Şerê li Ukraynayê mîladek nû ya cîhanê ye. Piştî şerê cîhanê ya dûyemîn, hêzên hegemon cara yekem e ku ev qas bi xurtî nêzî şer bûne. Niha li ser Ukraynayê hevûdû dibin û tînin. Belê, bi mîzan tevdigerin. Lê eger mîzana xwe ji dest birevînin, dibe ku hemû cîhan bibe qada şerê germ.
Senaryoya herî xerab şerê nukleer e. Rast e, ev rê hinde bi hêsanî venabe. Aliyên şer heta ji wan bê ew ê wekî heyama şerê sar di qada siyasî û aboriyê de zexta xwe li hember hev mezin bikin. Ji xwe ev şer, ango şerê siyasî û aboriyê di navbera aliyan de destpêkiriye. Dewletên endamê NATO’yê û dewletên din yên dijberiya Rusyayê dikin, her diçe zextên xwe li ser Rusyayê zêde dikin. DYA’yê di biryara xwe ya dawî de kirîn û stendina neft û gaza xwezayî ya Rusyayê jî qedexekir. Ewropa jî bandora xwe li ser Rusyayê xurt dike. Lê hê pêngava qedexekirina neft û gaza xwezayî ya Rusyayê nedane destpêkirin. Wisa dixweye ku li Ukraynayê her ku şer gûr bibe, ew ê jî zextên xwe zêde bikin.
Di vî şerî de em rastiyek ji çav nerevînin. Rusya wekî ku tê nîşandan, ne dest vala ye. Belê, çapemeniya serdest ya alîgirên NATO, DYA û YE wisa nîşan didin ku wekî ku Rusya lawaz bûye, nikare tiştek bike. Rastî ne ev e. Her ku bloka NATO, DYA û YE xurt dibe, bloka Rusyayê jî xurt dibe. Rusya, Çîn û Hîndîstan di serî de bi gelek dewletan re hin gavên nû ya danûstendinan çêdike. Ewropayê, bi neft û gaza xwezayî tehdît dike. Ew dewletên ku dixwazin sîstema aboriyê ya Rusyayê têk bibin, sibe mecbûr in bi dolar û ewroyan perê gaza Rusyayê ji Putîn re bişînin. Her weha Rusya, çi qas ji welatên Rojava were dûrxistin, ew ê ji xwe re ew qas sîstemek nû ya Rojhilatî çêke. Dema cîhana du blokî jî rewş ev bû. Ew ê carekî din vegerin wê rewşa 30-35 sal berê.
Her weha Putîn di şer de jî bi pêşketinek mezin ve rûberû ye. Ji niha ve sedî 30-35’ê Ukraynayê dagir kiriye. Paytexta Ukraynayê ji alî hêzên Rusyayê ve hatiye dorpêç kirin. Tenê deriyek ji Kîevê re vekirî hiştine da ku yên sîvîl bikaribin ji deriyê vekirî ya Kîevê derkevin. Desthilatdariya lawaz ya Ukraynayê naxwaze sîvîl ji bajaran derkevin. Ev taktîkek qirêj ya şer e. Kurdistanî ji vê taktîkê re ne xerîb in. Dewletên dagirker sucên şer pêktînin. Sibe roj ji bo xwe ji vê sûcê bêpar bikin, vê taktîka qirêj bikartînin. Rusya jî vê yekê dike.
Ev car em werin rastiyê. NATO, bi taybetî jî DYA vê rewşê baş dizanibû. Ji ber vê yekê Ukraynayê sor kirin û xistin ber lepên Rusyayê. Zelensky wisa bawer dikir ku ew ê Pûtîn beyî ku şer bike ew ê serî ji NATO’yê re bitewîne. Ji peyamên dûmahî ya Zelensky tê famkirin ku ew jî êdî têgîhiştiye ku di şerê NATO û Rusyayê de hatiye xapandin. Rast e, hatiye xapandin. Berdêla vê xapandinê jî gelê Ukraynayê dide. Ev rewş jî zû bi zû naguhere. Pûtîn ew ê berêve Ukraynayê dagir bike, li derdora xwe jî her weha sîstemek nû ava bike. Bîden jî ew ê carekî din NATO’yê xurt bike, ji hemû dinyayê re çek bifroşe, xwe bi rêya şer xurt bike. Derdê herdû aliyan jî berjewendî ye.
Di vê heyamê de hin alî jî ketine pêy berjewendiyên xwe yên taybet. Di nav vana de ya herî berbiçav, Erdogan e. Erdogan her çi qas endamê NATO’yê be jî rasterast daxilî siyaseta NATO’yê nabe. Bi Rusyayê re dualî dilîze. Ya balkêş, her du aliyên şer jî vê yekê dizanin û niha bêdengiya xwe didomînin.
Ev sîstema takekesî ya Erdogan, nikare vê rewşê dûr û dirêj bimeşîne. Erdogan wisa hesab dike ku di demekî kin de ew ê rewşa şer vegûheze û aliyên şer carekî din bi hev re rûnin û li hev bên. Di encam de ew ê çi bibe, baş naye zanîn. Lê tiştek baş tê zanîn ku şerê navbera Rusya û NATO’yê di demek zû de ranaweste. Rast e, hemû dewlet û hêz di pêşerojê de bi rengekî mecbûr in helwesta xwe aşkere diyar bikin. Ev heyama bêlayenî ranake. Lê dewleta tirk helwesta wê ya rojane çi dibe bila bibe, nikare xwe ji bandora NATO’yê xelas bike. Ew endamê NATO ye û mecbûr e bi NATO’yê re tevbigere. Eger Erdogan vê neke, di destê NATO’yê de jî tenê rêya têkbirina Erdogan dimîne. Têkbirina Erdogan ji bo NATO û DYA’yê gaveke hêsan e. Piştî têkbirina Erdogan alternetîfa wan jî aşkere ye. Ji niha ve alternatîfên xwe, bi gotineke aşkere Kiliçdaroglu û hevalbendên wî amade dikin.