mihemed Hemo Hemoko (67), Asiya Ehmed Heyder, Asiya Hisên Mûsa (60) û Hêvîn Mihemed Elî (18).

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê çeteyan û îstixbaratên dewleta tirk di meha Sibata borî de 7 welatî revandin. Navên wan wiha ne: Behcet Îbrahîm (24), Reşîd Xelîl Seydo (48), Hisên Behcet Hisên (25), Elî Elî Ebdo, Ciwan Yûsif, Ednan Hisên Erebo (72) û Şakir Şêxo Şêxo (35).

Li navçeya Şêrawa çeteyan û ewlehiya siyasî her wiha îstixbaratên dewleta Tirk 12 welatî revandin. Navên wan wiha ne:  Kemal Hebîb, Edîb Eşref, Ehmed Hebîb, Mihê Koço (52), Mihemed Çavreş (57), Mihemed Hesen Xelîl (43), Mihemed Hemîd Hebîb (65), Hebîb Mihemed Hebîb (24), Mihemed Hebîb Fewzî (25), Şêxo Elî Birîmo (23), Seydo Reşad Seydo (35) û Merwan Cafer Mîrzo (35).

Li navenda kantona Efrînê jî çeteyan, îstixbaratên dewleta Tirk û El-Cebha El-Şamiye di meha borî de 10 welatî revandin. Navê wan wiha ne: Zêd El-Hedîdî, Mihemed Xelef Diyab, Şêro Hesen Mistefa, Ezîz Mihemed Mamo (30, Mihemed Eferim (38), Mehmûd Reşîd Ebdo (34), Mihemed Ehemd Mihemed (36), Mihyedîn Xalîd Nasan (45), Mihemed Elî Hisên û Şaban Remedan Mihemed.

Li navçeyên Şera, Mabata û Bilbilê jî çeteyên Sultan Murad û îstixbaratên dewleta tirk 13 sivîl revandin: Ehmed Henan Reşo (54), Menan Seîd Şêx Seydî (40, Kemal Reşîd Cafer (74), Ehmed Mistefa Cafer (48), Fexrî Şêxo Qenber (49), Ebdulhadî Henîf Tobal, Mihemed Henîf Tobal, Riyad Mihemed Oso, Nêçîrvan Emîn Menan (30), Yûsif Yaqûb Ebdulezîz (67), Xelîl Hemdî, Mistefa Şêxo û Mûna El-Mikewim Umer (45).

Guhartina demografîk  û wêrankirina şûnwaran

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan dewleta tirk di vê mehê de 6 şûnwarên li kantona Efrînê wêran kirin. Cihê hatine wêrankirin ev in: Girê Merwaniyê yê li gundê Meraniya Jêrîn; dewleta tirk û çeteyên wê bi armanca lêgerîna li zêran gir kola û wêran kir. Girê Sultan ê şûnwarî yê li navçeya Mabeta ji hêla dewleta tirk û çeteyên wê ve bi alavên giran hate kolandin û wêrankirin. Girê Şorbe yê şûnwarî ku li gundê Gemrûkê ye, ji hêla dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê hate wêrankirin. Girê Laq ê şûnwarî yê girêdayî navenda kantonê, piştî dagirkirina Efrînê dagirkeriya tirk dest bi kolandin û rastkirina gir bi rêya alavên giran kir û heta niha ew sûc berdewam e. Girê Çiya yê li navçeya Şerayê. Girê Birc Ebdala yê li navçeya Şêrawa.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar