Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Wê bandora konferansê li ser Kurdistanê çêbibe’

Şoreşgerên jin ên kurd diyar kirin Konferansa Çanda Jinên Kevana Zêrîn a 2’yemîn di vê pêvajoya krîtîk de pêk hatiye û gotin ku dê ev konferans bandora xwe li ser Kurdistanê bike

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş, Endama Tevgera Kevana Zêrîn Medya Doz û Endama Komîteya Kevana Zêrin Siya Dîcle Devrîm qala konferansa 2’yemîn a Kevana Zêrîn kirin û biryarên hatine stendin nirxandin.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş diyar kir di vê pêvajoyê de li her dera dinyayê qirkirina çandî û qetlîam hene û wan di pêvajoyeke wisa de konferansa xwe li dar xistine û wiha got: “Di rewşeke wisa de gelekî girîng bû ku em Tevgera Jinên Kurdistanê peywirên xwe, berpirsyariyên xwe û rewşa xwe ya çandî nîqaş bikin û li hemberî pergala qirkirinê em karibin qala parastina jin, zarok û civakê bikin.Gelek biryarên dîrokî hatin stendin û nîqaşên kûr hatin kirin. Di demên pêş de wê ev tişt bandora xwe li Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê bike.”

Guşet bi derdewamî ev tişt anî ziman: “Hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ne bi tenê aliyê leşkerî bi her metodê êriş dikin. Gelek aliyên êrişên di warê îdeolojîk de hene. Di gelek êrişên îdeolojîk de çand tê bi kar anîn. Hêzên emperyalîst dema mudaxeleyî Rojhilata Navîn dikin li Kurdistanê ev tişt bêtir çandî ye. Jiyana me, hişê me, fikrên me, modela malbatê, cilên jinan diguherînin. Bi mudaxeleya li ser ziman re, zimanekî global ava dikin. Her tiştî dikin wekî hev. Rêbertî di parêznameyên xwe de qala spor, huner û seksê dike. Jin û ciwan a niha jiyana wan teknîkî ye. Ev ne jiyan e. Protezek e. Ne aîdî kesan e. Ji ber vê jî ev êriş civakê ji heqîqeta çandê dûr dixînin. Civak bi xwe nahese, ji heqîqeta xwe tê dûrxistin. Rêbertî li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst ev tişt kir alternatîf. Vî şerê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurdistanê tê kirin heta dawiyê îdeolojîk e. Modernîte kapîtalîst red dike, ev têkoşîneke li hemberî pergalê ye û antîfaşîst e.”

Nirxandinên li ser çanda şoreşger

Şîmal Ulkem Guneş qala mijarên di konferansê de hatine nîqaşkirin kir û wiha got: “Di neteweya demokratîk de mînaka pergala konfederal a niha jiyana gerîla ye. îro li her dera Kurdistanê zext li ser jin, cins û hemû çînan hene. Me nîqaş kir ku li hemberî van tiştên ku jiyana me ditevizîne, me çiqasî çandeke şoreşger ava kiriye û me xwe rêxistin kiriye.”

Polîtîkayên ferzkirina koçkirinê

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş diyar kir ku di qirkirina çandî de polîtîkayên ferzkirina koçkirinê heye û wiha got: “Dema ku hêzên navneteweyî mudaxeleyî Rojhilata Navîn kirin, krîza civakî kûrtir bû. Vî tiştî herî zêde bandor li jinan kir. Bi milyonan jin di bin zilma mêran de, neçar man ku dev ji axa xwe berdin. A niha li ser sînorê Tirkiye û Yewnanistanê û Polonya, Belarûsê krîzeke mirovî heye. Di encamê de wê ne şaş be ku mirov bibêje modernîteya kapîtalîst dixwaze penaberiyê zêdetir bike. Li Başûrê Kurdistanê di koçê de rola PDK’ê heye.Çiqasî zilm hebe jî em alternatîf in. Werin tevlî nav refên berxwedanê yên gerîlayan bibin û li hemberî zilmê li ber xwe bidin. Diçin Ewropayê qey dewletên Ewropayê wê ji PDK’ê zêdetir wan têxin şûna mirovan? Wê nasname û statuyê bidin? Wê rewşa aborî baştir bibe? Tiştekî wisa tune. Gelê Kurd ne bêçare ye. Li çiyayên Qendîlê berxwedan heye. Çima berê xwe nadin Qendîl, Garê û Behdînanê lê li ser sînorên dewletên dagirker alîkariyê dixwazin?”

Guneş bang li rewşenbîr û hunermandan kir û ev tişt anî ziman: “Divê di Şerê Gel ê Şoreşgerî de rola xwe bibînin. Divê rewşenbîr, nivîskar, derhenêrên me berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê û berxwedana gerîla bibînin. Divê hemû rewşenbîr û hunermend rola xwe ya hunerî baştir bi cih bînin.”

Endama Tevgera Kevana Zêrîn Medya Doz ji Îmraliyê heta eniyên şer hemû qadên berxwedanê silav kir û ev tişt anî ziman: “Di konferansê de herî zêde bi fikrên Rêber Apo me pêşiya xwe dît. Me perspektîfên wî li pêş xwe dît. Me konferans û serdema wê, çanda ku ku divê em xwe bigihîn wê di paradîgmaya Rêber Apo de gihand encamê. Em hemû hevalên xwe yên li eniyên şer li ber xwe didin wekî parêzvanên çandê dibînin. Ew di heman demê de şervanên çanda gelê Kurd in. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de herî zêde şerê çandî tê kirin û herî zêde jî gelê Kurd û çanda wê dibin hedefa modernîteya kapîtalîst. Li ser hemû ziman û neteweyan gefa qirkirinê heye. Ev ne wekî polîtîkayê lê wekî pergalê tê kirin.”

‘Çand herî zêde li çiyayên Kurdistanê tên parastin’

Endama Tevgera Kevana Zêrîn Medya Doz diyar kir ji Serfiraziya Garê heta ya Kobanê gelek pêşketin dikarin bibin mijara fîlman û got “Heke helbeskarek dixwest helbestê binivîse, divê xwe negirta. Divê şervanên Cenga Xabûrê bidîta. Çima heta niha stranbêjek nehat û stranek nestra. Çima li ser jiyan û şerê wan stranek çênekir. Ev him rexne ye û him jî bangek e. Em herî zêde li çiyayên Kurdistanê çanda xwe diparêzin. Derhêner çima nehatin li ser serfiraziya Garê fîlmek çênekirin? Divê hunermend werin çiyayên Kurdistnê moral bidin gerîla û ji gerîla moral bistînin.”

Endama Komîteya Kevana Zêrîn Siya Dîcle Devrîm jî diyar kir ku ziman û civak girêdayî hev in û  wiha got: “Çawa ku di dîrokê de jinê civak ava kir, ziman jî bi pêş ve çû. Mirov nikare ziman ji çandê cihê binirxîne. Tu çiqasî zimanê xwe bi kar bînî, tu yê ewqasî çanda xwe bidomîne. Em zimanê xwe çiqasî bi kar bînin, em ewqasî li ber xwe didin. Di heman demê deTRT 6 derketiye holê, bi zimanê me çand û hunera me xerab dikin. Naveroka jiyanê pûç dikin û çanda civakê xerab dikin. Ev dûmahîka qirkirina çandî ye. Stranên me didizin û wekî yên xwe nîşan didin. Di konferansê de ev tişt bi berfirehî hatin nîqaşkirin û biryarên xurt hatin dayîn.  Heke em xwedî li ziman, çand û nirxên xwe dernekevin, em ê hêdî hêdî bihelin. Ji ber vê Rêbertî got “Qirkirina çandî ji ya fîzîkî xerabtir e.”

Endama Komîteya Kevana Zêrin Siya Dîcle Devrîm jî diyar kir ku divê civak xwedî li çanda xwe derkevin û wiha got: “Divê çanda şoreşger pêk bînin û li qadên xwe di huner û jiyana xwe de vê berxwedanê pêk bînin. Ez bawer im wê berxwedaneke mezin derkeve holê û em ê bi berxwedana çandî azadiya Rêber Apo pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar