Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Sirra peykerekî 30 hezar salî

Gelek Venûsên ku berê hatine dîtin ji hestû û diranê fîlan hatibûn çêkirin, lê Venûsê bi navê “Willendorf”cihêtir bû. Ew bi ji “oolite” hatibû çêkirin û tişta xerîb jî ew e ku ev malzeme li Avusturyayê tune bû.

Peykerê ku bi navê “Venusa Willendorf” tê zanîn û li Avusturyayê hatibû dîtin, xwedî dîrokeke kevn e. Li gorî lêkoleran ev peyker xwedî dîrokeke 30 hezar salî ye. Peyker her çiqas li Awusturyayê hatibe dîtin jî ev peyker li Avusturyayê nehatiye çêkirin. Ji ber ku ew kevir, yan jî malzemeyên ku peyker pê hatiye çêkirin, li Avusturyayê tune ye. Ji ber van sedeman, lêkolerên di vî warî de dixebitîn, ev demeke dirêj bû li pey sirra vî peykerî bûn û dixwestin hîn bibin ka ev peyker li ku hatiye çêkirin û bi çi awayî hatiye Avusturyayê. Li gorî encamên lêkoleran yên dawî, ev peyker li bakurê Îtalyayê hatiye çêkirin, ji ber ku heman malzemeyên ku peyker pê hatiye çêkirin, li wir hene.

Cihê ye ji yên din

Fîgûrên Venus ên weke peykerê “Willendorf”, formên anatomiya jinan nîşan didin. Wisa tê bawerkirin ku ev peyker ji bo hin rîtûelên wê demê hatine çêkirin û di heman demê de nîşaneya xwedawendî û erotîzmê ne. Her wiha ji van bêhtir, berhemdariya jinê û taybetmendiya wê ya bereket û anîna zarokan jî nîşan didin.

Gelek Venûsên ku berê hatine dîtin ji hestû û diranê fîlan hatibûn çêkirin, lê Venûsa bi navê “Willendorf” bi malzemeya xwe ji yên berê hatibûn dîtin, cihêtir bû. Ew bi malzemeya “oolite” hatibû çêkirin û tişta xerîb ew e ku ev malzeme li Avusturyayê tune bû. Ji ber van sedeman lêkoleran dixwest sirra vî peykerî hîn bibin û malzemeyê pê hatiye çêkirin bibînin.

Peyker ji  Îtalyayê ye

Ji Zanîngeha Viyanayê, li beşa antropolojiyê jeolog Alexander Lukeneder û Mathias Harzhauser, ji Muzeya Xweza û Dîrokê ya Viyanayê Walpurga Antl-Weiser li ser sirra peyker sekinîn û xwestin xwe bigihînin encamekê. Ji bo malzemeyê peykerî baş nas bikin, lêkoler bi dîmenên ku kalîteya wan bilind e xebitîn. Herî dawî van dîmenan berê wan da Îtalyayê. Malzemeya ku hatibû bikaranîn, li derûdora Gola Garda ya Îtalya’yê hebû. Ji bo ew bigihîjin armanca xwe, wêne û daneyên topografîk yên peykerî bi gelek mînakên din re anîn gel hev, heta ku gihîştin encamekê.

Berhemeka serdeme Gravettian e

Ev encama ku xwe gihandinê, di heman demê de aqûbeta peykerî jî derdixe holê bê ka çawa ev peyker hatiye heta bi Avusturyayê. Bi îhtimaleke mezin, dema mirovan koç kiriye û cih guherandiye, ev peyker jî bi xwe re anîne. Antropolog Gerhard Weber dibêje, “Di çanda Gravettian de (çanda serdema qeşayê) gelek amûrên bi vî rengî hatine çêkirin. Mirovên wê demê, tim li ciyên guncav geriyane da ku karibin debara xwe bikin û bijîn. Li gorî demsalê û rewşa nêçîrvaniyê cih guherandine. Wan timî peravên çeman ji xwe re hilbijartine û bêhtir li ber çeman yan jî cihên ku av li wan hebûye, bi cih bûne.”

Daneyên ku hatine ditin nîşan dide ku peykerê Venûsa “Willendorf”ê li bakure Îtalyayê hatiye çêkirin lê hin daneyên din jî hene ku ev jî rojhilatê Ukraynayê nîşan didin ji bo vî peykerî. Lê ji ber Îtalya nêzîktir e, lêkoler îhtimala ku ev peyker ji Ukraynayê hatibe kêm dibînin.

Çavkanî:Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar