Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê daneyên kuştin û revandina jinan li kantona Efrînê ya dagirkirî aşkera kir.
Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku artêşa dewleta tirk a dagirker 2 jin û 2 zarok li Efrînê kuştine û navên wan wiha ne; Ezîze Îbrahîm (41), Semîra Elwan (3), Fatme Elwan (9), Her wiha navê jineke kuştî jî nehate zanîn. Rêxistina Mafên Mirovan piştrast kir ku 12 jin jî hatine revandin û navên wan wiha ne: Rohat Îbo (24), Nisrîn Mihemed Weqas (30) ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta. Zaroka bi navê Kewkeb Elî û Xeyriyê Mihemed Mûsa (40) ji gundê Cindirêsê. Xedîce Oso ji gundê Qitmê yê navçeya Şera. Asya Ehmed Heyder û Firyal Hesen Hesen (52) ji navenda Efrînê. Mûne El-Mekrûm (45) ji gundê Dêrsiwan ê navçeya Şera. Asya Hisên Mûsa (60) ji gundê Qude yê navçeya Raco. Hêvîn Mihemed Elî (18).
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve sûcên kuştin, revandin û destdirêjiyê li dijî jinan didomîne. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku ji roja dagirkirina Efrînê ve 84 jin hatine kuştin û di encama destdirêjiya li ser jinan de zêdetirî 6 jinan xwe kuştiye, her wiha zêdetirî hezar jin hatine revandin û bûyerên destdirêjiyê gihaştine zêdetir 70 bûyeran û di encama êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de li Efrînê 216 jin birîndar bûne.