Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dozger mafê hêviyê tune hesiband û got ‘heta mirinê’

Li Girtîgeha Sîncanê di mudetnameyên ku ji girtiyên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn re hatine şandin, li cihê dîroka mafê berdanê "heta mirinê" hatiye nivîsandin

Li Girtîgeha Sîncanê ya Jimare 1 û Jimare 2’yan, di mudetnameya ku ji girtiyên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn re hatine şandin, li cihê dîroka mafê berdanê “heta mirinê” hatiye nivîsandin.

Serdozgeriyê ji girtî Îsmet Karak ku ji Girtîgeha Kirikkaleyê sewqî Girtîgeha Sîncan a Jimare 2’yan hatiye kirin mudetname şandiye. Di mudetnameyê de li cihê dîroka berdanê “heta mirinê” hatiye nivîsandin û dîroka berdana bi şertî nehatiye diyarkirin. Karak diyar kiriye ku berê jî gelek mudetname jê re hatine şandin û di wan de tiştekî wekî “heta mirinê” tune bûye û îtiraz kiriye. Dadgeriya Înfazê ya 1’emîn a Enqereyê îtiraza Karak nirxandiye û ji mutalaya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya “redkirina îtiraza mudetnameyê” qebûl kiriye û îtirazê red kiriye.

 ‘Dijî rêgeza mafê hêviyê ye’

Piştî biryara Dadgeriya Înfazê Karak serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Enqereyê daye û diyar kiriye ku di mudetnameyê de nivîsandina “heta mirinê” dijî rêgeza hêviyê ye xwestiye mudetname bê betalkirin.

Dadgeha cezayê giran hê biryara xwe nedaye lê Karak serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) jî daye. Endamê Komîsyona Girtîgean a ÎHD a Şaxa Enqereyê Mahîr Ûslû, anî ziman ku heke bivê dê tevî rêxistinên hiqûqê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.

Ûslû diyar kir ku ji bo kesên cezayê muebeda girankirî li wan hatiye birîn di mudetnameyê de tê diyarkirin ku dê 40 sal şûn de bê berdan û wiha got: “Yanî hikumxwar dizane ku dê 40 sal bi şûn de bê berdan. Lê cara ewil e em tiştekî wiha li Girtîgeha Sîncanê dibînin.”

 ‘Hêvî mafekî mirovahiyê ye’

Ûslû, destnîşan kir ku li ser mudetnameyê nivîsandina “heta mirinê” dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û wiha got: “Ev îşkence û muameleya xirab e. Binpêkirina mafê hêviyê ye. Di vî warî de biryarên DMME’yê hene. Hêvî mafekî mirovahiyê ye.”

 Hiqûqa dijminatiyê

Ûslû destnîşan kir ku pêkanînên bi vî rengî tên wateya mirinê û ev tişt anî ziman: “Jixwe em dibîni kesên cezayê muebeda giran li wan hatine birîn piranî kesên muxalif in. Em dibînin bê hikûmet çawa nêzî muxalefeta civakî dibe. Ewilî ez fikirîm ku hiqûqnasek tiştekî wiha nanivîse dibe ku gardiyanan nivîsandibe, lê paşê gava Karak serî li komeleyê de û min bersiva dozger a ji bo îtiraza Karak dît, wê gavê ez fikirîm ku ev polîtîkayeke hikumetê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar