Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

YPS: Çiyager fedaiyê şerê gel ê şoreşgerî ye

YPS’ê di salvegera 6’emîn a şehadeta fermandar Çiyager de wî bi bîr anî û ev peyam da: “Fermandar Çiyager ê ku kenê wî di bîra hemû kesan de maye, di dîroka Kurdistan û têkoşîna me de, wekî fedaiyê fedaiyên şerê gel ê şoreşgerî cih girtiye.”

Koordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) di salvegera 6’emîn a şehadeta Fermandar YPS’ê yê Sûrê Çiyager de bi daxuyaniyeke nivîskî wî bi bîr anî.

YPS’ê di daxuyaniyê de bal kişan ser têkoşîna Fermandar Çiyager û ev tişt hat diyarkirin:“Gelê kurd di nav dîrokê de her dem li ser wê şer, talan, tunekirin, mêtingerî û qirkirinê pêk hate. Gelê kurd di warê exlaqî û çandî ev qirkirin red kiriye û ji bo ku karibe bijî bûey yek ji bingeha rastiya şaristaniya demokratîk û di her serdemê de barê nûneriya lêgerîna heqîqetê girtiye ser xwe. Lêgerîna di edaletê de mafdariya têkoşîna Kurdan di zemînê civakî de derxistiye pêş û pê re jî bûye hedefa hêzên şaristaniya kapîtalîst û entrîkayan. Vê rewşa ku Rêbertiya me ev wekî ‘pelçiqandinê’ pênase kiriye, bi demê re li ser gel, çand û erdnîgariyê texrîbatên giran çêkiriye û xetereya parçebûnê bi xwe re naniye. Gelê me jî li hemberî van êriş û qirkirinan ji bo ku xwe biparêze, çepereke xweparastinê ava kiriye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de YPS’ê ev tişt ragihand: “Helwesta Têkoşîna Azadiyê ya ku wekî pêvajoya vejîn û berxwedana gelê kurd e, tê wateya derxistina hemû tiştên hatine windakirin. Ev têkoşîna ku 40 sal in didome, ji bo gelê kurd bi qasî ku bi êş e, têkoşîneke serbilind e jî û tê wateya mehkûmbûna serkeftinê. Ev têkoşîn veguheriye ku vejîna nirxên civakî yên ku heft katan di binê erdê de hatiye veşartin û pê re jî bûye felsefeya jiyanê ya ku êdî nabe ku bi paş ve were kişandin. Pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê ya di salên 2014-2015’an de wekî taktîka parastina nirxên xwe, di dîroka têkoşîna me de bûye asteke sereke. Berxwedanên xwerêveberiyê li hemberî şîddeta dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê bûye serîhildan û veguheriye awayê ku bîr û rêxistinê re bûye yek. Piştî têkoşîna 40 salan gel dîsa cewher û îradeya xwe bi dest xistiye û ev tişt bûye helwesta xweparastinê. Berxwedanê xwerêveberiyê bûye şerê mezin û xurt a ji bo jiyan û rizgariyê. Bûye şerê neteweyî, şoreşger û demokratîk. Heval Çiyager jî bûye fermandarê vê berxwedana ruhazad, bi bawerî, ked, mutewazî, bîr, îrade, israr û serfiraziyê.”

YPS’ê ev tişt anî ziman: “Heval Çiyager bi helwesta xwe ya ‘Hemû tiştên ku şehîdan bi şerê xwe ava kirine, ji bo ku em bibin dûmahîka wan, armanca me ya sereke ye’ bûye îfadeya şênber a biryardarî, xwefedakirin û pratîzekirina wan a di têkoşînê de.  Heval Çiyager ê ku bûye Egîd, xwe daye rêya rizgariya gel û bi baweriya mezin a ku wê şerê gel ê şoreşgerî bi xwe re serfiraziyê bîne pişta xwe spartiye gel û bûye rêzanê ciwanên Kurd ên berxwedêr. Berxwedana Sûrê ya ku nod û pênc rojan domiya û di dîroka berxwedana gelan a dinyayê de cih girtiye, ji bo hemû gelên dinyayê bûye mînak. Bi biryardariya xwe ya li hemberî dewleta Tirk a ku hêzeke NATO’yê ye, di dîroka berxwedêran de bûye sembola hêviya serfiraziyê û baweriyê. Ev şer bi çend kaleşnikofan ve li hemberî yek ji artêşa herî mezin a NATO’yê ya xwekî teknîk û cebilxane hate kirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Berxwedêrên di pêşengiya heval Çiyager de careke din îspat kirin ku ew dikarin hera dawiya şoreşê bimeşin û ev berhema şoreşê ne.  Fermandar Çiyager û şervanên şerê gel ê şoreşgerî bi mantiq û hêviyeke mezin rastiya serkeftinê teqez kirine û bûne qehremanên ku dawiya wê çi dibe bila bibe wan serfirazî îlan kirine.  Fermandar Çiyager ê ku kenê wî di bîra hemû kesan de maye, di dîroka Kurdistan û têkoşîna me de, wekî fedaiyê fedaiyên şerê gel ê şoreşgerî cih girtiye. Di salvegera 6’emîn a şehadeta heval Çiyager de, em wî û di şexsê wî de hemû şehîdên berxwedanê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê girêdayî bîranîn û armanca wan bin û wê şoreş bibe encama teqez.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar