Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şêwira jinên kurd bi dawî bû

Şêwira jinên kurd a ‘Qirkirina li ser jinan dawî bikin’ bi encamnameyekê dawî bû

Şêwira jinên kurd a ji aliyê Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û Yêkitiya Jinan a Kurdistanê li Silêmanî bi dirûşma ‘Qirkirina li ser jinan dawî bikin’ hatibû lidarxistin bi encamnameyê dawî bû.

Xalên li girîng ên encamnameyê wiha ye:

“Pêwîst e jinên Kurd û Kurdistan bi yekîtî û hevrebûna xwe sînorên ku dibin asteng derbas bikin.

Pêwîst e jinên Başûr û Rojava Bakur û Rojhilatê Kurdistanê xwe li ber hev berpirsyar bibînîn bi rêya siyasî û civakî nîqaşên xwe  bidomînin.

Xwedîderketina li jinên ku ji ber tundî û şidetê metirsî li ser jiyana wan heye, erkekî exlaq û wijdanî ye. Pêwîst e helwestek hevpar hebe.

Divê jin deng û helwestên xwe li hember partî û aliyên siyasî bilind bike ku îradeya serxwebûna jinan pêş bikeve û jin rola wan di hemû aliyên civakî û siyasî de hebe.

Parastina jinên Êzidî li Şengal erkê serekî yê jinan e. Ji ber ku heta niha birînên jinên Êzidî dawî nebûye.

Şêwira jinan bang li hemû aliyên Kurd û Kurdistanî dike weke erkeke netewî kar ji bo azadiya jinên Êzîdî bike, ku heta niha winda ne.

Ji bo parastina xak û welat, pêwîstî bi yekdengî heye. Berî her kesî pêwîst e jin xwedî li destkeftiyên jinan derkevin.

Em bang li hemû saziyên jinan ên cîhanê dikin ku li hember êrîşên dewletên dagirker ên li Kurdistanê xwedî helwest bin, piştîgirî bidin xebat û têkoşîna jinên Kurd.

Em bang li hemû jinên çar parçeyên azadiya Kurdistanê dikin ku ji bo çareseriya mekanîzmeyeke hevpar kar bikin.

Erkê jinan e ku Konferansa Netewî ya Jinên Kurdistanê pêk bîne.

Divê jin li ber medyaya herêmî û dijminên Kurdan ên neşîrînkirina çanda Kurd xwedî helwest bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar